AMED - Li Zozanên Şênê yên di navbera Mûş û Pasûrê de cih digirin operasyoneke leşkerî hate destpêkirin.
Li Zozanên Şênê yên di navbera Mûş û navçeya Pasûra Amedê de cih digirin operasyoneke leşkerî hate destpêkirin. Hate diyarkirin ku di operasyona ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Mûşê ve tê birêvebirin de esker, polîs û cerdevan jî tev li bûne.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, beriya du rojan di bin parastina helîkopterên kobra de gelek leşker li çoltara Zozanên Şêne hatine bicihkirin.