‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'

  • rojane
  • 09:08 18 Gulan 2022
  • |

DÎLOK - Muslum Erîklî di salvegera mirina Hakî Karer de behsa wî kir û got: "Gelê kurd gere tu carî wî ji bîr neke. Roj bê gere cihê lê hatiye kuştin bibe muze." 

Di ser mirina Hakî Karer de 45 sal derbas bûn. Karer ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo wî dibêje "ruhê min ê veşarî" ji 18'ê Gulana 1978'an heya niha her sal bi çalakiyên cur bi cur tê bibîranîn. Muslum Erîklî ku li Dîlokê gava xwendekarê lîseyê bûye Karer nas kiriye, behsa bîranên xwe yên bi Karer re kirin.
SALÊN DDKD'Ê
 
Erîklî diyar kir ku di sala 1973'yan de ji bo lîseyê bixwîne ji navçeya Xelfetî ya Rihayê çûye DÎlokê û li vir di bi banê Komeleyên Çandê yên Şoreşger û Demokratîk (DDKD) de xwe birêxistin kiriye. Erîklî anî ziman ku wan salan pir hay ji kurdbûna xwe tune bûne û got: "Wê demê tevgerên kurdan hê nû nû derketibûn holê. Em jî, piştî em çûn van rêxistinên demokratîk me got, em kurd in. Di sala 1974'an de li Rihayê mîtîngek hat lidarxistin. Em jî tevî Komeleyên Çandê yên Demokratîk çûn mîtîngê. Di dema wê mîtîngê de me çend hevalan dirûşmeya 'Kurda re azadî" berz kir. Paşê gava em çûn Komeleyên Çandê yên Demokratîk ji me re gotin 'Gurgebozên kurdperest'. Em biçûk xistin û henekên xwe bi me kirin." 
 
‘KESEKÎ PIR SAKÎN BÛ'
 
Erîklî bi lêv kir ku ji ber ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Xelfetiyê bû bandor jê girtine û di sala 1976'an de Kemal Pîr û Cemîl Bayik nas kiriye. Erîklî, diyar kir ku bi rêya Pîr û Bayik jî Hakî Karer nas kiriye û got: "Kesekî pir sakîn bû. Giran bû. Pir nediaxivî. Wechekî wî yê esmer, wek ê kurdan hebû. ewilî me tim jê dipirsî, 'Tu kurd î?' Lê wî her tim bi dilnizmî digot, ew ne kurd e. Hevalekî fedekar û jêhatî bû." 
 
Erîklî da zanîn ku gelek bîranînên wî yên bi Karer re hene û ji wan bîranînan behsa ya herî zêde bandor lê kiriye kir: "Lîseya me di sala 1976'an de hat girtin. Hin heval ji bo xwendinê çûn bajarine din. Ez jî çûm Xelfetiyê û heftê 5 rojan li Xelfetiyê bûm. Dawiya heftê jî dihatim Dîlokê. Carekê gava hatim Dîlokê, ez çûm mala ku Hakî lê dima. Li mala xwendekaran bû. Pantorê wî qetiyayî bû û xwarin çêdikir. Ji ber ku li malê tiştekî ku çêbikira tune bûye, Hakî çûye qesêb û hestî anîne. Ji qesêb re gotiye 'ez ê wan bidim kûçikê xwe.' Gava çûm, ew hestî çêdikirin. Her cara ku tê bîra min digirîm. Ew hestî xistibûn nava avê û ew dikelandin û petatek jî xistibûyê. Nan jî tune bû. Bi min re jî pere tune bû, lê ez çûm min ji hevalekî deyn kir û da Hakî. A din a rojê cardin pereyê wî tune bû. Çûye ew pere dane Nûman Ûçarê ku zarokên wî hebûn. Gotiye, 'Em dikarin bi zikê birçî razên lê zarok na' û pere dane wî." 
 
‘JI BO NEÇE EZ LI BER GERIYAM'
 
Erîklî destnîşan kir ku Karer xwedî qebîliyeteke xurt a qanehkirinê bûye û ji bo kêliya hat kuştin ev tişt anî ziman: "Beriya bê qetilkirin bi çend rojan em tim li cem hev bûn. Hevalekî bi navê Mehmet Ûzûn hebû. Got, gava ew bi hev re li qahwexaneyê bûne Alaattîn Kapan li qehwê gotiye 'Kî bi xwe bawer e bila wer bi min re têkeve nîqaşê.' Min ji Hakî re got neçe. Min got, Alaattîn provakator û sîxur e, dibe ku zirarekê bide wî. A din a rojê li Parka Kirkayakê Hakî û Mehmet Ûzûn hatin cem min û gotin, wê biçin Taxa Hacibabayê. Ji bo neçe cardin li ber geriyam, lê çendî got 'temam' jî lê dîsa jî çû. Êvarê Mehmet Ûzûn hat mala ku em lê diman û got, bera Hakî dane. Wê kêliyê esman li ser serê me rûniştin. Em neçar man." 
 
WERGIRTINA CENAZE
 
Erîklî bilêv kir ku ji bo cenazeyê Hakî Karer ji dest polîsan wergirin di nava xwe de planek çêkirine û wiha berdewam kir: "Me cenaze wergirt û ji bo em wî bibin Ordûyê em çûn nexweşxaneyê, lê polîs li nexweşxaneyê bûn. Bi wesayîtên sivîl gelek polîsên di dest wan de çekên lûledirêj anîbûn û li wir sekinîbûn. Paşê hevalan got, plana wergirtina cenaze betal bûye û xwest em bela bibin. Em paşê sedema wê hîn bûn. Birêz Abdullah Ocalan hatibû Dîlokê. Min ew nedît, lê wî gotiye bila bela bibin. Birêz Ocalan hîs kiriye ku armanca wan komkujî bûye û ji ber vê nehiştiye em plana xwe pêk bînin." 
 
‘GELÊ KURD GERE TU CARÎ WÎ JI BÎR NEKE'
 
Erîklî destnîşan kir ku di jiyana xwe de du kesên qet ji bîr nekirine hene; ew jî Kemal Pîr û Hakî Karer in û di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez tu hevalî ji bîr nakim, lê ev her du nav pir cuda ne. Hakî kesekî pir taybet bû. Her kesî jê hez dikir. Ma mimkun e ku mirov Hakî ji bîr bike? Gava diçû mêvandariya xwarin çêdikir, firaq dişûştin, ber dilê zarokan xweş dikir. Ji xwe bêtir li hevalên xwe difikirî. Gava birçî bûbûna jî ewilî hevalên xwe têr dikir. Pir ji gelê kurd hez dikir, kesekî pir girêdayî tevgerê bû. Gelê kurd gere tu carî wî ji bîr neke. Roj bê gere cihê lê hatiye kuştin bibe muze. Ne tenê di salvegeran de gere em her roj wî bibîr bînin." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

21/05/2022
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin
10:17 Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê
10:00 Polîsan veşartina cenaze û şîn asteng kirin
09:41 Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn
09:08 ‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
09:05 Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike
09:05 Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike
09:01 Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN
20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî
18:51 Li Bestayê qirkirina daran didome
18:37 Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe!
18:19 ‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
17:19 Li Edeneyê 'şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
17:07 Hunermend Gokçe hat berdan
17:01 Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
16:44 Nûnerê TUGVA'yê li Şaredariya Amedê bû serokê daîreyê
15:55 'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê'
15:52 Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
15:48 Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye
15:16 YNK: Kîjan dema ku Barzanî qala biratiyê bike îxanetek pêk tê
15:08 ‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’
14:17 Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin
14:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:55 Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime
13:45 Li Sêrtê ciwanek mirî hat dîtin
13:37 Malbata Îzol li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
13:05 Li ser îfadeyên 'şahidê veşarî Ulaş' 26 kes hatin girtin
12:12 Emîne Şenyaşar: Bila lawê min were berdan
12:02 Hunermend Zelal Gokçe hate binçavkirin
12:02 Malbata Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da: Deriyên Îmraliyê vekin
11:59 HDP dê di Konferansa Jinê ya Navendî de nexşerêya serdema nû niqaş bike
11:57 Pêşmergeya 55 salan: Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan
11:45 Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe
10:58 Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne
10:56 Hevşaredarê Norşînê yê berê hate berdan
10:48 ‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’
10:40 Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin
10:27 Derbarê Hevşaredara Farqînê de du îdianameyên nû hatin amadekirin
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn