STENBOL - Parlamentera HDP’ê Fatma Kûrtûlan a serdana Aysel Tûglûkê kir, da zanîn ku nameyên wê hevalên wê dixwînin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Fatma Kûrtûlan serdana girtiya nexweş a giran siyasetmedar Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin kir. Kûrtûlan a piştî serdanê li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyanî da wiha got: “Xwişkên Aysel Tûglûk, jinên bi rêzdar ên hevalên wê me îro serdana Ayselê kir. Ji we gelek nameyan digire. Hevalên wê yên qawişê dixwînin. Ji jinan re silav şandin.”