Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin

  • rojane
  • 16:45 31 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Ji xizmên girtiyan Fînce Akman bi lêdanê hatibû binçavkirin û destên wê hatibûn kelemçekirin. Kelemçeyên ku xistibûn destê Akman ewqas şidandibûn ku bi tornavîdayê vekirin. Akman, têkildarî tundiya lê hatiye kirin wiha got: “Çi dikin bila bikin ez ê li ber xwe bidim.” 
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî tundiya polîsan ku di dema çalakiya Nobeta Edaletê de li dayikan kiribûn, li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Oya Ersoy, Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Stenbolê Umît Efe, Hevserokên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Nesîm Ozkan û Esen Çelîk û gelek parêzerên OHD’î jî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de yek ji xizmên girtiyan Fînce Akman axivî û kêliyên êrişê wiha vegot: “Em bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin. Min nekarî xwe bilivînim. Dersoka min bi divê min ve girê dan. Hewl dan min bixeniqînin. Îşkence li me kirin. Ji bo ku nekevim min destê xwe avêt aliyekî wesayîtê lê polîsan li destê min xistin. Piştre polîsekî got; ‘tu nikarî lê bixî, bisekine ez ê lê bixim.’ Polîsek bi çoka xwe kete ser zikê min. Min dît ku 4 polîs hatin ser serê min. Polîsî ji min re got; ‘we hêza dewletê dît?’ Lê çi dikin bila bikin ez ê li ber xwe bidim. Heke bi gopal jî bimeşim dê werim ber deriyê edliyeyê. Bi me dikeniyan û digotin; ‘dewlet bihêz e, hûn nikarin têk bibin.’ Ew bi çek, tank û topên xwe jî bên dê nekarin me têk bibin. Wêrektiya me besî me ye. Em ê li dijî wan serî netewînin. Dema em dibirin nexweşxaneyê, polîsekî got; ‘li wir tiştekî nebêjin.’ Lê çawa ku em paya bûn, min qêriya û got ku ‘me li pêşiya Edliyeya Çaglayanê nobet digirt.’ Polîsan gef li kesên em dikişandin jî xwarin. Em zarokên xwe dixwazin.” 
 
‘EM LI EDALETÊ DIGERIN’ 
 
Ji xizmên girtiyan Kumru Akgul jî wiha qala êrişê kir: “Polîsan westin destên min kelemçe bikin û serê min biçemînin. Min jê re got ku fetqa stû bi min heye. Ez serê xwe li ber wan natewînim. Ew polîs tevek jî derdora 20 salî bûn. Min jê re got; ‘ma hûn şerm nakin’. Wan jî got; ‘bêdeng be, ji vî welatî here.’ Min jî jê re got; ‘niyeteke min a çûyîna ji vî welatî nîne.’ Min av xwest lê nedan. Gelek îşkence li me her çar dayika kirin. Em li edaletê digerin û naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin. Polîsan wateya navê keça min a Jiyanê pirsîn. Dema min jê re got; ‘Jiyan, gula Kurdistanê ye’, hewl dan li min bixin. Nizanim bê ka em birin kîjan nexweşxaneyê. Em 6 saetan di wesayîtê de man. Min got; ‘bêhntengiya min heye.’ Lê gotin; ‘li pêşiya Çaglayanê bêhna te hebû ma niha tune ye.’ Bi lêdanê dayikek bi ser hişê xwe de birin. Bi darê zorê me ji dayika Fînceyê re kek anî. Ji me re gotin; ‘ma hûn hem dagir dikin û hem jî xwarinê dixwazin.’” 
 
‘EM HATIN ÎŞKENCEKIRIN’
 
Bi domdarî Akgul diyar kir ku di dema muayeneya bijîşkan de polîsan bi darê zorê xwestin bikevin hundir û wiha pê de çû: “Em du saetan li qereqolê hiştin. Telefonên me nedan û destûr nedan ku em li parêzerên xwe bigerin. Gelek heqaret li me kirin. Dema em ji nexweşxaneyê anîn jî îşkence li me kirin. Heta parêzer nehatin, telefonên me nedan. Gef li me xwarin û îşkence li me kirin. Em vêya qebûl nakin û tişta pêwîst em ê bikin. Min ji wan re got; ‘hefteya pêşiyê ez ê li Çaglayanê bim.’” 
 
‘EM BI DAYIKAN RE NE’ 
 
Nûnerê THÎV’a Stenbolê Umît Efe jî got ku ew bi dayika re ne û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna herî mafdar û rewa ya dayikan e. Divê mirov fêm bike bê ka çima dayik bi destê xwe li kolanan li edaletê digerin. Îşkence, sûc e. Her wiha binpêkirina mafê fikr û azadiyan jî sûc e.” Hevseroka MATUHAYDER’ê Esîn Çelîk jî da zanîn ku ji bo bidawîkirina binpêkirinan, dayik her tim li muxatabekî digerin lê nabînin. 
 
Parlamenter Oya Ersoy jî bal kişand ser tecrîdê û wiha derbirî: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Lê desthilatdariya AKP’ê îşkenceyê jî bes nabîne. Hema hema her roj li girtîgehan agahiya mirinê ji girtîgehan tên. Çalakiya xizmên girtiyan, çalakiyeke rewa ye. Nêzikatiya li dijî dayikan, dijminatiya desthilatdariyê ya li hemberî dayikan e. Min bi xwe şahidiya vê îşkenceyê kir. Têkoşîna me, li dijî faşîzmê têkoşîna heqîqetê ye û em ê paşdegav neavêjin.”
 
‘ÎŞKENCE ÊDÎ VEGUHERIYE SEPANEKÎ ÎDARÎ’
 
Herî dawî jî parêzera OHD’î Şehrîban Kara axivî û wiha got: “Ev demekî dirêje ku li Tirkiyeyê ji ber binpêkirinan, girtî jiyana xwe ji dest didin. Hema hema her hefteyê agahiyên îşkence û mirinan ji girtîgehan tên. Têkildarî van binpêkirinan lêpirsîneke bibandor nayê destpêkirin. Wezareta Edaletê jî van binpêkirinan înkar dike. Malbatên girtiyan çawa ku ketin edliyeyê, polîsan mudaxaleyî wan kir. Dema li kafeyê rûdiniştin jî bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Kelemçeya plastîk a xistibûn destê Akman, ewqas şidandibûn ku neçar man bi tornavîdayê vekin. Di vê navberê de jî Fînce Akman bi ser hişê xwe çû. Li gel ku Kumru Akgul nexweşa bêhntengiyêye jî pê li ser wê kirin. Divê ev rewşa îşkenceyê ku êdî veguheriye rewşeke îdarî, bi dawî bibe. Divê ev polîs ji peywirê bên girtin, lêpirsîneke bibandor bê vekirin û pêvajoya darazê dest pê bike.” 
 

Sernavên din

01/06/2022
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn