Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve

  • rojane
  • 09:02 22 Gulan 2022
  • |
img
AMED - Amediyan ku bertek nîşanî êrişên bi hevkariya AKP-MHP'ê û PDK'ê dan bilêv kirin gelê kurd û vîna gelê kurd ji berjewendiyên hemû partiyan mezintir in û gotin, PDK berbayê lîstika AKP û MHP'ê dikeve. 
 
Êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê ji 17'ê nîsanê ve didomin. Armanca van êrişan ku ji xeynî malbata Barzanî hemû kurd bertek nîşanî wan didin, jiholêrakirina destkeftiyên kurdan e. 
 
Amediyan ku bertek nîşanî PDK'ê dan gotin, helwesta PDK û MHP'ê ya li hemberî kurdan heman helwest e. 
 
‘PDK, BERBAYÊ LÎSTIKA AKP Û MHP'Ê KET'
 
Giyasettîn Kiliç anî ziman ku desthilata AKP'ê tenê ne li nava sînor li hemû parçeyên Kurdistanê êrişê dibe ser kurdan. Kiliç destnîşan kir ku PDK berbayê lîstika AKP û MHP'ê ketiye û got, ji ber ku PDK şirîkantiya polîtîkayên qirkirina kurdan dike gelê kurd wê şermezar dike. 
 
‘ARMANCA BARZANÎ NE GELÊ KURD E'
 
Kiliç destnîşan kir ku kapîtalîzm bi xwe re faşîzm aniye û wiha domand: "Faşîzm dijminatiya her tiştî dike, dijminatiya kedê, nasnameyê, çandê, mirovahiyê û demokrasiyê dike. PDK jî xwe radestî polîtîkayên kapîtalîzmê kir. Armanca Barzanî ne statuya Kurdistanê û gelê kurd e, armanca wî li gor faşîzmê tevbigere. Gelê Başûr jî ji vê yekê ne razî ye. Niha gelê Başûr jî li ber PDK'ê radibe û naxwaze PDK şirîkantiyê bi dewleta tirk re bike." 
 
Bi domdarî Kiliç bang kir ku divê tu kurd piştgiriya PDK'ê nekin û di her şert û mercî de li ber rabin û ev tişt anî ziman: "Em dixwazin PDK dev ji vê lîstika qirêj û şirîkantiya xwe ya bi dijmin re berde." 
 
‘DÊ HEYA KENGÎ WISA BIDOME?'
 
Fîkrî Genîş jî bilêv kir ku tim neheqî li gelê kurd tê kirin û ev neheqî niha bi şer tê dewamkirin. Genîş, got: "Erdogan doza çi li gelê kurd dike? Madem desthilat ji me hez nake, nexwe bila me hemûyan bikuje. Em şer naxwazin. Ger aştî çênebe dê şer û mirin bidomin. Ma dê ev mirin heya kengî bidome? Tiştên hatine serê gelê kurd ger bihatana serê gelekî din dê kesî jî qebûl nekirana. Lê gava behs tê ser kurdan her kes xwe li nedîtinê datîne." 
 
‘PDK, DIVÊ BI AQILÊ AKP-MHP'Ê HEREKET NEKE'
 
Welatiyê bi navê Salih Kizil jî destnîşan kir ku şerê niha li hemberî gelê kurd tê kirin ne şerekî nû ye û wiha pê de çû: "Xwediyên esasî yên vê axê kurd in. Em bêbextiya kurdan a li kurdan bi tu awayî qebûl nakin. PDK, divê bi aqilê AKP-MHP'ê hereket neke. MHP doza qirkirina me dike û ên din jî dibin şirîkên wê." 
 
‘DIVÊ GELÊ KURD BÊDENG NEMÎNE'
 
Kizil di berdewama axaftina xwe de bang li Pêşmergeyên PDK'ê jî kir û got, Barzanî yekîtiya gelê kurd naxwaze, tenê li gor berjewendiyên xwe hereket dike û lewma divê Pêşmerge guh li Barzanî nekin. Kizil got: "Pêşmerge divê guh li Barzanî nekin û li hember birayên xwe şer nekin. Bang li rewşenbîr, mamoste, rûspî û gelê kurd ê li Başûr dikim; li ber vî şerî rabin. Êdî bila aştî çêbibe." 
 
‘PDK Û MHP LI SER HEMAN XETÊ NE'
 
Sînan Ay jî bibîr xist ku PDK di sala 1992'yan de jî li ser xeta bêbextiyê bûye û got, di navbera desthilata Barzanî û ya Tirkiyeyê de tu ferq tune ye. Ay, bilêv kir ku PDK bi dijminên kurdan re hereket dike û got: "Gelê kurd piştî vê saetê tu carî biratiya PDK'ê naxwaze." 
 
YEKÎTÎ
 
Welatiyê bi navê Hasan Fîdantek jî anî ziman ku ev welat hebûna gelê kurd naxwaze û got, Barzanî jî şibiyaye wan. Fîdantek, bilêv kir ku tu gel wekî gelê kurd zilm nedîtiye û got, lê gelê kurd dê bi yekîtiyê karibe ji heq van pêkanînan derkeve. 
 

Sernavên din

24/05/2022
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:56 ‘Divê em têkoşîna hevpar a li dijî şer mezintir bikin’
10:38 Jinên delegeyên HDP'ê peyama 'li dijî şer têkoşîna hevpar' dan
10:27 Cenazeyê Çelebî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê
10:27 ‘Ji Enfala Sedam xelas bûn di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin’
10:26 Planên hêzên serwer ên li ser Şengalê
10:09 ‘Pêdiviya kêmtirîn a 10 girtiyan 8 hezar lîre ye’
09:59 Parêzer Çakmak: Heta tecrîd ranebe aloziya li Tirkiyeyê xelas nabe
09:39 Ne yên zindanê, muebbedên Çand û Folklora Kurdî ne!
09:10 Çobanoglû ku bi mirinê gef lê hat xwarin: Em ê wan tim nerihet bikin
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:09 Li Herêma Kurdistanê jî zozan hatin qedexekirin
09:08 Mehmet Ocalan: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
09:07 ‘Tirkiye xwezaya Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne'
09:06 Bolunmez ê AKP'î vê carê jî çav berdaye Gundikê Remo
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2022'YAN
07:50 Cenazeyê Zekî Çelebî gihişt Silopiyayê
23/05/2022
23:15 Di Mîhrîcana Cannesê de komkujiyên jinan hatin şermezarkirin
22:16 Malbata Dokû dê sibê biçe ber walîtiyê
22:08 Qeyûm AVM'ya bi 635 milyonî bi 150 milyonî firot AKP'iyan
21:57 Şerê li Cûdiyê didome: 4 esker mirin
21:50 Dogal û Algûn ên li Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
21:40 SGDF: Dê îşkenceya li girtîgehan bi berxwedana yekbûyî têk biçe
21:14 Malbata Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
20:43 Hevseroka HDP'ê ya Erdexanê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
20:33 Piştî 7 mehan cenazeyê Yenî dan malbatê
19:15 Esker û cerdevanan ber bi Heftenînê ve dişînin
16:46 Xelkê Girê Spî li dijî projeya Tirkiyeyê dest bi kampanyaya îmzeyan kir
16:46 Qeyûmê Amedê, qeyûmê Sûrê kir sekreterê xwe
16:45 Li Bestayê talan li Cûdî jî qedexe didome
16:41 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
16:26 Di danişînê de biryar hate dayîn ku polîsî bi darê zorê bînin dadgehê
16:23 Cenazeyê Zekî Çelebî ji Silêmaniyê şandin Wanê
16:15 Cenazeya endama YJA-STAR’ê Kiliçoglu piştî 9 mehan hat veşartin
16:01 Beştaş: Ocalan projeyên demokratîk pêşkeş dike
15:40 Polîsan li Nisêbînê avêt ser dawetekê
15:40 Cezayê ragihandinê dan girtiyên ku Komkujiya Helebçeyê şermezar kirin
15:15 Rojnamevanên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê bertekeke hevpar dan
15:03 Di doza Can de wê ji nû ve rapora ATK'ê bê xwestin
14:44 Li Stenbolê kampanya li dijî bihabûnê hat destpêkirin
14:34 Hejmara kesên li Êlihê hatine binçavkirin derket 5’an
14:33 Erdogan: Em nikarin danekirinên Swêdê ji bîr bikin
14:27 Li Lice û Pasûrê operasyona leşkerî: Cilên şivanan li cerdevanan kirin
14:20 Êlihiyan îhaleya qeyûm protesto kirin
14:14 Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû hat binçavkirin
14:11 Li 7 gund û mezrayên Bedlîsê qedexe hat ragihandin
14:01 Ji dengbêj Seîdê Goyî albûma ‘Stranên Dilê Min’
14:00 Pekoz bi pirsekê pêşniyazpirs da Bozdag
13:59 Dêrsim Dag: Bi Topal Osman re hûn dixwazin çi peyamê bidin?
13:57 Daxuyanî û nûçeyên ‘operasyona şikeftê’ derew derketin
13:15 73 sal ceza li torbê ku polisan li erdê dît birîn!
12:56 Sercerdevanê ku Remziyeyê kuştiye gelek sûc kirin e
12:54 Ji bo çekên kîmyewî bang li NY’yê kir: Bila ji bo Tirkiyeyê jî komîsyon bê avakirin
12:34 Li Îranê serhengê Mihafizên Şoreşê hat kuştin
12:30 Malbata Şenyaşar hat xelatkirin
11:58 Polîsan ji stranbêjên kurd re gotiye: Hûn bi kurdî stranan bêjin hûnê rastî êrişan werin
11:42 HDP: Em ê hesabê windakirina di bin çavan de bipirsin
11:41 Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan
11:28 Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:17 ‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’
11:06 Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike
11:03 Li Êlihê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
11:02 Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû
10:46 ‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin
10:19 Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
09:24 Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin
09:24 Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
09:23 Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî!
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2022'YAN
22/05/2022
22:20 Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin
20:34 Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin
20:07 Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
19:44 Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir
18:24 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin
16:18 Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
16:02 Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:15 Cerdevan sewqî Heftanînê tên kirin
14:54 'Sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye’
14:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:23 Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
13:40 El Xezelî: Tirkiye û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine
13:29 Ciwanê li Mexmûrê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
12:40 Xizmên tecawizkar gefa 'nasên me yên AKP'î' hene' li malbatê xwar
12:16 11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin
11:21 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye
11:11 Cerdevanên li sînor tên girtin: Di şer de pêşketin tune ye û me weke amûr bi kar tînin
10:55 Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin
10:23 ‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’
09:49 Şêniyên Mexmûrê: Tirkiye her ku têk diçe êrişî sivîlan dike
09:38 Li Xîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:35 Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin
09:10 Fermandarê ku Gorur kuştî dê bê darizandin
09:08 Qeyûm dê AVM ya bi 635 milyon TL'yan bi 150 milyon TL'yan bifiroşe
09:06 Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye
09:05 'Em ê bi tijekirina eywanan bersiva qedexeyan bidin'
09:02 Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN
21/05/2022
23:51 Li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê êrişeke bi fuzeyan
23:46 Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be
23:06 Li Şirnexê 2 kes hatin berdan