Ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran di Nobeta Edaletê de ye

  • rojane
  • 09:04 29 Gulan 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Sûltan Yagmekan a ji bo kurê xwe yê nexweş ê giran Firat Yagmekan di Nobeta Edaletê de ye, bi lêv kir ku divê girtî demildest bên berdan. 
 
Malbatên girtiyan ên bi daxwaza girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan û binpêkirinên girtîgehan ên diqewimin li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê Nobeta Edaletê dane destpêkirin, çalakiyên xwe didomînin. Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di 12’ê Sibata 2022’yan li Îzmîrê daye destpêkirin bi daxuyaniyên li pêş Baroya Îzmîrê, Edliyeya Îzmîrê û Girtîgeha Kiriklarê tên dayîn didome. 
 
Yek ji malbata girtiyan Sûltan Yagmekan a nêzî 4 meh in di Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê de cih digire, ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran Firat Yagmekan (46) ê nêzî 15 sal in li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê tê ragirtin ji bo kurê xwe edaletê dixwaze. Yagmekan ê di sala 2007’an de hate girtin di encama darizandinê di sala 2012’an de ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve cezayê muebbetê lê hate birîn. 
 
NEXWEŞIYÊN GIRTΠ
 
Firat Yagmekan, di girtîgehê de 3 caran ji fitika rûv, anjiyo û ji difinê emeliyat bûye. Yagmekan ê 12 sal in ji ber nexweşiyên enfeksiyonal û Hepatît B’yê dermanan bikartîne, nexweşiyên tansiyona bilind, astim, bêhn tengî, mîgren, hemoroit, çavan, fitika pişt û stû, werimîn, reflu, gastrit û prostatê pê re hene. Yagmekdan diviya bû beriya pandemiyê ji fistul û hemoroîtê 2 emeliyatan derbas bike lê ji ber pirsgirêkên di pandemiyê de qewimîn emeliyat nehatin kirin. 
 
‘JI BO HERKESÎ EDALET’
 
Sûltan Yagmekan (66) bi lêv kir ku têkoşîna malbata Şenyaşar bandor li belavbûna Nobetên Edaletê kir û anî ziman ku ne tenê ji bo kurê xwe ji bo hemû girtiyên nayên dermankirin û rastî binpêkirinên mafan tên di Nobeta Edaletê de ye. Yagmekan, xwest ku girtiyên nexweş bên berdan û di şertên guncav de werin dermankirin û wiha got: “Bila girtiyên nexweş berdin, malbatên wan dê li wan binêrin. Aysel Tûglûk jî nexweş e û nikare li xwe binêre. Ev bêedaletî wê heta kengî bidome. Li cem dewletê ne edalet ne wijdan ne jî hiqûq nemaye. Em ê tevî her tiştî jî gotina xwe ya edaletê bidomînin.”
 
DI ENCAMA KOMPLOYÊ DE HATE GIRTIN
 
Yagmekan, ragihand ku beriya ku kurê wê were girtin pêlav boyax dikirin û wisa debara xwe dikir û wiha berdewam kir: “Di nîva şevê bi ser mala kurê min de girtin. Wê şevê kurê min li mala xesûya xwe bû. Lê pişt re bi ser mala xesûya wî de girtin û ji wir anîn mala wî. Polîsan li vir gotin ‘me di mala wî de bombe dît’ bi komployekê binçavkirin. Lê haya kurê min ji tiştekî nebû. 2 rojan di bin çavan de ma. Dadger jî dozger jî dizanî ku kurê min tiştek nekiriye. Ji ber ku dîmen hebûn. Bejna kurê min ye kurt e lê bejna kesê ku ew teqîn pêkanî dirêj bû. Bi giliyê malbata kesê jiyana xwe ji dest dayî kurê min weke qûrban hate hilbijartin. Tu sûcê kurê min nebû lê cezayê hefsê yê muebbedê danê.”
 
DI GIRTÎGEHÊ DE NEXWEŞ BÛ
 
Yagmekan, da zanîn ku beriya ku kurê wê bikeve girtîgehê tu nexweşiyên wî nebûn lê di girtîgehê de gelek nexweşî lê derketin û anî ziman ku divê kurê wî emeliyat bibe lê demekî dirêj e nayê emeliyatkirin. Yagmekan, diyar kir ku dema kurê wê birin nexweşxaneyê tedawiya bi kelemçe lê ferzkirine û wiha pê de çû: “Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê tenê fîlman dikişînin. Piştî demek derbas bû nû ji bo tahlîlan careke din dibin. Pêvajoyên tedawiyan gelek dirêj dom dikin. Di girtîyan de êdî ji bîr kirin dest pê dike. Dermanên xwe yên ku her roj bikarbînin ji bîr dikin. Girtiyan dixin hucreyên yek kesî de. Girtiyên nexweş tena serê xwe çawa bikarin li xwe binêrin? Dewlet ji bo girtiyan dibêje ‘bila li vir bimirin’. Berpirsyarê her tiştê di girtîgehan de diqewime dewlet e.”
 
‘BILA ZAROKÊN ME AZAD BIBIN’
 
Yagmekan, destnîşan kir ku zarokên wan her tim bi mirinê re rûbirû ne, di pêvajoya dawî de gelek girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em diçin Baroya Îzmîrê, li pêş girtîgehê, edliyeyê, avahiyên partiyên siyasî û komeleyên mafên mirovan Nobeta Edaletê digirin. Ji bo heq, hiqûq û edaletê bila zarokên me demildest bên berdan.”
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

01/06/2022
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir