ŞIRNEX - Li Şirnexê û navçeyên wê tozbarîn bandorek neyînî li ser jiyanê dike.
Toza ku ji ser Iraqê û Herêma Kurdistanê ve hat Şirnexê û navçeyên wê, tesîrek neyînî li ser jiyanê dike. Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê bagera tozê bandorek neyînî nîşan dide û mesafeya dîtinê daketiye 100 metreyî. Ji ber vê rabûna tozê çiyayê Cûdî û Gabarê ji navenda Cizîrê nayê dîtin û ev toz li hewayê dîmenek sor derdixe holê.