Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin

  • rojane
  • 09:16 15 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX – Li navçeya Elkê malbatên ku çek danîne û dest ji cerdevantiyê berdana bal kişandin ser êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê tên kirin û bang li cerdevanên ku tevli van êrişan bûne jî kirin û gotin: “Dev ji cerdevantiyê berdin û çekên xwe daynin. Kesên ku çek didin destên xwe û diçin, îxanetê bi gelê xwe re dikin. Ji vê rêya şaş vegerin.”
 
Zext û zilma li ser gelê kurd bi salan in bi şêwazên cuda heta roja îro berdewam dike. Ji wan şêwazan yek jî ew e ku di salên 80’î û 90’î de bi ser gundên herêmê de hatiye girtin û ji bo bibin cerdevan gef li wan hatine xwarin û tahde li wan hatiye kirin. Bi hezaran welatiyên ku cerdevanî qebûl nekirin jî ji neçarî koç kirin. Hîn welatî jî cerdevaniyê qebûl kirin û li gundên xwe man. Lê piştî bi salan gelek cerdevan jî çekên xwe danîn. Cerdevanên ku îro peywira xwe didomînin jî niha tevli operasyonên Tirkiyeyê dibin ku di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe hatine destpêkirin. 
 
Li Elkê ya Şirnexê malbatên ku çek danîne û des ji cerdevantiyê berdane têkildarî bang li cerdevanên ku tevli operasyonan dibin kirin ku bes îxanetê bi gelê xwe re bikin. 
 
PIŞTÎ KURÊ XWE DEV JI CERDEVANTIYÊ BERDA
 
Eydê Bal a 65 salî anî ziman ku berê jiyanek wan a gelek xweş û aram hebûye. Eydê, bi lêv kir ku ji ber nasnameya wan dewletê bi salan tahde li wan kiriye got: “Li gel hemû zordariyan jî me jiyana xwe didomand. Lê belê zilm û zordariya dewletê jî li ser gelê kurd dihat kirin. Di salên 80 û 90’î de cerdevanî li gelê kurd dihat ferzkirin. Ên ku qebûl nekirin ji welatê xwe dihatin koçberkirin. Li ser me jî zext dihatin kirin. Ji bo ku em dev ji axa xwe bernedin hevjîna min 21 salan berê ji neçariyê bû cerdevan. Me bi darê zorê kirin cerdevan. Hevjînê min Velî Bal di sala 1991’an de dest bi cerdevantiyê kir û di sala 2001’an de jî dev ji cerdevantiyê berda. Di sala 2001’ê de kurê min Recep Bal tevlî nava refên PKK’ê bû û 6 salan ma.  Di sala 2007’an de jî hat girtin û 22 sal ceza lê hat birîn. Ev 15 salin kurê min girtiye. Dema kurê min tevlî nava PKK’ê bû bi şûn de dewletê dest bi zilmê kir, tahde li me û hevjînê min kir. Piştî kurê min çû bi şûn de, yanî 21 sal berê hevjînê min dev ji cerdevantiyê berda. Li hember zilmê rabû û çek danî. Hevjînê min jî li dijî mirinê û xwîn rijandinê bû.”
 
'BILA CERDEVAN ÇEKÊN XWE DEYNIN'
 
Bal, bal kişand ser şerê ku li Başûr tê meşandin û wiha domand: “Li her derî şer heye. Gelê kurd tê kuştin. Li kêleka me, li sînor êriş tên kirin. Em dayik şer naxwazin, bila êdî dilê dayikan neşewite. Em vî şerî qebûl nakin. Bila ev şer bisekine. Em dixwazin hemû gel bibe yek. Lê cerdewanên li vir berê xwe didin sînor û tevli şer dibin. Em dixwazin bila ew cerdewan jî dev ji cerdewaniyê berdin. Em naxwazin bira bira bikûje. Her du alî jî kurd in. Bila hemû kes dev ji çekan berdin. Ma wê heta kengî vê îxanetê li gelê xwe bikin. Kesên ku îro cerdewan in bûne pêlîstokên dewletê. Bila berbayî lîstikên dewletê nekevin. Ji ber vî şerê li sînor dilê me dayikan dişewite. Bila tu kes îxanetê li hev du neke. Bi îxanetê tu tişt bi destê mirovan nakeve."
 
BANG LI BARZANÎ KIR
 
Bal, ji bo hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê r ejî got: " Barzanî jî bûye hevkarê dewletê û piştgiriya wan dike. Mirov çawa vî tiştî li gelê xwe dike. Rê li ber dewletê vekiriye û çiyayên me gulebaran dikin. Barzanî jî kurd e, çima tevlî vê hovîtiyê dibe. Berî bi derengî bikeve bila dev ji vê hovîtî û îxanetê berde. Em jiyanek xweş, azad, aştî û wekhev dixwazin. Em naxwazin xwîn birije. Em ji vî şerî re dibêjin êdî bes e.”
 
JI BER ZILMÊ ÇEK DANÎ
 
Ji kesên çek danîne yek jê jî hevjînê Esmer Ataman a 50 salî ye. Esmer, da zanîn ku ew bi hevjînê xwe re li gundê Gûanisê yê Elkê diman û beriya ku ew bizewice hevjîna wê dest bi cerdevaniyê kiriye. Esmer, destnîşan kir ku di malbata hevjînê wê de bavê hevjînê wê jî cerdevan bûye û wiha domand: “Di salên 90’î de dewletê bi ser gund de girtiye û zilm li gundan kirine ku ji bo bibin cerdevan. Şêniyên gund jî ji bo ku dev ji axa xwe bernedin ji neçarî bûne cerdevan. Wê demê hinek kes hatin li navçeyê jî bi cih bûn. Niha jî jiyana me bi çandinî û koçberiyê derbas dibe. Hevjînê min Abdulhakîm Ataman di sala 1982’an de dest bi cerdevaniyê kir. Kurê min Husnu Ataman di sala 2009’an de hat girtin û hevjîna min jî wê demê dev ji cerdevantiyê berda. Ji ber dosyeyeke siyasî 12 sal ceza lê hat birîn û di sala 2007’an de jî hat tehliyekirin. Keça min jî di sala 2013’an de tevlî nava PKK’ê bû. Hevjînö min nêzî 27 salan cerdevanti kir. Hevjînö min ji ber ku dev ji cerdevantiyê berda dewletê gelek tahde lê kir."
 
Ataman, destnîşan kir ku cerdevantî navê mirovan qirêj dike. 
 
Ataman destnîşan kir ku piştî hevjînê wê dev ji cerdevantiyê berdaye bi şûn de dewletê zilm li wan kiriye û gelek caran bi ser mala wan de hatiye girtin û axaftina xwe wiha domand: “Zilm li me dikirin. Hevjînê min dema çek danî jî dewletê jê re got ‘hîn kes te tehdît dikin, tu ji ber wê çeka xwe datînî.’ Lê hevjînê min got na, min bi xwe danî. Hevjînê min dev ji cerdevaniyê berda û tu carî jî poşman nebû. Dema ku dev ji cerdevantiyê berda ez gelek kêfxweş bûn. Em şer û kuştinê naxwazin. Dema kuştin dibe dilê me dayikan dişewite.”
 
BANG LI CERDEVANAN KIR
 
Ataman, bal kişand ser şerê li Herêma Kurdistana Federe ji aliyê Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê tê kirin û got: “Dewlet êrişî Başûr û çiyayên me dike. Cerdevan jî tevlî van operasyonan dibin. Em dixwazin bila ew jî dev ji cerdevantiyê berdin û çêkên xwe daynin. Em li dijî şer in. Kesek cerdevan çawa çek digire destên xwe û diçe tevlî şer dibe. Ew jî kurd e. Çima vî tiştêîdikin? Tişta ku ew cerdevan dikin xiyanet e. Divê dev ji vî tiştî berdin. Jiyan bi şer derbas nabe. Bila dawî li vî şerî bînin. Em xwedî li hev du derkevin. Bila dev ji cerdevantiyê berdin, biçin karekî dinê bikin. Em naxwazin ji her du aliyan jî kes bên kuştin. Barzanî jî îro xiyanetê li gelê kurd dike. Qaşo ew jî kurd e. Mirovek dema kurd be çawa vê îxanetê dike. Çû piştgirî da dewletê û xwe firot. Baweriya me bi Barzanî nayê. Bila ji vê rêya şaş vegere. Divê gelê kurd rabe li ser pêyan û di navbera xwe de yekitiya xwe ava bike.”
 
 

Sernavên din

19/05/2022
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda