Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê

  • rojane
  • 10:17 21 Gulan 2022
  • |
AMED - Esnafên Amedê derbarê krîza aborî de axivîn, diyar kirin ku ji ber qrîzê karê ne baş bûye û ji ber bihabûnê hatin ber asta dikan girtinê. 
 
Krîza aborî li Tirkiyeyê didome û her ku diçe kûrtir dibe. Ev jî di gelek aliyan de bandoreke neyî ya giran li civakê çêdike. Her çiqas desthilat qebûl neke û bixwaze ser mijarê bigire jî bihabûna berheman didome û faturayên ceyran, gaz û avê zêde dibin. Her wiha bilindbûna enflasyonê jî berdewame. Ev yek xwe di statîkên aboriyê de jî xwe dide der. Li gorî daneyên meha nîsanê yên Saziya Statîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) Endeksa Bihayê Mezêxeran (TÜFE) li gorî salê borî ji sedî 69,97 zêde bûye. Di heman demê de Endeksa Bihayê Hilbirîneran(ÜFE) jî li gorî salê borî  ji sedî 121,82 zêde bûye. 
 
Esnafên Amedê ku ji vê rewşê bibandor dibin derbarê mijarê de axivîn û gilî û gazinên xwe anîn ziman. 
 
 
DEYDAR DERDIKEVIN
 
Esnaf Abdûllah Kaçan ku zêdetirî 12 salan e mobîlyayan difiroşe, diyar kir ku karê wan gelekî kêm bûye  û qezencê wan kêm bûye û wiha got: "Sala borî me mehê 10 dolap çêdikirin niha em tenê 2-3 dolap çêdikin. Malzemeyên em bi kar tînin ji sedî 150 zêde bûne. Bikir tên bihayê pirs dikin û diçin. Karê me ji sedî 80 ketiye. Em 4 kes dixebitîn lê piştî bihabûnê me 2 karkerên xwe derxist. Em 2 şîrêk in û sala borî ji her yekî ji me re 7-8 milyon  dima. Lê îsal em bi zorê lêçûnên xwe derdixin. Em deyndar derdikevin. Berê me 6 milyon re dolabek çêdikir niha bûye 12 milyon. Li gorî sala borî kirê, ceyran û av jî gelek zêde bûye. Em gelekî zehmetî dikişînin. Sîxorta jî zêde bûye berê 900 lîre bû niha bûye hezar û 600 lîre."
 
'BIHAYÊ ÇADIRAN HER SEAT DIGÛHERE'
 
Esnaf Nîzam Bûlûtoglu ku çadirên wesayîtan çêdike jî da zanîn ku 50 sal in vî karî dike û bihabûnê bandoreke mezin li wan dike û ev tişt got: "Sala borî çadirek hezar û 800 lîre bû îro bûye 3 hezar lîre. Lê dîsa jî qezenç nakim. Sedema neqezençkirinê bihabûn e. Êdî her seat maliyêta çadiran digûhere û dahata me diçe bacê. Di heman demê de kirê û ceyran jî me pêrişan kiriye. Ceyran li gorî sala borî 3 qat zêde bûye. 50 sal in hilbirîneriyê dikim û min heta niha ewqas bihabûn û rêvebiriya xirab nedîtiye."Em nikarin pêşiya xwe bibînin. Garantiya seatekî jî tunneye. Berê me plansaziya salekê çêdikir niha nikarin a rojekê bikin. Sedema vê jî desthilat bixwe ye. Heke di rojên pêş de Tirkiye bibe welatekî demokratîk û edalet bê welat wê krîza aboriyê jî çareser bibe. Xezîneyê Tirkiye vala kirine."
 
'HER TIŞT JI QONTROLÊ DERKETIYE'
 
Esnaf 
Husnî Çîçek ku nêzî 40 salan e karê nanpêjiyê dike jî bi lêv kir ku ji serê sibê heta êvarê dişuxile lê heqqê keda xwe dernaxin û ev tişt anîn ziman: "Kîjan dema ku ji bo arvan telefon dikim dibêjin, 'arvan biha bûye'. Yanî dest û lêngên te girêdayî ne û nikarî tiştekê jî bikî. Nanpêjek berê 4-5 malbatan xwedî dikirin, îro nikarin malbatekê jî xwedî bikin. Îro bûye ku êdî em nikarin êzing û arvan bikirin. Em hilbirîner êdî tu tişt qezenç nakin. Îro her tişt ji qontrolê derketiye û bi vî awayî berdewam bike ez ê dikanê bigirim. Di vê pêvajoyê de mirov nikare pêşiya xwe bibîne. Arvan niha bûye 420, tona êzingan bûye hezar û 600 lîre, ceyran jî hezar û 700 lîre tê. Yanî dahat û lêçûn li hev nayê."
 
HATIYE BER ASTA DIKAN GIRTINÊ
 
Ercan Asana ku 30 sal in karê sediye û dergûşan dike, destnîşan kir ku berê darên bi milyonek dikirîn niha bûye 6 milyon û nîv û wiha got: "Şeş qat zem hatiye ser. Bikir bixwe jî nikare bikire. Bihayê wan jê re jî zêde tê, bi rastî sucê me jî tune ye malzeme, boya, tûtkal, ceyran û dar her roj biha dibe. Em kar nakin û tu sal min weke îsal zehmetî nekişandiye. Heke wisa here em ê dev ji karê xwe berdin û dikana xwe bigirin."
 
'BER KARÊ ME BAŞ BÛ'
 
Ramazan Mûngan ku li çarşiya Şewitî sobe, mangal û dawlûnbazan çêdike jî ev gilî û gazin kirin: "Berê karê me baş bû. Çarşî şên bû, lê niha tu kes tuneye. Malzemeyê ku ez bi kar tînim sac e, ji sedî 150 biha bûye. Em nizanin ku çi bikin. Karê ku em dikin me xelas nake. Berê ji navçeyên Amedê, Dersimê, Çewlikê, Mêrdînê bikir dihatin lê niha dinihêrî tu tişt tuneye."
 

Sernavên din

21/05/2022
21:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
20:46 Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
20:03 Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin
10:17 Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê
10:00 Polîsan veşartina cenaze û şîn asteng kirin
09:41 Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn
09:08 ‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
09:05 Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike
09:05 Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike
09:01 Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN
20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî
18:51 Li Bestayê qirkirina daran didome
18:37 Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe!
18:19 ‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
17:19 Li Edeneyê 'şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
17:07 Hunermend Gokçe hat berdan
17:01 Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
16:44 Nûnerê TUGVA'yê li Şaredariya Amedê bû serokê daîreyê
15:55 'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê'
15:52 Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
15:48 Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye
15:16 YNK: Kîjan dema ku Barzanî qala biratiyê bike îxanetek pêk tê
15:08 ‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’
14:17 Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin
14:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:55 Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime
13:45 Li Sêrtê ciwanek mirî hat dîtin
13:37 Malbata Îzol li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
13:05 Li ser îfadeyên 'şahidê veşarî Ulaş' 26 kes hatin girtin
12:12 Emîne Şenyaşar: Bila lawê min were berdan
12:02 Hunermend Zelal Gokçe hate binçavkirin
12:02 Malbata Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da: Deriyên Îmraliyê vekin
11:59 HDP dê di Konferansa Jinê ya Navendî de nexşerêya serdema nû niqaş bike
11:57 Pêşmergeya 55 salan: Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan
11:45 Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe
10:58 Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne
10:56 Hevşaredarê Norşînê yê berê hate berdan
10:48 ‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’
10:40 Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin
10:27 Derbarê Hevşaredara Farqînê de du îdianameyên nû hatin amadekirin
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt