Hevjîna sûcdarê komkujiya Gara Enqere û ya Pirsûsê Balî beraet kiriye!

  • rojane
  • 09:23 25 Gulan 2022
  • |
img
RIHA - Dadgeha Bilind, 6 sal û 3 meh cezayê ku li Hulya Balî, hevjîna sûcdarê firar ê komkujiya Gara Enqereyê û Pirsûsê Îlhamî Balî, hatibû birîn xera kiriye. Her wiha ji Balî ya ku beraet kiriye jî têkildarî komkujiya Gara Enqereyê û Pirsûsê tu tişt nehatine pirsîn. 
 
Derket hol ku Dadgeha Bilind cezayê li Hulya Balî, hevjîna sûcdarê komkujiya Gara Enqere û Pirsûsê Îlhamî Balî yê DAIŞ'î xera kiriye û biryara beraetê hatiye dayîn. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de DAIŞ'ê li hemberî ciwanên ku bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de kom bûbûn ji bo pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re, li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûs a Rihayê êrişeke xwekujiyê pêk anîbû û di êrişê de 33 ciwan hatibûn qetilkkirin. Di doza têkildarî komkujiyê de tenê 34 caran cezayê muebeda girnakirî li Yakûp Şahîn ê girtî hatibû birîn û dosyeyên sûcdar Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî jî ji dosyeya vê komkujiyê hatibûn veqetandin. 
 
Danişîna ewil a darizandina Buyukçelebî û Balî di 18'ê Sibata 2022'yan de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê hatibû lidarxistin. Di danişînê de hatibû xwestin ku Hulya Balî, hevjîna Îlhamî Balî wekî şahid daxilî dosyeyê bê kirin. Dadgehê jî têkildarî vê ji Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya Kilîsê û Dadgeha Cezayê Giran a Kilîsê (ku Hulya Balî li vê dadgehê dihat darizandin) muzakere nivîsîbû. Zabitnamaya lêpirsînê ya di 4'ê Sibata 2018'an de di dema binçavkirina Hulya Baliyê de hatibû amadekirin û biryara danişîneke dadgehê û biryara xerakirina hukmê ya Dadgeha Bilind daxilî dosyeyê hatibûn kirin. 
 
Hulya Balî li gundê Akinci yê nêzî Qereqola Hidûdê ya Oncu ya Kilîsê tevî 3 zarokên xwe hatiye binçavkirin û li Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya Kilîsê bi sûcê "Endamtiya Rêxistina Terorê ya Çekdar" îfadeya wê hatiye girtin. Hatiye diyarkirin ku Balî ewilî xwestiye" ji hukmên qanûna poşmantiyê sûdê bigire." Balî di îfadeya xwe de diyar kiriye ku nêzî 4 salan li Sûriyeyê di nava DAIŞ'ê de maye û bi tu bernakeve bi kar neaniye. Hulya Balî aniye ziman ku di sala 2007'an de bi Îlhamî Balî re zewiciye û gotiyû: "Hevjînê min diçû Menzîla li Semsûrê. Hevjînê min di Komeleya Hayir û Ensarê de dixebitî. Em di sala 2014'an de ji Reyhanliyê çûn Dîlokê. 5 meh bi şûn de hevjînê min em cardin anîn Reyhanliyê û winda bû. Piştî çend rojan telefon kir û got li Sûriyeyê ye û dê me jî bîne cem xwe. Hevjînê dotmama min Hasan Şanverdî em birin Dîlokê. Qaçaxçiyên mirovan ji Dîlokê em di cihekî nayê bîra min re birin Sûriyeyê. LiS ûriyeyê hevjînê min Îlhamî Balî hat pêşiya me. Em ji wir çûn gundê Bablemûn ê Ezazê." 
 
35 KES TEŞXÎS KIRIN
 
Balî di îfadeya xwe de diyar kiriye ku DAIŞ'iyan 100 dolar dane wê û zarokên wê û bi dorê li Raî, Reqa, Minbic, Meyadîn û Garanîçê mane û hevdîtin bi jinên DAIŞ'iyan re kiriye. Balî diyar kiriye ku piştî DAIŞ belawela bûye ji El Babê ya di bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad de çûye Ezazê û gotiye: "Min li El Babê telefon kirî û min pê li zavayê me, xwişka xwe û dêya xwe geriyam. Min got, ez ê bêm Tirkiyeyê. Paşê telefon xera bû. Ji ber vê min ew şikand. Li Ezazê gava li mala qaçaxçiyekî bûm, polîsan min û zarokên min birin otêlekê. 3 rojan li wir mam û me anîn Tirkiyeyê." 
 
Her wiha Baliyê sûcdarê sereke yê komkujiya Gara Enqereyê û Pirsûsê Denîz Buyukçelebî jî di nav de wêne û navên 35 DAIŞ'iyan jî tespît kiriye. 
 
GARA ENQEREYÊ Û PIRSÛS JÊ NEHATINE PRISÎN!
 
Di lêpirsîna li midûriyeta polîsan de têkildarî gelek bûyeran de pirs ji Baliyê hatine kirin, lê balkêş e ji bo komkujiya Gara Enqereyê û ya Pirsûsê tu tişt nehatine pirsîn. 
 
Danişîna ewil a Baliyê di 12'ê Hezîrana 2018'an de li Dadgeha Cezayê Giran a Kilîsê hatiye lidarxistin. Balî ji Girtîgeha Kilîs a Tîpa L'yê bi rêya SEGBÎS'ê û parêzerê wê C.D. jî li hêwana dadgehê tevli danişînê bûye. 
 
Piştî parastinê dozgeriyê komarê mutalaaya xwe berpêş kiriye. Dodzge rdi mutalaayê de diyar kiriye ku Balî bi xwe xwestiye li deverên di bin kontrola DAIŞ'ê de bimîne û endama rêxistinê ye û xwestiye bi qanûna TCK 134 (endamtiya rêxistinê) bê cezakirin. Dadgehê jî bi endamtiya DAIŞ'ê 6 sal û 3 meh ceza li Baliyê biriye. 
 
DADGEHA BILIND XERA KIR!
 
Dosyeya Baliyê ji Daîreya Ceza ya 4'an a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê re hatiye şandin. Dadgehê serlêdana îstinafê xera kiriye û dosye ji Dadgeha Bilind re şandiye. Daîreya Ceza ya 16'an a Dadgeha Bilind jî angaşt kiriye ku Balî di çarçoveya têkiliyên malbatî de nêzî 5 salan li Sûriyeyê maye û gotiye, "ji xeynî sempatiyê nehatiye tespît kirine ku di nava xebateke rêxistinî de cih girtiye." Dadgehê bi vê hincetê cezayê li Baliyê hatiye birîn xera kiriye û bi daxwaza biryara beraetê dosye tomar kiriye. Piştî vê biryarê Dozgerê Komarê yê Kilîsê jî di 1'ê Mijdara 2019'an de mutalaa hazir kiriye û doza beraeta Baliyê kiriye. Dadgeha Cezayê Giran a Kilîsê jî ji nû ve li dosyeyê mêze kiriye û derbarê Baliyê de biryara beraetê daye. 
 
Hat hînbûn ku Balî beriya biryara Dadgeha Bilind, di 15'ê Gulana 2018'an de, hatiye berdan û ji bo 15 mehên di girtîgehê de maye jî tazmînat wergirtiye. 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

29/05/2022
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir
12:28 Di topbarana Tirkiyeyê de li Eyn Îsayê sivîlek birîndar bû
12:12 Malbata Kazanhan: Divê polîs û hêzên tiliya wan di bûyere de heye bên cezakirin
11:21 Çalakiya karkerên malan bar dikin didome
11:19 Li Enqereyê 7 kes hatin binçavkirin
11:13 Muzîkjen Arzû: Divê stranên me ji gel re bibin hêvî
10:35 Qedexeya OHAL’ê ya li Wanê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin
10:29 Ji xwendekarên li Dêrsimê hatine binçavkirin 6 jê hatin berdan
10:26 Parêzer Çayir: Pêşniyarqanûna ji bo medyaya civakî li dijî Qanûna Bingehîn e
10:05 Xelkê Amedê: Heke em welatê xwe neparêzin dê kesek bo me neparêze
09:24 Ji bo daweta midûrê emniyetê OHAL hat ragihandin!
09:12 Ekolojîst Yanliç: Armanca hilweşandina xwezayê bêmirov hiştine
09:08 Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne
09:06 Pêşmergeyê Gulan: Hevkariya Barzanî bedelên ku me dayîn vala derdixe
09:04 Ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran di Nobeta Edaletê de ye
09:02 Jinên HDP’yî xwe ji kongreyê re amade dikin: Em ji bo avakirina nû tên
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2022'YAN
28/05/2022
20:43 HPG: Cenazeyê du leşkeran di destê me de ne
18:43 Ji qereqola ser sînor Heftenîn tê topbarankirin
18:33 Agahî ji 3 girtiyên bi darê zorê ji qawişê hatin derxistin nayê girtin
17:57 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê wê edalet neyê Tirkiyeyê jî’
17:19 Li Zozanên Şênê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin
17:08 Înîsiyatifa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî ji bo Ozkan bang kirin
17:05 Rûniştina F a 531’emîn: Bila Zerdeşt Odûncû were berdan
16:08 Aysel Tûglûk nameyên ku ji wê re tên şandin nikare bixwîne
16:00 Bi nivîsandina nivîsên ser dîwaran bertek nîşanî êrişan dan
14:56 Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir
14:49 Parêzerê Mandela: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin
14:38 ‘Gundî li ber dibistanê kom kirin û gund şewitandin’
14:26 Li Enqereyê banga xwedî derketina Doza Kobanê hate kirin
13:56 Bafil Talebanî: Heke em bibin yek kes nikare li hemberî me bisekine
13:35 Sancar: Divê tecrîda li ser Ocalan rabe
13:17 Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn
12:59 Bayindir: Hevalê me Zekî serê xwe li ber zilmê netewand
12:58 Birayê Çelebiyê hate qetilkirin: Polîsan her tim gef li me dixwarin
12:05 Di 7 salan de 112 kes di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin
11:28 Piştî 136 rojan cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd hat dîtin
11:20 Çiyayê Cûdî hat bombebarankirin
10:54 Li Bestayê bi traktoran darên hatine birîn dikişînin
10:46 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye
10:40 Rojnamevan Ferac: PDK xebatên sîxuriyê dike
10:02 Li Dêrsimê gelek kes hatin binçavkirin
10:01 Li Êlihê tundiya zilamekî: 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû
09:51 Lêgerîna 28 salan: Em ê dest ji lêgerînê bernedin
09:13 Lîstika wan pûç bû: Heman dosye ji du dozgeran re şandine!
09:09 Amadekariyên kongreya HDP dest pê kirin
09:08 Li girtîgehê firotina klîmayan serbest e, lê xebitandina wan qedexe ye!
09:07 Hevserokê OHD'ê: Girtîgeh li ser sozên xwe nesekinî, çewisandin zêde bûne
09:07 Xizmên girtiyan bang li Barzanî kirin: Ji wan cilên li ser xwe fedî bike
09:06 Sefera Zapê li Heftanînê asê ma
09:05 Polîsan ew felc kir, darazê kiryar parastin, emniyetê ew da ber îcrayê
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN
26/05/2022
23:54 Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê