Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin

  • rojane
  • 11:18 10 Gulan 2022
  • |

ŞIRNEX - Dayikên ji navçeya Elkê ya li ser xeta sînorê Başûrê Kurdistanê, bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re dan û wiha gotin: “Em ê vê xiyaneta Barzanî tu carî ji bîr nekin. Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin.”

Êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nisanê de li dijî heremên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Bertek û çalakiyên li dijî van êrîşan jî didomin. Dayikên ji navçeya Elkê ya Şirnexê ku li ser xeta sînorê Başûrê Kurdistanê ye, bertek nîşanî êrîşan dan û gotin ew xwedî li Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin.
‘ÇI KARÊ DEWLETA TIRK LI SER XAKA KURDISTANÊ HEYE?’
 
Yek ji dayikan Zeynep Bal, anî ziman ku êrişên bi salane li ser gelê kurd tên meşandin, heya îro jî berdewam dikin û wiha got: “Kurd her tim li hember zilmê li ber xwe didin. Ji ber vê yekê jî êrîşî gelê kurd dikin û dixwazin vîna wan bişikînin. Bi salan e gelê kurd tê kuştin û qetilkirin. Bi kuştinê dixwazin kurdan tune bikin. Lê kurd tu carî bi kuştin û girtinê xilas nebûn û nabin. Bi tunekirina kurdan dixwazin axa Kurdistanê jî tune bikin. Çi karê dewleta tirk li ser axa Kurdistanê heye? Ger ku gelê kurd bibûna yek em ê îro di vê rewşê de nebûna. Kurd îro hevdû difiroşin. Em hem li hember xiyanetê û hem jî li hember şerê dewleta tirk berxwedana xwe didomînin. Ev berxwedana me dê tu carî bi dawî nebe. Ji xwe dijminê me kurdan gelek zêde ne. Lê kurd jî dijminatiya hevdû dikin. Em xiyaneta Barzanî jî şermezar dikin. Malbata Barzanî ne cara yekeme xiyanetê li me kurdan dikin. Ji demên berê ve vê xiyanetê dikin. Îro ev xiyaneta ku dikin jî berdewamiya wê ye. Êdî baweriya me bi Barzanî û biratiya wî nayê. Em biratiya wî qebûl nakin. Barzanî baweriya xwe bi dijminê me kurdan anî. Divê gelê me yê kurd di navbera xwe de bibin yek û tifaqa xwe ava bikin. Em tifaqiya Barzanî qebûl nakin. Em kurd dest bidin destên hevdû. Ligel mirin û zilmê jî divê em berxwedana xwe mezin bikin. Em xwedî zarokên xwe yên Başûr derbikevin. Ev jî bi deng derxistin û berxwedanê mimkûne. Em dayik êşa hevdû dizanin. Sînor li kêleka me ye û ji ber vê şerê heyî dil û kezeba me dayikan dişewite. Barzanî bi xiyanetê tu carî bi ser nakeve. Barzanî bûye kolê dewleta tirk. Bila li çar aliyê Kurdistanê gel rabe li ser piyan. Em xwedî li ber xwedana Başûr derbikevin û deng bidin dengê wan.”
 
‘JI NEYARÊN KURDAN TU CARÎ DOST ÇÊNABE’
 
Husna Ataman jî şerê dewleta tirk û hevkariya Barzanî şermezar kir û got: “Ev xiyanet tu carî nayê qebûlkirin. Barzanî xiyaneteke mezin li gelê kurd kir. Mirov çawa gelê xwe difiroşe. Ji bo menfeatê xwe vê xiyanetê dike. Dewla tirk û Barzanî xwînxwar in. Mirov çawa bi neyarê kurdan re hevkariyê dike. Tê bîra min û nayê bîra min malbata Barzanî her tim xiyanet li gelê kurd kiriye. Ev ne cara yekeme. Cerdewanên ku çek didin destên xwe û ji vir diçin hemû xayîn in. Birayê xwe difroşin ji bo du qirûşan. Barzanî ji ber birçiye vê xiyanetê dike. Erdogan ji bo me kurdan çiye, Barzanî jî ew e. Her du jî ji hevdû ne cuda ne. Kurdek wek Barzanî neyartiya gelê kurd dike. Ji neyarê kurdan tu carî dost çênabin. Ew der ne axa dewleta tirk e. Çi ji gelê wir dixwaze. Li Başûr bi kîmyasalê êrîş dikin, gundên me hemû vala kirin û gel koçber kirin. Ev salan in em tên kuştin. Lê hertim jî em rastî xiyanetê hatin. Li hember vê şerê divê em kurd di navbera xwe de tifaqiya xwe ava bikin. Ger ku ev tifaqî ji berê ve ava bibûya dê rewşa me ne wiha bûya. Heta Erdogan li dinyayê be dê dawî bi vê şerê neyê. Ji ber ku ew bi xwe aliyê şere. Divê em îktîdariya Erdogan bihejînin û wî ji wir daxînin. Ev jî bi yekitiya kurdan mimkûne. Em jî êdî jiyanek azad û wekhev dixwazin. Bi şer tu tişt çareser nabe. Çareseriya şer azadî û yekîtiye. Em li dijî şer û kuştinê ne. Dewleta tirk bi balafiran êrîşê çiyayên me yên Kurdistanê dikin. Ev tişta ku dikin hovîtiye li ser me kurdan dike. Em hertim li dijî zilmê ne. Heta şer bisekine em ê li berxwe bidin.”
 
‘EM NE ŞER, WEKHEVIYÊ DIXWAZIN’
 
Hemayîl Cîn jî destnîşan kir ku hovîtiya dewleta tirk ji berê heta îro bi awayek cuda cuda berdewam dike û wiha axivî: “Ev hovîtî tu carî bi dawî nebû. Dewleta tirk ji bo ku axa Kurdistanê bi dest bixe vî şerî dike. Gelo Mesût Barzanî ji bo çi vê xiyanetiyê dike? Ev bi salan in em dibêjin divê gelê kurd xwe bike yek û azadiya xwe ava bike. Em ne şer, wekheviyê dixwazin. Li hember hemû êrîş û xiyanetê gelê Kurd li ber xwe dide. Ger ku Mesût Barzanî hevkariya dewleta tirk nekira û destûrê nedaya ew dê îro nikaribûn biçûna li ser xaka Kurdistanê. Ew der xaka şêr û egîdan e. Ew der ne axa dewleta tirk e. Bi balafir û gulebaranan gelê wê derê dikujin. Çiyayên me bi çekên kîmyewî tên bombebaran kirin. Mirovekî misilman çawa vê tiştê dike. Wijdana wan tune ye. Li kêleka me êrîşê sînor dikin. Dil û kezeba me dayika dişewite. Ji vê rojê şûnde em ê tu carî bi Barzanî re gav navêjin. Barzanî jî êdî dijminê me ye. Ma em terorîstin zarokên me dikujin. Ew diçin ser axa me. Jiyanek azad û wekhev bi tifaqbûnê mimkûne. Bila Barzanî dev ji vê xiyanetê berde. Em di dorpêçekê de bin jî li ber xwe didin. Em kurd xilas nabin. Em dayik jiyanek azad û wekhev dixwazin.”
 
 

Sernavên din

13/05/2022
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin