DÊRSIM - Li Dêrsimê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna li Dêrsimê de polîsan serê sibehê avêtin ser gelek malan. Ji 19 kesên ku derbarê wan de biryara binçavkirinê hebû 5 kes hatin binçavkirin. Kesên ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Dêrsimê.