SÊRT - Qeyûmê Şaredariya Sêrtê Kemal Kizilkaya li şaredariyê du karên din da cîgirê xwe û bi vê yekê re cîgirê wî sê meaşan werdigire.
Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya li şûna Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî weke qeyûm hate tayînkirin. Kizilkaya, cîgirên xwe li şaredariyê peywirdar kir. Qeyûmî, Omer Faruk Gokçe ku li Walîtiya Sêrtê cîgirtiya wî dikir weke cîgirê qeyûm tayîn kir. Her wiha weke Serokê Desteya Rêveber a Şîrketa Anonîm a Turîzm Neguhêzbar Enerjî Hilberîn Pîşesazî û Bazirganiyê yê Şaredariya Sêrtê tayîn kir. Qeyûmî, cîgirê xwe yê din Bîrkan Tatlisoz ku berê cîgirê qeyûm bû jî weke Serokê Desteya Rêveber a Şîrketa Xebatkaran a Şaredariya Sêrtê tayîn kir. Qeyûmî, Qeymeqamê Dihê Îbrahîm Engîn Şenay jî weke cîgirê Tatlisoz tayîn kir. Qeyûmî, memûrê walîtiyê Abdulmecît Îlhan jî weke cîgirê Gokçe tayîn kir.
Bi tayînên nû re rê li ber Gokçe û Tatlisoz vebû ku ji şaredariyê 2 û ji walîtiyê jî yek bi giştî 3 meaşan wergirin. Her wiha rê li ber Îlhan û Şenay jî hate vekirin ku 2 maeşan wergirin.