Sancar: Divê tecrîda li ser Ocalan rabe

  • rojane
  • 13:35 28 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di konferansa bi navê "Li Dijî Siyaseta Tecrîdê, Mafê Aştiyê" de axivî û destnîşan kir ku bi qûtkirina hevdîtinên li Îmraliyê re tecrîd û şer giran bû û divê ew tecrîdê û bobelata siyasî ji holê rakin û ev jî bi têkoşîna biryar pêk tê. 
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovn (ÎHD) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û balê bikişînin ser çareserî û aştiyê, li hotêlek Taksîma Stenbolê konferansa bi navê “Li Dijî Siyaseta Tecrîdê, Mafê Aştiyê” li dar xistin.  
 
Hevberdevkê HDK’ê Cengiz Çîçek, nûnerên KCD, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenterên HDP’ê, Hevseroka Giştî ya OHD’ê Îlknur Alacan, Hevserokên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can, parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, nûnerên DÎP’ê, Endam û rêveberên TÎHV’ê, hiqûqnas, rojnameger û gelek kesên din tev li konferansê bûn. 
 
Di konferansê de Hevserokê Giştî yê PDP’ê Mîthat Sancar axivî û diyar kir ku zêdeyî 100 salin pirsgirêka kurd heye û ji ber vê pirsgirêkê 40 sal in şer heye. Sancar, anî ziman ku pirsgirêka şer û pirsgirêka kurd ketine nava hev û wiha got: “Heta ku em bi hevre nêzî vê pirsgirêkê nebin, çareseriya pirsgirêka kurd jî ne pêkan e. Ev pirsgirêk li gelek aliyên cîhanê heye. Gelek aliyê vê pirsgirêkê hene. Nêzîkatiya pir alî, encamên pir alî ava dike.  Dema em li Tirkiyeyê li aliyê vê nêzîkatiyê binerin, em dibînin ku demek dirêj polîtîkaya înkarê li ser kurdan hatiye meşandin. Dema aşkere înkara kurdan dikin û ev yek bi encam nabe, vê carê înkara pirsgirêkê dixin meriyetê. Dema polîtîkayên înkara pirsgirêkê bi xwe re çareseriyê nîne, vê carê çareseriyê red  dikin.” 
 
BI RÊBAZÊN ŞER ZERAREK MEZIN DAN CIVAKÊ Û ABORIYÊ 
 
Sancar, bal kişand ser mînakênk cîhanê yên rêbazên çareseriyê û wiha got: “Dema em li mînakên cîhanê yên nijadî dinerin, em dibînin ku bi diyalog, muzakere û rêyên aştiyê çareser kirine. Em dibînin vê rêbazê encamên girîng bi dest xistine. Di serdema şerê sar de jî em dibînin bi rêya muzakereyan pirsgirêk çareser kirine. Ji sedî 60 bi rêbaza aştî û muzakereyan pirsgirêk çareser kirine. Li cîhanê di 25 salên dawî de çareseriya bi diyalog, muzakere û siyasetê bêtir zêde bûye. Ji bo pirsgirêk çareser bibe, siyaset, aştî û siyaset esas e.  Hin welatên tersê wê kirin hene. Hêj tersê wê didomînin. Minakê vê yekê û encamên wê hene. Ez ê tenê li ser mînakekê rawestim. Rêbaza li dijî polîtîka û siyasetê, polîtîkaya leşkerî û tundiyê ye. Ev siyaset bêtir serî li rêbazên îmha û tasfiyeyê didin. Yên bi rêbazên leşkeriyê û şer li çareseriyê digerin, rêyeya wan pir kêm e. Ji bo civakan jî bi wêraniyê bi encam bûye.  Mînaka vê yekê Srîlanka ye. Srîlanka bi feraseta ewlehî û leşkeriyê nêzîk bû. Polîtîkayên înkar û îmhayê bêrahm û wîcdan pêk tînin.  Di 2009’an de bi rebaza leşkerî bi deh hezaran mirov qetil kirin. Dema em li encamê vê çareseriyê dinerin, em dibînin ku di aliyê civakî, siyasî û aborî de zerarên pir mezin dane civakê. Ev rêbaza çareseriyê kemîn e. Dema em li encamê dinerin, Srîlanka di aliyê civakî û aborî de têk çûye. Di bingeha vê rêbazê de înkara pirsgirêkê heye. Piştî me ev mînak û rêbaz bibîr xistin em berê xwe bidin rewşa Tirkiyeyê.”  
 
‘HEVDÎTINÊN LI ÎMRALIYÊ JI BO ME TECRÛBEYÊN GIRÎNG IN' 
 
Sancar, li ser pêvajoyên hevdîtinên li Îmraliyê jî rawestiya û wiha got: “Li Tirkiyeyê jî demek dirêje înkara gelê kurd heye. Dîsa redkirina çareseriyê her tim di rojevê de diyarker e. Li Tirkiyeyê jî aqilê dewletê li gel ku enama vê rêbazê dizane, di vê rêbazê de israr kiriye. Di demek nêzîk de 2 pêvajo hene. Yek pêvajoya 2009-2011’an, ya din jî pêvajoya 2013-2015 pêvajoya çareseriyê ye. Ev tecrûbeyên girîng in. Di civakê û siyasetê de hafizeyek hiştiye. Herdu pêvajo jî bi serkeftî bi encam nebûn. Pirsgirêk çareser nekirin. Li gorî lêkolînan di nava civakê de tevî hemû hoyte hoyta şer jî dîsa ji sedî 40-45 alîgirên çareseriya diyalog, muzakere û aştiyê ne. Tişta ku em bikin ewe ku em van daxwazan bêtir zêde û belav bikin. Divê bi dengekî bilintir bên ziman. 
 
Meseleya esasî ewek ku divê pir alî nêzîkî meseleyê bibin. Di van pêvajoyên ku navenda wê Îmralî ye, pratîka muzakereyan di hafizaya civakî û siyasî de, fikra ku çareseriya wê pêkan e ava dike. Di pêvajoya 2009-2011 de rola sereke Birêz Ocalan bû. Dema em li serdema 2009-2011 û serdema 2013-2015’an ku li îmraliyê hevdîtin dihat dikirin dinerin, em dibînin ku hevîya çareseriya pirsgireka kurd a bi rêbaza demokrasiyê zêde bûye. Şer sekiniye ango hatiye asta rawestanê. Niqaşên demokratîk ên civakî û siyasî pêş ketiye. Dîsa êdî kuştin rawestiya ye.” 
 
‘PIŞTÎ QUTKIRINA HEVDÎTINAL I ÎMRALIYÊ TECRÎD Û ŞER GIRAN BÛ' 
 
Sancar, li ser encamên qutkirina hevdîtinê jî rawestiya û ev agahî dan: “Her ku polîtîtîkayên tundî û neçareseriyê zêde bûne, tecrîd giran bûye. Dema lêgerîna çareseriyê pêş dikevin jî em dibînin ku li Îmraliyê muzakere jî tên kirin. Pirsa ‘Pêvajoya çareseriyê kengî bi dawî bû?’ bê pirsîn. Bersîva wê 5’ê Nîsana 2015’an e. Di 5’ê nîsana 2015’an de heyeta HDP’ê cara dawî çû li Îmraliyê hevdîtin kir. Piştî hevdîtin qediya em dibînin şerekî pir giran dîsa dest pê kiriye. Polîtîkayên leşkerî yên înkar, îmha û tundiyê zêde bûne. Di şertên herî giran de jî tu sedemên ku em dest ji lêgerîna çareseriya demokratîk berdin tune ye. Îro rewşa ku axaftina çareseriya demokratîk û aştiyane jî zor bûye. Di rewşa wisa de tişta bê kirin divê bi dengekî bilind demokrasî bê parastin û em li demokrasiyê xwedî derkevin.” 
 
'RÊBAZÊN TUNDÎ Û LEŞKERÎ HÎMÊ CIVAKÊ PARÇE DIKE'
 
Sancar herî dawî li ser rêbazên leşkerî û diyalogê jî rawestiya û wiha got: “Divê her  tim em rêbaza muzakere û diyalogê derxin pêş. Lê mixabin em dibînin ku hêzek alîgirê çareseriyê derneketiye pêş. Divê em vê daxwazê bidin xuyakirin û bikin malê civakê. Divê em hevre li bersîva çima me çareseriya aştiyê nekeriye malê civakê.  Di 40 salên dawî rêbazên ku derdikevin pêşberî me wekî nû ne derdixin pêşberî me. Operasyonên dersîmor, tasfiyeya siyaseta demokratîk û dûrxistina civakê  mînaka vê yekê ne. Rêbazên leşkerî otorîteriyê pêş dixin. Cewherê civakê perçe dike. Parçe dikin û berberiyê pêş dixin. Çavkaniyên civakê pêşkêşî çekan û sermayedaran dikin. Ev rêbaz bi xwe re têkçûna aboriyê û xizaniyê pêş dixe. Li gel ku em hemû vê yekê dijîn jî dîsa dubare dibe. Divê em vê yekê rawestînin.
 
Divê em li gel vê rewşê û şerê taybet di çareseriya demokratîk de israr bikin û em daxwaza çareseriya aştiyê dubare bikin.  Ku ne wisa be birînên berê nayên ceribarindin. Divê em di çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk de israr bikin.  Dîsa divê di qada aborî de em di aramiya civakî de israr bikin. 
 
Bi polîtîkayên operasyonê armanc dikin ku muxalefeta siyasetê cuda bikin. Rê li pêş siyaseta demokratîk bigirin. Eger em bixwazin vê yekê biguherînin divê em her tim li dijî xwîn, îqtîdar û derewan rawestin. Îqtîdar her tim dixwaze li ser xwîn, îqtîdar û derewan hebûna xwe berdewam bike. Eger em dixwazin vê pergalê biguherînê divê em berî her tiştî helwestek pir zelal a li dijî şer nîşan bidin. Divê em li dijî polîtîkayên xwîn, îqtîdar û derewan di polîtîkayên çareseriya demokratîk û aştiyane de israr bikin. Ku têkoşîn hebe hevî heye. Ku biryar hebe çareserî jî heye . Em bi zanebûn û berpirsiyariya vê yekê tev digerin. Derketina li dijî tecrîdê parastina çareseriya demokratîkê ye. Divê kes dijderketina tecrîdê berovajî neke û tecrîd neke. Derketina li dijî tecrîdê lêgerîna çareseriya demokratîk û edaletê ye. Tecrîd binpêkirina mafan e. Ji ber vê yekê divê li dijî tecrîda giran a Îmraliyê divê hîn zêdetir û berfireh îtîraz bê zêdekirin. Divê ev îtîraza li dijî tecrîdê bibe tevahî. Divê em hem li dijî tecrîdê derkevin û hem tecrîda li ser xwe bişkînin. Hemû pirsgirêk bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne. Çareseriya wan jî bi siyaseta demokratîk ve girêdayî ne.” 
 
Piştî axaftina Sancar, konferansê bi rûniştinan berdewam kir. 
 

Sernavên din

01/06/2022
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar