Pêşmergeyê Gulan: Hevkariya Barzanî bedelên ku me dayîn vala derdixe

  • rojane
  • 09:06 29 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Pêşmergeyê Gulan ê kevin Nazir Tahir Alma diyar kir ku Barzanî, bi van kirinan bedelên ku hatine dayin vala derdixe û got: “Ew keda ku me dayî hemû vala derket. Îro Başûr xiyanetê li gelê xwe dike û şerê birakujiyê daye destpêkirin.”
 
Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji hewayî û bêjahî êrîş dane destpêkirin. Ji êrîşên ku bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê hatine destpêkirin heta niha encamek nehatiye bi dest xistin. Tirkiye Herêma Kurdistanê bi SÎHA'yan bombebaran dike. Herî dawî di 26’ê Gulanê de li gundê Zewê yê bajarokê Bamernê ya navçeya Amediyê ya Duhokê di encama bombebarana Tirkiyeyê de 2 jê zarok 3 sivîl hatin qetilkirin. Her wiha beriya wê jî HPG’ê bi daxuyaniyekî aşkere kiribû ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 8 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. Li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re ji her qadên civakî bertek zêde dibin. Dema ku di salên 1988'ande Saddam Huseyîn li dijî herêmê qirkirina kurdan da destpêkirin, ji herêmê gelek kes ji bo ku xwe rizgar bikin derbasî herêmê bûn. Ji Şirnex û Colemêrgê gelek kes ji bo ku alîkariya gelê herêmê bikin berê xwe dan Herêma Kurdistana Federe û tevlî Pêşmergeyên Gulan bûn. Yek ji van jî ji gundê Roboskiyê yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê Nazir Tahir Alma (62) bû. Alma yê ku di parastina axa Herêma Kurdistana Federe de cihê xwe girtibû, bang li PDK'ê kir ku keda ku wan dayî vala dernexinin. 
 
'JI BO PARASTINA AXA XWE ME KIR' 
 
Alma, bi lêv kir ku qasî ku ji destê wan hatî wan ji bo parastina gelê Başûr tekoşiyan û wiha axivî: “Di sala 1975’an de welatiyên Iraqê ji ber zilma Saddam reviyan hatin vê derê. Me weke gelê herêmê ew pêşwazî kirin. Her yekê ji me gotin ku 'Em malbatekê ji vê belayê rizgar bikin' Ne min tenê herkesî weke min digot 'Ev xîzmete li ser milê min e' Em ji 75'ê heta 85'ê me ji bo xwe kar nekir û em bi wan malbatan re eleqeder bûn û 76 malbat me li gundê xwe bi cih kirin. Her gundekî weke me ev xizmet kir. Me ew malbat bi cih kirin û piştre jî me çek avêt milê xwe û me dest bi şerê çekdarî kir. Heta salekî me ew xîzmet kir. Me gelek zehmetî dit. Me lê mêze kir kurd pêş ve çûn. Wan hizir kir ku kurd xelas bûn. Çawa ku rewş wisa awarte bû kê çi pê çêdibû çekên xwe hildan û çûn. Ji Çelê bigire heta vir herkes kom bi kom diçûn. Herkes seferber dibû. Herkes tenê dixwest ku şoreşa gulanê careke din geş bibe. Bi wê xîzmetê me dewam kir. Heta ku salên 80'an em li çiyayan bûn. Em mehê carekê dihatin bêhna xwe vedikir û piştre em dîsa diçûn. Kes nema ku xîzmet nekirî. Herkesî bi hevre dest da vê xizmetê. Ji bo ku gelê kurd di bin zilma Saddam derbixînin herkes seferber bû. Ji ber wê me got 'Çi xîzmet bikeve li ser milê me em amade ne'. Tenê daxwazîya me ew bû ku gelê kurd di bin zilmê de derbixînin. Gelek ji wan penaber bûn û çûn kampan. Di wan kampan de dor li wan girêdan û gotin, 'Heger hûn birakujiyê nekin em di kampan de heq nadin we' Gelek ji wan jî çûn Sûriyeyê. Me ji bo şerefa kurda û kes xiyanetê li gelê kurd neke çi bar ket ser pişta me, me kir.”
 
'XIYANETÊ LI GELÊ XWE DIKE'
 
Alma, bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û wiha beredewam kir: “Ev yek zirarê dide deskeftiyên kurdan. Ew keda ku me dayî hemû vala derket. Îro Başûr xiyanetê li gelê xwe dike û şerê birakujiyê daye destpêkirin. Ma ne heyf û mixabin e. Dest daye birakujiyê û birayê xwe dikuje. Rojekî tu tengaviyê de bûyî û me li xwe li we kir xwedî, me hûn parastin. Lê îro hûn destê xwe didin çeka xwe û dibêjin ‘Ez ê vî kurdî bikujim ev ne bira ye, heger ev ne PDK'yî be ev xayîn e’ ferqa tu kurdan nine. Ne mixabine ku mirov şerê birakujiyê bike? Emrê min 15 salî bû dema ku min ev xîzmet dikir. Niha emrê min 62 saliye. Hê niha jî dilê min dûv wê xizmetê re ye. Ji bo ku me ji gelê xwe re ew xizmet kir, em ne poşman in. Wê sibê dîsa bikevin tengasiyê û dê wê demê jî muhtacî gelê xwe bin. Kes nikare wan biparêze, encax gelê wan dikare wan biparêze.”
 
‘AXA KURDISTANÊ NE AXA BARZANÎ YE’
 
Alma, bertek nîşanî firotina axa Kurdistanê kir û dirêjî da axaftina xwe: “Bila Barzanî piştgiriyê nede dewleta tirk. Barzanî çi minnet bi dewleta tirkan heye? Dewleta tirk ku ve diçe serbest e. Dibêje 'kurd in terorîst in' Lê mixabin ew dewleta tirk digerînin. Axa Kurdistanê ne axa Barzanî ye. Îro dibe ku rêveberek Kurdistanê be, lê ferqa kurdekî û wî tune ye. Ferqa me û wî nîne. Ferqa axa Kurdistanê nîne. Ne mixabin ku ferq û cudahiya axa Kurdistanê dikin. Ev ferq û cudahî şaşitiyeke mezin e. Divê ferq û cudahiyê nexin navbera kurdan. Em vê difikirin, çima ew nafikire?”
 
BANGA YÊKITIYÊ
 
Alma, anî ziman ku Barzanî pişta xwe dide gel, xeletiyê dike û ev bang kir: “Bangawaziya me tifaqî ye, biratî ye. Destê xwe bidin yek û bibêjin 'Em gelek in û em dibin zilmê de ne'. Ne mixabine ku em xwe ji hev cuda dikin. Ferq û cudahî nîne. Li vir çi zilm li min hatibe kirin, li wî jî hatiye kirin, li yê Suriyeyê jî, Îranê jî hatiye kirin. Em dibêjin, ji min re çi yê Suriyêye, Îranê û Iraqê çi dikêşe. Ew zilma wî dikin wê li min jî bike. Herkes dibêje 'Ez' Em birayê yek in û em dev ji vê xiyanetê berdin. Heger ez nikarim tiştekî bikim, divê ez xiyanetê li birayê xwe nekim. Tişta ku ji min tê divê ez biratiyê bikim, ne dijminatiyê. Xwedê ew îro bikevin tengaviyê em amade ne ku bikin. Lê mixabin ew wisa nakin. Nabêjin ku wê rojek bê em ê dîsa bikevin tengaviyê de û ev wê dîsa hawara me bên. Bi sedan pêşmergeyên ku ji vir çûn ji bo parastinê şehîd ketin û canê xwe dan.Ileh em li xwe xwedî derbikevin. Ewropa yan jî dewleteke din wê xwedî li me dernekeve.”
 

Sernavên din

01/06/2022
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir