Lêgerîna 28 salan: Em ê dest ji lêgerînê bernedin

  • rojane
  • 09:51 28 Gulan 2022
  • |

AMED - Layiha Ozturk 28 sal in li aqûbeta hevjînê xwe Vasif Ozturk ê li Pasûrê di serdegirtina gund de hat binçavkirin dipirse û wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin.” 

Yek ji şêwazên tundiyê yên li Tirkiyeyê ku li dijî kurdan hat bikaranîn, rêbaza windakirina di binçavan de ye. "Windayên di binçavan de” ku li hemû cîhanê di nav binpêkirinên mafên mirovan de tê hesibandin, rojeva sereke ya Tirkiyeyê ye. Li gorî daneyên Navenda Hafizayê û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li Tirkiyeyê di navbera salên 1980-2001'an de hezar û 388 kes di binçavan de hatine windakirin, li gorî hin daneyan jî di salên 90’î de li bajarên bakurê Kurdistanê 17 hezar hezar bi cînayetên “kiryar diyar” hatine kuştin. 
 
 
Yek ji bi hezaran windayan Vasif Ozturk e ku 28 sal berê hatibû binçavkirin. Ozturk tevî kurê xaltiya xwe Cembelî Tuncer û xwarziyê xwe Efendi Şen di 1'ê hezîrana 1994'an de di serdegirtina leşkeran a li gundê Cumar ê navçeya Pasûra Amedê de hatibûn binçavkirin. Tuncer û Şen ên ku şevekê di dibistana gund de hatibûn hiştin, danê sibehê hatin berdan. Hat diyarkirin ku Vasif Ozturk ê bi helîkoptera leşkerî dest û çavê wî girêdayî bibin Pasûrê. Lê hin şahidan diyar kirin ku Vasif Ozturk li Qereqola Cendirmeyan a Licê ye û îşkence lê hatiye kirin. Ozturk ku hat diyarkirin 25 roj in li Fermandariya Cendirmeyan a Licê hatiye ragirtin, careke din agahî jê nehat girtin. 
 
Hemû serlêdanên malbata Ozturk ên li Fermandariya Cendirmeyan a Pasûrê, Fermandariya Cendirmeyan a Licê, Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Amedê, Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM), Walîtiya Amedê û Walîtiya Herêmê ya OHAL'ê bêencam man.
 
Hevjîna Ozturk, Layiha Ozturk ku ji sala 1994'an û vir ve ketiye pey şopa hevjînê hê tu agahî negirtiye, ji wê rojê heta îro çi hatiye serê wan vegot. Layiha Ozturk a ji sala 2010'an û vir ve her roja Şemiyê beşdarî çalakiya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" dibe û got got: "Sedsalek derbas bibe jî ez ê lêgerîna xwe bidomînim."
 
‘BI MAZOTÊ DIHATIN GUND Û GEF DIXWARIN’ 
 
Ozturk da zanîn ku di salên 90'î de dema ku êrişên li dijî kurdan zêde bûn, her roj gundên wan ji aliyê leşkeran ve dihat dagirkirin û leşker bi bîdonên mazotê bi ser gund de digirtin û gefa, "Em ê we û mala we bişewitînin” li gundiyan dixwarin. Ozturk wiha got: “Carekê dema ez û zarokên xwe li malê bûn, leşkerên ku li deriyê me xistin, gefa şewitandinê li me xwarin. Ji ber ku min zimanê wan nizanibû ez neaxivîm. Lê zarokên min ji wan re gotin, 'Tu gunehê me nîne'. Li hemû malê geriyan û piştre derketin. Dema em derketin derve hemû malên derdora mala me şewitandin."
 
‘ME WÎ JI HER KESÎ DIPIRSÎ’ 
 
Layiha Ozturk anî ziman ku hevjînê wê Vasif Ozturk li gundekî din hatiye binçavkirin û wiha got: “Wê demê ez 3 mehî ducanî bûm. Hevjînê min û 2 kes hatin binçavkirin. Ew her du kes hatin berdan. Lê hevjînê min li helîkopterê siwar kirin û birin. Gundiyek şahidiya vê rewşê dike. Kesekî ji wî gundî ji min re got, ‘hevjînê te di zindana Licê de mir’. Em rabûn û çûn Licê, min wêneyê hevjînê jî li gel xwe bir. Ji bo em wî bibînin cihek nema ku em neçûnê û me serî lê neda. Em her ku diçûn digotin 'me nedît'. Di ser windabûna wî re 10 sal derbas bûn. Lê me her tim digot wê were. Ger li derî an dengek bihata, me digot qey ew hatiye. Kî diket pêşiya me, me wî ji wan dipirsî. Lê piştî 10 salên dawî me fêhm kir ku tiştekî din çêbûye.”
 
‘EZ Û 7 ZAROKÊN XWE MAN’ 
 
Ozturk destnîşan kir ku piştî hevjînê wê hat windakirin bi 7 zarokên xwe re bi tenê ma û wê demê gelek zehmetî kişandiye û ji ber feqîr bûne hin rojan li ser sifreya wan tenê zeytûn hebûne. Ozturk da zanîn ku ew naxwaze zêde ajîtasyonê bike lê bi rastî rewşa wan nebaş bûye û got: “Ji bo li 7 zarokên xwe binêrim li zeviyan dixebitîm, min titûn berhev dikir. Carinan xizmên me alîkarî dikirin. Piştre li gund me nikarîbû bijîn. Me di sala 2009’an de koçî navenda Amedê kir.” 
 
‘ZAROKÊN MIN LI GORA BAVÊ XWE DIPIRSÎN’ 
 
Ozturk diyar kir ku zarokên wê tim û tim li bavên xwe dipirsîn û wiha got: “Carnan di cejnê de em diçûn ser goran, zarokên min dipirsîn ku bavê wan li ku ye. Her tim digotin gora kal, dapîr û apê me heye lê gora bavê me li ku ye? Min jî ji wan re digot bavê we li cihekî din e. Wê demê wan fêm nedikir. Paşê fêm kirin ku bavê wan hatiye windakirin.” 
 
‘EM Ê DEST JI LÊGERÎNÊ BERNEDIN’ 
 
Ozturk di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez ê tu carî dest ji lêgerîna wî bernedim, heta ez sax bim ez ê têkoşîna wî bidomînim. Bila ji me re bibêjin çi anîne serê wan. Bila cihê wan, gora wan, hestiyên wan nîşanî me bidin. Bila rave bikin ka wan çawa, çi kir û bila werin darizandin. Bila ji me re bêjin hestiyên wî avêtine ku derê. Sed sal jî derbas bibe em dixwazin hestiyên xwe bibînin. Heta niha yek hestî jî nehatiye dîtin. Hestiyek be jî em wî hestiyî dixwazin. Em ê ji bo dîtina hestiyên xwe têbikoşin. Heta em sax bin em ê li pişt windahiyên xwe bin. Çi dibe bila bibe em ê dest jê bernddin. Em ê tu carî wan ji bîr nekin û nehêlin bên jibîrkirin." 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

29/05/2022
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir
12:28 Di topbarana Tirkiyeyê de li Eyn Îsayê sivîlek birîndar bû
12:12 Malbata Kazanhan: Divê polîs û hêzên tiliya wan di bûyere de heye bên cezakirin
11:21 Çalakiya karkerên malan bar dikin didome
11:19 Li Enqereyê 7 kes hatin binçavkirin
11:13 Muzîkjen Arzû: Divê stranên me ji gel re bibin hêvî
10:35 Qedexeya OHAL’ê ya li Wanê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin
10:29 Ji xwendekarên li Dêrsimê hatine binçavkirin 6 jê hatin berdan
10:26 Parêzer Çayir: Pêşniyarqanûna ji bo medyaya civakî li dijî Qanûna Bingehîn e
10:05 Xelkê Amedê: Heke em welatê xwe neparêzin dê kesek bo me neparêze
09:24 Ji bo daweta midûrê emniyetê OHAL hat ragihandin!
09:12 Ekolojîst Yanliç: Armanca hilweşandina xwezayê bêmirov hiştine
09:08 Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne
09:06 Pêşmergeyê Gulan: Hevkariya Barzanî bedelên ku me dayîn vala derdixe
09:04 Ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran di Nobeta Edaletê de ye
09:02 Jinên HDP’yî xwe ji kongreyê re amade dikin: Em ji bo avakirina nû tên
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2022'YAN
28/05/2022
20:43 HPG: Cenazeyê du leşkeran di destê me de ne
18:43 Ji qereqola ser sînor Heftenîn tê topbarankirin
18:33 Agahî ji 3 girtiyên bi darê zorê ji qawişê hatin derxistin nayê girtin
17:57 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê wê edalet neyê Tirkiyeyê jî’
17:19 Li Zozanên Şênê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin
17:08 Înîsiyatifa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî ji bo Ozkan bang kirin
17:05 Rûniştina F a 531’emîn: Bila Zerdeşt Odûncû were berdan
16:08 Aysel Tûglûk nameyên ku ji wê re tên şandin nikare bixwîne
16:00 Bi nivîsandina nivîsên ser dîwaran bertek nîşanî êrişan dan
14:56 Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir
14:49 Parêzerê Mandela: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin
14:38 ‘Gundî li ber dibistanê kom kirin û gund şewitandin’
14:26 Li Enqereyê banga xwedî derketina Doza Kobanê hate kirin
13:56 Bafil Talebanî: Heke em bibin yek kes nikare li hemberî me bisekine
13:35 Sancar: Divê tecrîda li ser Ocalan rabe
13:17 Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn
12:59 Bayindir: Hevalê me Zekî serê xwe li ber zilmê netewand
12:58 Birayê Çelebiyê hate qetilkirin: Polîsan her tim gef li me dixwarin
12:05 Di 7 salan de 112 kes di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin
11:28 Piştî 136 rojan cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd hat dîtin
11:20 Çiyayê Cûdî hat bombebarankirin
10:54 Li Bestayê bi traktoran darên hatine birîn dikişînin
10:46 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye
10:40 Rojnamevan Ferac: PDK xebatên sîxuriyê dike
10:02 Li Dêrsimê gelek kes hatin binçavkirin
10:01 Li Êlihê tundiya zilamekî: 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû
09:51 Lêgerîna 28 salan: Em ê dest ji lêgerînê bernedin
09:13 Lîstika wan pûç bû: Heman dosye ji du dozgeran re şandine!
09:09 Amadekariyên kongreya HDP dest pê kirin
09:08 Li girtîgehê firotina klîmayan serbest e, lê xebitandina wan qedexe ye!
09:07 Hevserokê OHD'ê: Girtîgeh li ser sozên xwe nesekinî, çewisandin zêde bûne
09:07 Xizmên girtiyan bang li Barzanî kirin: Ji wan cilên li ser xwe fedî bike
09:06 Sefera Zapê li Heftanînê asê ma
09:05 Polîsan ew felc kir, darazê kiryar parastin, emniyetê ew da ber îcrayê
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike