Xelkê Amedê: Heke em welatê xwe neparêzin dê kesek bo me neparêze

  • rojane
  • 10:05 29 Gulan 2022
  • |
img
AMED -  Welatiyên Amedê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê dan û ji bo Barzaniyan pênaseya “qewmê kewê” kirin. Welatiyan diyar kir ku divê gelê kurd li dijî êrişên heyî xwedî li xaka xwe derkeve û gotin: “Heke em xaka xwe neparêzin, dê kesek bo me vê xakê neparêze.” 
 
Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kir. Hêzên Gulan, Zêrewan û çeteyên Roj jî di nava van êrişan de bi awayekî raste rast cih digirin. Lê belê li gel hemû êrişan jî Tirkiyeyê heta niha encamek bi dest nexistiye. Êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê di raya giştî ya kurd de rê li ber nerazîbûnan vedike. Welatiyên Amedê têkildarî mijarê axivîn û bertek nîşan dan. 
 
Ji welatiyan Recep ku nexwest paşnavê xwe bibêje da zanîn ku ew li başûrê Kurdistanê dixebite û wiha got: “Li Başûr bi ser navê kurdewariyê tiştek nema ye. Malbata Barzanî hemû nîmetên Kurdistanê ji bo malbata xwe pêşkeş dike. Gelek mal û milkê wan li Tirkiyeyê heye. Di dîroka malbata Barzanî de îxanet tu caran neqediya. Şebekeya îxanetê ne. Ji bilî alaya Kurdistanê tiştek li Başûr nema ye. Hêzên kurd îro baş li ber xwe didin lewma rastî êrişan tên. Li ser vê xakê gelek mirovên welatparêz hene ku dilê wan bo vê xakê diêşe. Dê vê xakê zû bi zû dest ji xayînan ve bernedin. Barzanî mûçeyên karmendên xwe nade lê pere tîne Tirkiyeyê. Bi navê kurdayetiyê gelê Başûr dixapînin.” 
 
‘DEWLETA TIRK GUND Û BAJARÊN ME DAGIR DIKE
 
Welatiyê bi navê Beşîr Mistefa ku ji Zaxoyê ye jî anî ziman ku Tirkiye li herêma wan weke dagirkeran tevdigere û wiha pê de çû: “Tu ferq û cudahiya me Bakur û başûriyan ji hev nîne. Divê em destên xwe bidin hev û bibin dewlet. Devleta tirk li ser milkê me ye, gund û bajarên me topbaran dike, me birîndar dike û dikuje. Bi sedan gund ji ber êrişên wê bûne çol û wêran bûne. Gundên me hatine dagirkirin û bi helîkopteran lê didin.”
 
‘HETA KU JIYAN HEBE DÊ KURD JÎ HER HEBIN’
 
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Mehmet Salih Kaya jî destnîşan kir ku Barzanî kurd e lê belê weke kurdan tevnagere. Kaya da zanîn ku Kurdistan bi xema Barzanî nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nêzikatiya wî zirarê dide kurdan. Amediyan ji Barzanî hez dikirin lê niha jê hez nakin. Ew alîkariya tirkan dike. Heke em nebin yek dê hemû destkeftiyên me tune bibin. Heke em welatê xwe neparêzin, kesek dê welatê me neparêz e. Heke tu xwedî lê dernekevî, dê sibe bêxwedî bimînî. Ji bo berjewendiyên xwe li Kurdistanê şer derdixînin. Lê çiqas êriş bikin jî kurd dê li ber xwe bidin. Heta ku jiyan hebe dê kurd jî her hebin.” 
 
‘TEVÎ EWQAS HEQARET Û ZILMÊ JÎ PÊ NIKARE’
 
Ji welatiyan Cemal Oklav bal kişand ser dîroka malbata Barzaniyan û wiha dom kir: “Her tim xiyanet kirine. Ji bo Kurdistanê tu tiştekî baş nekirine. Weke qewmê kewê ne. Ne ji bo kurdan lê ji bo tirkan dixebitin. Ev 30 sal in li dijî kurdan şerekî qirêjî tê kirin. Berxwedan bi destê me ye û divê gel xwedî lê derkeve. Gelê me gelekî fedakar e û divê îro xwedî li keda xwe derkevin. Desthilatdarî hewl dide kurdan tune bike lê ev nepêkan e. Ya ku nekarîn 30-40 salan de bikin dê niha jî nekarin bikin. Tevî ewqas zilm û heqaretê jî pê nikarin.”
 
‘BILA ALÎKARIYA DIJMIN NEKE’
 
Yek ji Amediyan Hîkmet Kiliç jî bertek nîşanî hevkariya malbata Barzaniyan da û wiha pê de çû: “Em ê ji vir û şûnde jê re bibêjin ‘xayîn.’ Em dibêjin alîkariyê bi dewleta tirk re neke û nebe xayîn. Dema DAIŞ’ê êrişî Kurdistanê kirî, PKK bi hewara pêşmergeyan çû. Lê çima ew alîkariyê didin dijmin? Em nabêjin alîkariyê bide me lê dijminatiya me jî neke. Ne tenê li dijî PKK’ê lê li dijî kurdên Bakur, Rojava û Başûr jî xiyanetê dikin. Heke me bi destê hev bigirta dê pêşî li êrişan bihata girtin.” 
 
‘DEWLETA TIRK Û BARZANÎ DEST DANE HEV’
 
Muhammet Topal jî şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê weke şerekî qirêjî pênase kir û wiha got: “Ji ber hevkariya Barzaniyan, veguheriye şerekî birakujiyê. Dewleta tirko û malbata Barzanî dest dane hev û êrişî me dikin. Ev yek ji bo pêşeroja kurdan xetereyeke mezin e. Di Helebçeyê de kurdên me hatin kuştin û ev ji bîra me naçe. Lê em ê hevkariya PDK’ê ya bi dijmin re jî ji bîr nekin. Malbata Barzanî li gorî berjewendiyên xwe yên malbatî tevdigere. Lewma her tiştekî xwe difiroşin. Ji hêlekê Iraq, li hêlên din jî Îran û Tirkiye êrişî me dikin. Dixwazin me tune bikin û nahêlin welatekî me hebe. Ew jî dizanin ku heke kurd bibin yek dê tiştek ji wan re nemîne û siyaseta wan xelas bibe.” 
 
Jina bi navê Aynur Tuncer jî anî ziman ku ew li dijî şer û birakûjiyê ne û xwest ku kurd li hemberî dijminê xwe, pişta hev bigirin. 
 

Sernavên din

01/06/2022
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir