Rojnameger Eren: Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin lê nifte di destê kurdan de ye

  • rojane
  • 10:42 26 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Yekta Eren diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê ne tenê ji bo tesfiyekirina PKK’ê lê ji bo tunekirina destkeftiyên kurdan in û wiha got: “Li Rojhilata Navîn gelê herî birêxistinkirî û berxwedêr kurd in. Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin. Heke kurd yekitiya xwe ava bikin, nifteya sedsala 21’emîn di destê kurdan de ye.”  
 
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê de hevkariyê dike. Ji ber vê polîtîkaya xwe ya şer jî di raya giştî ya kurd de bi tena serê xwe ma ye. PDK ku ji ber hevkariya xwe ya bi AKP-MHP’ê re di raya giştî ya kurd de weke “xayîn” tê binavkirin, dest bi serdanên dîplomatîk kir. Mesûd Barzanî ku di demên berê de digot; “Ez destûrê nadim şerekî di navbera kurdan de”, li dijî kurdan bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike û piştî êrişan jî yekemîn car bi awayeke “veşarî” çû serdana Tehranê û ev serdana wî bû rojev. Rojnameger Yekta Eren têkildarî êrişên li ser herêmê, armancên Tirkiyeyê û serdana “veşarî” ya Barzanî ya li Tehranê bi ajansa me re axivî. 
 
Rojnameger Eren ji ewil bal kişand ser hilbijartinên Iraqê yên di îlona 2021’an de û wiha got: “Hilbijartin, pirsgirêka rewabûnê ye. Di dîroka Iraqê de tu caran tevlibûneke ewqas kêm nebû. Li gel ku bi ser re 9 meh derbas bûn, hêj jî hikûmet nehatiye avakirin. Sedema vê jî astengiyên bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê tên kirin in. Yek ji sedemên wê yên herî mezin jî hilbijartinên serokkomariyê ye. Ji ber ku serokkomar nayê hilbijartin, hikûmet jî nayê avakirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser hilbijartinê ‘şantajê’ li Iraqê dikin. AKP-MHP dixwaze li ser Şengal û Mexmûrê xwe bigihîne sînorên Mîsak-i Mîllî. Ji bilî PDK û tevgerên sunî, hemû hêzên Iraqê li dijî êrişan in. Bi hevkariya PDK’ê re hewldanên Iraqê jî vala derdikevin. Ji ber ku hêzeke kurd ku hêza desthilatdariyê ye, nahêle dengek ji Iraqê derkeve.” 
 
PDK BAREGEHÊN TIRKIYEYÊ DIPARÊZE
 
Bi domdarî Eren da zanîn ku nêzî 80 baregehên Tirkiyeyê li herêmê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji van baregehan hinek jê yên îstîxbaratê, hinek jê yên êrişan û li hinek baregehan jî hêzên paramîlîter ên li Iraq û Sûriyeyê tên perwerdekirin. Yekemîn care ku Tirkiye ji qadên Başûr ve êrişî PKK’ê dike. Gelemperiya êrişan li Herêma Federal a Kurdistanê tên organîzekirin. Hema hema tevahiya van baregehan di bin kontrola PDK’ê de ne û ew diparêze. Li gel vê jî gelek çalakî hatin kirin û dîmen hatin weşandin. Bi taybet jî di demên dawî de li dijî gerîla çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Beriya niha jî bi kar anîn. Ev yek hate belgekirin.” 
 
‘JI ŞEREKÎ KLASÎK PIR WÊDETIR E’
 
Eren, diyar kir ku êrişa berfireh a AKP-PDK’ê ya di 17’ê nîsanê de êrişeke ji rêzê nîne û ev nirxandin kir: “Ji bo AKP-MHP’ê şerê hebûn û nebûnê ye. Lewma êrişeke ewqas dijwar dikin û bi hevkariya NATO’yê dikin. PDK jî bi alîkarî, daxwaz û bi erêkirina NATO’yê piştgiriyê dide. Lewma şerê li Zapê, ji şerekî klasîk pir wêdetir e. Tirkiye dixwaze deverên di Lozanê de winda kirine dîsa bi dest bixe. Ji bo pêkhatina vê jî tevgera azadiyê ya kurdan weke astengiya herî mezin dibîne. Lewma şerekî ewqas giran dike. Her tiştekî xwe bo vî şerî pêşkeş kirine. Ji ber vê jî bo wan ne girîng e bê ka çend leşker mirine yan jî birîndar bûne. Gelek leşkerên hatine kuştin hene ku Serfermandariya Artêşê navên wan nabêje. Kuştina bi hezaran leşkeran dayîne ber çavên xwe. Lewma 24 saetan êriş dikin. Li dijî vê jî berxwedanek heye. Ji ber vê ye ku şerê li Zapê, şerekî dîrokî ye. Hem ji bo kurdan û hem jî bo tirkan dê encamên girîng bi xwe re bîne.” 
 
HEVKARIYA STRATEJÎK 
 
Têkidarî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re jî rojnameger Eren wiha got: “Ji roja damezirandina PKK’ê heta niha PDK bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike. Ev hevkarî ji sala 2019’an ve çalaktir bû. Di vê çarçoveyê de rêyên hatin û çûnê li ber HPG’iyan girtin, kêmîn danîn û xendekan dikole. Ev ne hevkariyeke taktîkî lê stratejîk e. Çawa ku Tirkiye hebûna xwe li ser tunekirina kurdan bidomîne, PDK jî hebûna xwe di tunekirina tevgerên kurdan de dibîne. Lewma ji bo tunekirina tevgerên kurd serî li her siyaseteke qirêjî dide.”
 
SERDANÊN MESRÛR BARZANÎ
 
Di berdewamê de Eren qala serdana Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li Mîrnişiyên Ereban ên Yekbûyî kir û wiha pê de çû: “Rojev, rezervên xazê bû. Du rê hene ku van rezervan bigihînin Ewropayê. Yek Şengal û ya din jî Tirkiye ye. Plana wan wisa ye ku li ser Şengalê bigihînin Behra Spî. Lê bi taybet li ser plana Tirkiyeyê disekinin. Astengiya herî mezin a li pêşiya vê planê jî PKK ye. Lewma dixwazin PKK’ê tesfiye bikin. Dixwazin çavkaniyên başûrê Kurdistanê pêşkeşî sermayeya cîhanê bikin. Vê yekê jî dixwazin li ser malbatên Barzanî û Erdogan bikin. Heke mirov van êrişan tenê girêdayî tesfiyekirina PKK’ê bike, wê demê kêm dimîne.” 
 
‘PDK BI TENÊ MA’
 
Rojnameger Eren, destnîşan kir ku siyaseta Herêma Federal a Kurdistanê li dijî vê yekê helwesta xwe diyar kiriye û wiha berdewam kir: “YNK û şaxên şîeyan dijberiya xwe nîşan dan. Dadgeha Federal biryar da. Lewma malbata Barzanî û desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo tesfiyekirina PKK’ê li hev kirin. Partiyên ıraqî li pey hev daxuyanî dan û bertek nîşan dan. Di serdemeke ku hikûmet tê avakirin de berteke tevgera Sadr, girîng bû. Em dikarin bibêjin ku PDK li herêmê bi tenê ma ye. Di nava kurdan de jî tu kes piştgiriyê nade PDK’ê. Li dijî wê helwestek heye û di nava kurdan tu kes pê re tifaqiyê nake.” 
 
HEWL DIDIN BI KURDAN BIDIN WINDAKIRIN
 
Eren, da zanîn ku tevgerên şîe dibêjin MOSSAD û MÎT li Hewlêrê rêxistinên çete ava dike û ev tişt anî ziman: “PDK niha ne tenê li dijî PKK’ê şer dike, bi roleke ku ewlehiya neteweyî ya gelê kurd têxe xetereyê de radibe. Îranê li dijî hebûna MOSSAD û MÎT’ê bi moşekan êriş kir. Tevgerên şîe jî gefan dixwin. Li hêla din beşeke mezin a artêşa tirk li Başûr bi cih bûye. Gefê li herêmê dike. Di demeke ku di sedsaliya Lozanê de qala statûyê kirin û li ser sînoran nîqaş tên meşandin de PDK ketiye nava hewldaneke wisa ku kurd sedsala 21’emîn ji her alî ve winda bike.” 
 
SERDANA BARZANÎ YA ÎRANÊ
 
Di berdewamê de Eren bi bîr xist ku Îran rê nade tu hewldanên ku gefê li ewlehiya wê ya neteweyî dixwe û wiha derbirî: “Îranê êrişa xwe ya bi moşekan a duyemîn jî li dijî deverên neftê yên Koma Kar a girêdayî Tirkiyeyê. Îran, peymana xazê ya bi Tirkiyeyê re weke xeniqandina xwe dibîne. Lewma jî bi van êrişan bersivê dide PDK’ê. Li hêla din biryara Dadgeha Federal heye ku firotina neftê ya PDK’ê dide sekinandin. Serdana Mesûd Barzanî jî girêdayî vê bû. Hem ji hêla leşkerî û hem jî ji hêla Dadgeha Federal ve Îranê PDK dorpêç kiriye. Tam di rewşeke wiha de hem Mesûd Barzanî û hem jî namzetê serokkomariyê yê PDK’ê Rêber Ahmet çûn serdana Tehranê. Îranê peyam da ku dê peymana xazê qebûl neke û dê bergiriyên dîplomatîk û leşkerî bigire. Her wiha bi rêyên ne dîplomatîk ve ji Mesûd Barzanî re got ku dê ji ber dahatên winda yên neftê yên PDK’ê were li Dadgeha Federal bê darizandin.” 
 
NIFTE DI DESTÊ KURDAN DE YE 
 
Rojnameger Yekta Eren axaftina xwe wiha qedand: “Dema em li van geşedanan dinihêrin, dibînin ku gelek planên qirêjî yên van hêzên dij-civakî li dijî kurdan tên kirin. Yekemîn care ku kurd bi awayekî rêxinkirî derbasî astekî dibin. Li Rojhilata Navîn gelê herî zêde birêxistinkirî, yê herî çalak û berxwedêr, kurd in. Hem li Rojava û hem jî li Bakur û Başûr li ser pêya ne. Jiyaneke nû li Rojava aj dide. Heke kurd yekitiya xwe ava bikin, nifteya sedsala 21’emîn di destê kurdan de ye.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

29/05/2022
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir
12:28 Di topbarana Tirkiyeyê de li Eyn Îsayê sivîlek birîndar bû
12:12 Malbata Kazanhan: Divê polîs û hêzên tiliya wan di bûyere de heye bên cezakirin
11:21 Çalakiya karkerên malan bar dikin didome
11:19 Li Enqereyê 7 kes hatin binçavkirin
11:13 Muzîkjen Arzû: Divê stranên me ji gel re bibin hêvî
10:35 Qedexeya OHAL’ê ya li Wanê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin
10:29 Ji xwendekarên li Dêrsimê hatine binçavkirin 6 jê hatin berdan
10:26 Parêzer Çayir: Pêşniyarqanûna ji bo medyaya civakî li dijî Qanûna Bingehîn e
10:05 Xelkê Amedê: Heke em welatê xwe neparêzin dê kesek bo me neparêze
09:24 Ji bo daweta midûrê emniyetê OHAL hat ragihandin!
09:12 Ekolojîst Yanliç: Armanca hilweşandina xwezayê bêmirov hiştine
09:08 Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne
09:06 Pêşmergeyê Gulan: Hevkariya Barzanî bedelên ku me dayîn vala derdixe
09:04 Ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran di Nobeta Edaletê de ye
09:02 Jinên HDP’yî xwe ji kongreyê re amade dikin: Em ji bo avakirina nû tên
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2022'YAN
28/05/2022
20:43 HPG: Cenazeyê du leşkeran di destê me de ne
18:43 Ji qereqola ser sînor Heftenîn tê topbarankirin
18:33 Agahî ji 3 girtiyên bi darê zorê ji qawişê hatin derxistin nayê girtin
17:57 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê wê edalet neyê Tirkiyeyê jî’
17:19 Li Zozanên Şênê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin
17:08 Înîsiyatifa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî ji bo Ozkan bang kirin
17:05 Rûniştina F a 531’emîn: Bila Zerdeşt Odûncû were berdan
16:08 Aysel Tûglûk nameyên ku ji wê re tên şandin nikare bixwîne
16:00 Bi nivîsandina nivîsên ser dîwaran bertek nîşanî êrişan dan
14:56 Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir
14:49 Parêzerê Mandela: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin
14:38 ‘Gundî li ber dibistanê kom kirin û gund şewitandin’
14:26 Li Enqereyê banga xwedî derketina Doza Kobanê hate kirin
13:56 Bafil Talebanî: Heke em bibin yek kes nikare li hemberî me bisekine
13:35 Sancar: Divê tecrîda li ser Ocalan rabe
13:17 Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn
12:59 Bayindir: Hevalê me Zekî serê xwe li ber zilmê netewand
12:58 Birayê Çelebiyê hate qetilkirin: Polîsan her tim gef li me dixwarin
12:05 Di 7 salan de 112 kes di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin
11:28 Piştî 136 rojan cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd hat dîtin
11:20 Çiyayê Cûdî hat bombebarankirin
10:54 Li Bestayê bi traktoran darên hatine birîn dikişînin
10:46 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye
10:40 Rojnamevan Ferac: PDK xebatên sîxuriyê dike
10:02 Li Dêrsimê gelek kes hatin binçavkirin
10:01 Li Êlihê tundiya zilamekî: 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû
09:51 Lêgerîna 28 salan: Em ê dest ji lêgerînê bernedin
09:13 Lîstika wan pûç bû: Heman dosye ji du dozgeran re şandine!
09:09 Amadekariyên kongreya HDP dest pê kirin
09:08 Li girtîgehê firotina klîmayan serbest e, lê xebitandina wan qedexe ye!
09:07 Hevserokê OHD'ê: Girtîgeh li ser sozên xwe nesekinî, çewisandin zêde bûne
09:07 Xizmên girtiyan bang li Barzanî kirin: Ji wan cilên li ser xwe fedî bike
09:06 Sefera Zapê li Heftanînê asê ma
09:05 Polîsan ew felc kir, darazê kiryar parastin, emniyetê ew da ber îcrayê
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN
26/05/2022
23:54 Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê