Dengbêjên li zozanan: Ev şer şerê xiyanetê ye

  • rojane
  • 11:42 25 Gulan 2022
  • |
ŞIRNEX - Li zozanên Elkê koçerên dengbêj bi kilam û awazên xwe êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê şermezar dikin. Dengbêjan destnîşan kir ku ev şer şerê xiyanetê ye.
 
Dengbêjî ku yek ji kevneşopî û dîroka kurdan a bi devkî ye; di her serdemê de li dijî şer, zilm û xiyanetê hatiye gotin. Dengbêjan bi kilam û awazên xwe êriş û serpêhatiyên li ser gelê xwe vegotine. Tirkiye bi hevkartiya PDK’ê ji 17’ê Nîsanê ve li dijî deverên axa başûrê Kurdistanê êrişên xwe didomîne. Tevî hemû şer û erişên dijwar jî tê gotin ku artêşa Tirkiyeyê li herêmên şer gavek bi pêş ve neçûye. Ji roja şer dest pê kiriye heta niha, nerazîbûna li dijî şer bênavber didome. Li zozanên Elkê jî koçerên dengbêj bi kilam û awazan êrişên Tirkiyeyê şermezar dikin. Koçerên ku bi kilamên xwe balê dikişînin ser şer, destnîşan kirin ku ev şer şerê xiyanetê ye. 
 
 
‘STRANÊN ME LI DIJÎ ŞER IN’ 
 
Nazli Ataman anî ziman ku gelê kurd her tim bi dengbêjiyê êş û kulên xwe vegotine û got: “Dengbêjî ji bo me kurdan gelek bi wate û taybet e. Ev kevneşopî ji bapîr û dapîrên me heya roja îro hatiye. Piştî ku zanîna jinan li pêş ket, dengbêjiya jinan zêdetir bi pêş ve çû. Em dayikên dilşewat in. Şehîdên me girtiyên me û zilm û zordestiyek li ser dîroka me heye. Em bi rêya dengbêjiyê hêvî dikin ku êş û elemên me hin siviktir bibin. Em dengbêjiyê ji bo vî şerî û dozê dikin. Ez dayika Şoreş im. Şoreş sala par li Garê şehîd ket. Ez vî şerî şermezar dikim. Heke PDK’ê zilmê li kurdan nekiriya û hevkariya Tirkiyeyê nekira, dê Erdogan jî ewqas cesaret nebûya û êrişî kurdan nekira.” 
 
‘JI BER HEVKARIYÊ XWÎNA ZAROKÊN ME DIRIJE’ 
 
Nazli di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên kimyewî û destnîşan kir ku divê hemû kes li dijî vê bertek nîşan bidin û wiha axivî: “Barzanî vê xiyanetê tenê ne li dijî gerîla dike, li dijî xak û 4 parçeyên Kurdistanê jî dike. Barzanî destûr dide û Tirkiye jî xaka Kurdistanê dagir dike. Bila ew li dîroka gelê kurd binêrin û şerm bikin. Ji ber hevkariya Barzanî xwîna zarokên me dirije. Gelek zarokên me hatin şehîdkirin, li dijî zarokên me çekên kîmyewî tê bikaranîn.” 
 
ÊŞA Û XEMA DILÊ DAYIKAN 
 
Xemrî Yîgît jî diyar kir ku 15 sal berê lawê wê li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye û bi salan e li pey şopa cenazeyê lawê xwe ye. Xemrî anî ziman ku sê caran çûye Rojhilat jî lê dîsa jî tu encam ji bo wergirtina cenaze negirtiye û got: “Ez bi hesreta wergirtina hestiyên lawê xwe dijîm. Navê wî Cebar Dilşêr e. Me gelek êş kişand û zil mli me tê kirin. Me rehetiyek nedît. Dayik her wextê dilê wan bi êş e. Em dixwazin ev şer bisekine û li ser vê xakê xwîn neyê rijandin. Zarokên me ji bo doza aştiyê û li dijî vê zilmê çûn. Bi her awayî zilm li gelê me tê kirin. Çekên kimyewî tên bikaranîn. Bila rê nedin ku çekên kimyewî were bikaranîn.”  
 
‘ŞERÊ XIYANETÊ YE’ 
 
Herî dawî jî Salîhê Zekî axivî û destnîşan kir ku kengê şerekê mezin û zilmekê zêde li ser kurdan pêk hatibe, li ser wan stran hatine gotin. Salihê Zekî anî ziman ku ew li zozanan mezin bûye û wiha got: “Em di nav zozanan de bi dengbêjî û stranbêjiyê wext derbas dikin. Ji ber ku dilê me hemûyan bi êş û azar in.  Kengê şer qewimiye li dijî şer û zilmê dengbêjan kilam gotine. Zilm ewilî li ser me tê kirin. Zilma herî mezin jî xiyaneta kurdan a li dijî hevdû ye. Niha jî ew xiyanet berdewam dike. Ne tenê li Başûr heye. Li vê derê jî gelek kurd xiyanetê li hevdû dikin. Li ser kurdan lîstikên qirêj hene û kurd bi wan lîstikan tên xapandin. Gerek wisa nebe. Jixwe li aliye başûr xiyanetek mezin heye. Em hemû kurd yek in û zimanê me yek e. Divê em kurd ewilî li dijî zilma ku li ser me tê kirin derkevin û xiyanetê ji nav xwe derxînin. Şerê xiyanetê heye. Ev ne nû ye. Ev şerê dawî gelek giran e û divê em bi awayek cidî li ber çavan bigirin. Divê ev şer bê sekinandin. Divê tavilê dawî li xiyanetê were anîn û xiyanet destê xwe ji şer vekişînin.” 
 

Sernavên din

29/05/2022
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir
12:28 Di topbarana Tirkiyeyê de li Eyn Îsayê sivîlek birîndar bû
12:12 Malbata Kazanhan: Divê polîs û hêzên tiliya wan di bûyere de heye bên cezakirin
11:21 Çalakiya karkerên malan bar dikin didome
11:19 Li Enqereyê 7 kes hatin binçavkirin
11:13 Muzîkjen Arzû: Divê stranên me ji gel re bibin hêvî
10:35 Qedexeya OHAL’ê ya li Wanê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin
10:29 Ji xwendekarên li Dêrsimê hatine binçavkirin 6 jê hatin berdan
10:26 Parêzer Çayir: Pêşniyarqanûna ji bo medyaya civakî li dijî Qanûna Bingehîn e
10:05 Xelkê Amedê: Heke em welatê xwe neparêzin dê kesek bo me neparêze
09:24 Ji bo daweta midûrê emniyetê OHAL hat ragihandin!
09:12 Ekolojîst Yanliç: Armanca hilweşandina xwezayê bêmirov hiştine
09:08 Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne
09:06 Pêşmergeyê Gulan: Hevkariya Barzanî bedelên ku me dayîn vala derdixe
09:04 Ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran di Nobeta Edaletê de ye
09:02 Jinên HDP’yî xwe ji kongreyê re amade dikin: Em ji bo avakirina nû tên
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2022'YAN
28/05/2022
20:43 HPG: Cenazeyê du leşkeran di destê me de ne
18:43 Ji qereqola ser sînor Heftenîn tê topbarankirin
18:33 Agahî ji 3 girtiyên bi darê zorê ji qawişê hatin derxistin nayê girtin
17:57 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê wê edalet neyê Tirkiyeyê jî’
17:19 Li Zozanên Şênê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin
17:08 Înîsiyatifa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî ji bo Ozkan bang kirin
17:05 Rûniştina F a 531’emîn: Bila Zerdeşt Odûncû were berdan
16:08 Aysel Tûglûk nameyên ku ji wê re tên şandin nikare bixwîne
16:00 Bi nivîsandina nivîsên ser dîwaran bertek nîşanî êrişan dan
14:56 Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir
14:49 Parêzerê Mandela: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin
14:38 ‘Gundî li ber dibistanê kom kirin û gund şewitandin’
14:26 Li Enqereyê banga xwedî derketina Doza Kobanê hate kirin
13:56 Bafil Talebanî: Heke em bibin yek kes nikare li hemberî me bisekine
13:35 Sancar: Divê tecrîda li ser Ocalan rabe
13:17 Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn
12:59 Bayindir: Hevalê me Zekî serê xwe li ber zilmê netewand
12:58 Birayê Çelebiyê hate qetilkirin: Polîsan her tim gef li me dixwarin
12:05 Di 7 salan de 112 kes di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin
11:28 Piştî 136 rojan cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd hat dîtin
11:20 Çiyayê Cûdî hat bombebarankirin
10:54 Li Bestayê bi traktoran darên hatine birîn dikişînin
10:46 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye
10:40 Rojnamevan Ferac: PDK xebatên sîxuriyê dike
10:02 Li Dêrsimê gelek kes hatin binçavkirin
10:01 Li Êlihê tundiya zilamekî: 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû
09:51 Lêgerîna 28 salan: Em ê dest ji lêgerînê bernedin
09:13 Lîstika wan pûç bû: Heman dosye ji du dozgeran re şandine!
09:09 Amadekariyên kongreya HDP dest pê kirin
09:08 Li girtîgehê firotina klîmayan serbest e, lê xebitandina wan qedexe ye!
09:07 Hevserokê OHD'ê: Girtîgeh li ser sozên xwe nesekinî, çewisandin zêde bûne
09:07 Xizmên girtiyan bang li Barzanî kirin: Ji wan cilên li ser xwe fedî bike
09:06 Sefera Zapê li Heftanînê asê ma
09:05 Polîsan ew felc kir, darazê kiryar parastin, emniyetê ew da ber îcrayê
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN
26/05/2022
23:54 Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê