Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin

  • rojane
  • 14:43 14 Gulan 2022
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê çalakiya xwe di hefteya 894’an de berdewam kirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan hat pirsîn û çalakvanan xwestin ku kujerên wan bên darizandin. 

Bi mebesta pirsîna aqûbeta windakiriyan û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê her hefteyê li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixin. Lê belê ji ber şert û mercên pandemiyê, Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 894’emîn li ser hesabên xwe yên medyaya civakî li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Selîm Orhan ê 46 salî, Hasan Orhan ê 40 salî û Cezayîr Orhan ê 17 salî pirsîn ku di 24’ê gulana 1994’an de li navçeya Pasûr a Amedê hatibûn binçavkirin û qetilkirin. 
 
Di çalakiyê de ji ewil li ser navê malbatê kurê Mehmet Selîm Orhan ê bi navê Adnan Orhan axivî. Orhan, da zanîn ku bav, ap û pismamê wî piştî ku hatin binçavkirin, 17 rojan li Dibistana Herêmê ya Liceyê hatin îşkencekirin û wiha got: “Piştî îşkenceyê jî birin gundê Bagcilar ê Pasûrê û li wir gule lê reşandin û qetil kirin. Derman li wan reşandin û şewitandin. Piştî agahî ji herêmê hatî, malbat û şêniyên gund çûn cihê lê hatibûn qetilkirin. Cenazeyên 6 kesan li wir dîtin ku nedihatin naskirin.” 
 
DI GOREKÎ DE 6 CENAZE 
 
Bi domdarî Orhan anî ziman ku li herêmê gelek bûyerên kiryarnediyar çêbûne û wiha domand: “Piştî ku malbateke din ji bo heman herêmê serlêdan kirî, bi biryara dozgeriyê li wir gora komî hate vekirin. Hestiyên wan şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Me jî serlêdan kiribû. Di encamê de derket holê ku yek ji wan bavê min û yek jî apê min bû. Me xwest piştî ewqas zilmê hestiyên xwe wergirin. Lê tevahiya wan hestiyan xistin telîsekî û şandin dozgeriyê. Ji bo wergirtina hestiyan me serî li dozgeriya Pasûrê da. Hestî, di telîsekî de dirêjî me kirin. Hemû hestî li Goristana Bêkesan di gorekî de veşartin.”
 
‘SAL JÎ DERBAS BIBIN EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’
 
Di berdewamê de Orhan got ku hemû serlêdanên wan bêencam man û wiha derbirî: “Hestiyên xizmên me hêj niha jî li goristana bêkesan in. Tevî ewqas dem jî derbas bû lê kesek nehat cezakirin. Hemû serlêdanên me bêencam man. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Sal jî derbas bibin em ê aqûbeta xizmên xwe bipirsin û dev ji têkoşîna xwe bernedin.” Piştre jî parêzera malbatê Reyhan Yalçindag axivî û da zanîn ku li gel ku cenaze hatine dîtin jî tu kes ji ber vê komkujiyê nehatiye darizandin û faîl bi zirxê necezakirinê hatine parastin. 
 
SERPÊHATIYA WINDAKIRIYAN
 
Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla xwîşka xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, Ayşe Tepe ve hat xwendin. Tepe, da zanîn ku Tirkiye ji ber dosyaya Orhan’an li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû mehkûmkirin lê belê di hiqûqa navxweyî de kiryar bêceza hatine hiştin. Di berdewamê de jî Tepe wiha qala serpêhatiya windakiriyan kir: “Di 24’ê gulana 1994’an de leşker hatin gund û Mehmet Selîm ê 46 salî, Hasan Orhan ê 40 salî û Cezayîr Orhan ê 17 salî binçav kirin. Rojek piştre jî Salih Orhan serî li hemû saziyên fermî da. Şahidan da zanîn ku li Qereqola Serîkê hatin binçavkirin, ji wir birin Qereqola Cendirmeyan a Liceyê û herî dawî jî derbasî Dibistana Herêmê ya Liceyê. Lê tevî vê yekê jî Serdozgeriya Pasûrê lêpirsîna ku di 8’ê hezîrana 1994’an de dabû destpêkirin, bi hinceta ku navên wan di nava kesên binçavkirî de nîne, dawî li lêpirsînê anî.” 
 
DI HEMAN GORÊ DE 6 CENAZE
 
Bi domdarî Tepe ev tişt anî ziman: “Piştî ku hemû hewldanên wan bêencam mayîn, malbata Orhan serî li DMME’yê dan. DMME’yê jî di biryara xwe ya di 6’ê mijdara 2022’yan de Tirkiye ji kuştina wan berpirsyar dît û mehkûm kir. Piştî israra malbat û ÎHD’ê, hestiyên Mehmet Selîm û Hasan Orhan li nêzî gundê Bagcilar ê Pasûrê di goreke komî de hatin dîtin. Lê hêj niha jî hestiyên Cezayîr Orhan nehatine dîtin. ATK’ê di 16’ê tîrmeha 2004’an de hestiyên wan bi postayê ji dozgeriya Pasûrê re şand. Dema malbatê xwest hestiyên xizmên xwe defin bike jî dozgeriyê jê re got ku hestî winda bûne. Piştî israra malbat û ÎHD’ê jî hestiyên wan li gel hestiyên 6 kesên din li goristana bêkesan di heman gorî de hatine definkirin.”
 
Herî dawî jî Tepe got ku divê derheqê berpirsyarên ku navên wan di qeydên DMME’yê de derbas dibin de lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin û edalet pêk bê. 
 

Sernavên din

16/05/2022
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda
16:46 Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin
16:45 Jin li Silopiyayê ji bo Sakîne Kultur meşiyan
16:35 Li Wanê meşa 15'ê Gulanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
16:11 Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in
15:21 Dema binçavkirinê ya 25 kesan hate dirêjkirin
14:53 Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre
14:52 Brûskê li karikan da û gelek karik mirin
13:46 Li Colemêrgê protesto: Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin
13:41 Malbata Şenyaşar: Bila fezlekeya Yildiz ê AKP'î ji meclisê re bê şandin
13:34 Doza ku Bayraktar li rojnamevan vekiribû hat lidarxistin
13:34 Di danişîna cînayeta Hantaş de daxwaza ji bo girtina polîs hate redkirin
13:07 Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê tesîrê Colemêrgê kir
12:59 Makbule Ozer: Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim!
12:32 Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin
12:30 Onlu: Yên ku lanetê li Îsraîlê barandin, heman lanete li Dêrsimê nîşan dan
12:23 Kujerê Kultur karmendê dewletê ye û têkiliyên wî bi AKP'iyan re hene
12:01 Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê
11:32 Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin
11:04 Îhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê
11:00 Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan
10:43 Xiyaneta mezin a PDK’ê: Komkujiya Hewlêrê
10:39 Jinên mezraya Mêrganê: Agir jî berdin bedena me em ê gundê xwe bernedin
09:56 Rênas Jiyan: Dewletên serdest zimanê me pir êşandin, divê em jî zimanê xwe neêşînin
09:35 Hevalê Çaran ê qawişê: Ji bilî berxwedanê tu rê nînin
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN