Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger

  • rojane
  • 09:35 11 Gulan 2022
  • |
img
SÊRT - Danişîna ewil a Hevşaredarên Sêrt, Hawêl û Misircê ku şûna wan qeyûm hat tayînkirin wê sibê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê were dîtin. 
 
Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, Hevşaredarên Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Ozden Gulmez û Hevşaredarê Misircê Baran Akgul ên ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn hilbijartin, piştî di 15’ê Gulana 2020’an de hatibûn binçavkirin ji peywîrê hatibûn girtin û şûna wan qeyûm hate tayînkirin. Hevşaredar bi şertê “hefsa malê” hatin berdan. Di pêvajoya derbasbûyî de 7 dozgerên dosyayê hatin guhertin. Dozgerê ku li dosyaya herî dawî dinêre derbarê hevşaredaran de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdîaname amade kir. Di îdianameya ji 120 rûpelan pêk tê de pergala hevserokatiyê, parvekirinên medya dîjîtal, wergirtina karkeran, bikaranîna malên şînê, daxuyaniyên çapemeniyê yên di gelek dadgehan de weke sûc nehatin hesibandin, kirin mijara sûc. Her wiha di îdianameyê de beşa “Hevşaredaran” a di peyamên cejnan de di bîlboardan ve hatin daliqandin jî weke delîlê sûc hatin hesibandin. 
 
‘VÎNA KU HATIYE XESPKIRIN TÊ DARIZANDIN’
 
Danişîna ewil a têkildarî îdianameya hatiye amadekirin, wê sibê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê dîtin. Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin û ji peywîrê girtin beriya danişînê nirxandin kirin. Işik, bi lêv kir ku tenê ji bo qeyûm were tayînkirin bi dosyayeke hatiye tejîkirin re rûbirû ne û wiha got: “Hema bêje hemû xebatên şaredariyê weke sûc xistine nava dosyayê. Yek ji van jî wergirtina kar e. Ji bo 204 kesên qeyda wan sîcîla edlî hatiye wergirtin û bi kaxiza temîzê ketine kar em sûcdar kirine. Ji wan 175 hêj li ser karê xwe ne. An ku derbarê kesên tên îdiakirin ku têkiliya wan rêxistinê re hene de ne biryareke dadgehê ne jî biryareke dozgeriyê heye. Dîsa Hevşaredarî weke delîlê sûc danîne pêşiya me. Li Tirkiyeye partiyeke siyasî ku pergala hevserokatiyê bi awayekî qanûnî bi kartîne heye, hevserokatî çawa dibe sûc? Biryareke ku li dijî hevşaredariyê hatiye dayîn jî nîne. An ku vîna hatiye xespkirin tê darizandin.”
 
‘BÊHIQÛQÎ KIRIN Û QEYÛM TAYÎN KIRIN’
 
Hevşaredarê Misircê Baran Akgul ku qeyûm tayînî şûna wî hate kirin û ji peywîrê hate dûrxistin jî diyar kir ku kesên tehamulî vîna gel nekirin, bi awayekî bêhiqûqî qeyûm tayînî şaredariyê kirin û bi lêv kir ku bêhiqûqiya heyî bi hefsa malê ya nêzî 2 salan û îdîanameya derbarê wan de hatiye amadekirin berdewam dike. Akgul, bi bîr xist ku bêbextiya ku di dema binçavkirinê de medyaya desthilatê servîs kir a weke “Di ajandaya li mala wî hate girtin de fermana bombe çêkirinê derket” di îdîanameyê de cih negirtiye û wiha got: “Tiştên di îdianameyê de cih girtin parvekirinên medya dîjîtal û sûcdariyên hevserokatiyê ne. Armanç tayînkirina qeyûm a li ser vîna gel bû û her cure bêhiqûqî kirin û qeyûm tayin kirin.”
 

Sernavên din

11/05/2022
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe
09:08 Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin
09:06 Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir
09:04 'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike'
09:03 Endama SMJÊ Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin
09:01 Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN
10/05/2022
20:26 Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin
18:26 Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin
16:50 Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin
16:37 Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:24 HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand
16:18 Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin
16:14 Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
15:59 Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'