Xebatên AKP’ê yên 20 salan!

  • rojane
  • 10:43 7 Hezîran 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di dema desthilatdariya AKP’ê de ku afîşên “Me karê sed salan di 20 salan de kir” li bîlbordan daliqandine; daristan hatin tunekirin, çalakiyên çand û hunerê hatin qedexekirin û di encama tundiyê de 43 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. 

 
Serokatiya Ragihandinê ya girêdayî Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan afîşên bi ser navê “Me karê sed salan di 20 salan de kir” li bîlboardan daliqandin. Her wiha wêneyên karên ku qaşo kirine li van bîlboardan hatine kirin. Di afîşên bi îmzeya Erdogan de li gel reklamên “Danîna 5 milyar û nîv şitlan”, “Çêkirina 13 nexweşxaneyên bajêr ên di asta cîhanê de”, “Bûdçeya ji bo çand û hunerê 22 qat hate zêdekirin”, “Trîlyonek û 144 milyar TL ji bo veguhestinê hatin veqetandin” û “Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA)”, her wiha gotina “Rêjeya ji sedî 20 a netewîbûn û herêmîbûna pîşesaziya parastinê me derxist ji sedî 80’an” jî cîh girt. 
 
Lê belê li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), endamên HPG, YJA Star, leşker, polîs, cerdevan, karker, zarok û jin jî di nav de, di nava van 20 salên desthilatdariya AKP’ê de bi giştî 43 hezar û 166 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
QADÊN DARISTANAN 
 
Di dema desthilatdariya AKP’ê de ku dibêje “Me 5 milyar şitil danîn”, tenê li Şirnex û navçeyên wê, ji sala 2019’an heta 2021’an di encama şewatên ji hêla leşkeran ve hatine derxistin de bi hezaran donimên daristanê hatin şewitandin, dar û şitil bûn xwelî. Li gel vê yekê, bi hinceta operasyonên leşkerî yên li herêmê bi dehhezaran dar hatin birîn û ji bajar û herêmên cuda re hatin firotin.
 
Birîna darên li Şirnex û navçeyên wê ya ji hêla cerdevan û leşkeran ve di sala 2021’an de jî berdewam kir. Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Şirnexê têkildarî mijarê raporek amade kir. Dema du daneyên cuda yên Midûriyeta Giştî ya Daristanan tên vekolandin, tê dîtin ku di navbera mehên sibat-îlonê anku di nava demekî kurt a biqasî 7 mehan de rêjeya daristana Şirnexê ji sedî 8 kêm bûye. Di raporê de wiha tê gotin: “Li gel ku daneyên fermî bi awayî ne, lê li gorî daneyên di encama xebatên li qadê hatine bidestxistin, xuya dibe ku ev rêje gelek zêdetir e.” Hat gotin ku rayedar li şûna pêşîlêgirtina vê rewşê, ji bo qadên daristanê dest bi xebata “kêmkirina daran” kirine. 
 
Di encama şewatên di mehên hezîran, tîrmeh û tebaxa sala 2020’an ên li Bestayê de 21 herêm bi tevahî şewitîn. Bi hezaran darên li qadên Girê Deyîncê, Şerevan, Girêhelêziyê, Pişta Reşa, Girê Gimê, Tilmê Girduşê, Girê Mêrgumar, Sêro, Rîsor, Lama Kitkê, Girê Kenîferşkê, Girê Zîyaret, Tehtê Gozkê, Dimdimo, Mexelê Yasîn, Zilê Hûr, Kela Sor û Girê Givarayê hatin şewitandin. 
 
Ji meha gulanê heta mijdarê, li çiyayên Cûdî, Gabar û li herêma Bestayê 31 caran şewat derketin. Di encama van şewatan de bi hezaran dar şewitîn û ziyaneke mezin gihişt bax û baxçeyên gel. Ji van şewatan hinek jê di encama operasyonên leşkerî de û hinek jî di encama êrişên helîkopteran de derketin. Ji bo herêmên ku bi tevahî şewitîn jî tu projeyeke çandina daran nehat pêşxistin. 
 
LI ŞIRNEXÊ NEXWEŞXANEYEKE BAŞ TUNE YE
 
Afîşên nexweşxaneyên bajaran jî di bîlboardan de hatine daliqandin. Lê belê ne welatiyên li bajêr û ne jî yên li navçeyên wê nikarin li tu nexweşxaneyan sûdê ji mafê tedawiyê bigirin. Li van nexweşxaneyan bijîşkên gelek beşan tune ne û di peydakirina dermanan de jî pirsgirêkên mezin dijîn. Ji ber van kêmaniyan jî di gelek branşan de emeliyat nayên kirin. Ji ber ku MR (Wêneyê Rezonans Manyetîkê) jî xerabe ye, nexweşan dişînin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Li Şirnexê welidîn zêde ye lê belê di astekî têrker de pisporên welidînê û hemşîre tune ne. Her wiha li Cizîrê rêjeya germahiyê derdikeve heta pileya 49’an jî lê belê pergala hênikkirinê li nexweşxaneyê tune ye û xebatkar û nexweşên li nexweşxaneyê jî bi saya vantîlatoran hewl didin xwe hênik bikin. 
 
PROJEYA NEXWEŞXANEYA NÛ!
 
Ji bo xizmeta tenduristiyê ya xelkê Cizîrê, projeya çêkirina nexweşxaneyeke nû ya bi kapasîteya 500 cihên razanê hate amadekirin û di sibata sala 2019’an de di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Projeya çêkirina nexweşxaneyê ku gelek dûvdirêj ajot, di her hilbijartinê de ji hêla AKP’ê ve weke amûra propagandayê tê bikaranîn. Piştî ku AKP’ê di 31’ê adara 2019’an de Şaredariya Şirnexê bi dest xistî, cihê çêkirina nexweşxaneyê ji gundê Tilêla yê Cizîrê veguhestin gundê Îkîzce yê Şirnexê. 
 
Di rojên berê de îhaleya nexweşxaneyê hate betalkirin. Lê belê têkildarî mijarê tu daxuyanî nehatin dayîn. 
 
KARÊ WAN Ê RÊYAN BÛYE ÇÊKE-XERAB BIKE 
 
Desthilatdariya AKP’ê bi çêkirina rêyên duble pesnê xwe dide û her tim li ser bîlbaordan pêşkeş dike. Lê belê ji Rêya Armûşê ya dîrokî bigire heta rêyên din, hema hema li hemû rêyên li herêmê qezayên trafîkê çêdibin. Rêya di navbera Şirnex-Cizîrê de ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu tev li merasîma vekirina wê bûbû, veguheriye pêlîstokê. Xebatên çêkirina Rêya Armûşê jî ku ev zêdetirî 10 sal in berdewam dikin, di nîviyê de hatin hiştin. Li ser vê rêya ku hêj xetên şerîdê jî li ser nehatine xêzkirin, her roj bi dehan qeza çêdibin. 
 
SOZA ŞER 
 
Di encama polîtîkayên şer ên AKP’ê de li bajêr û navçeyên wê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bajar li ser xeta sînor e û li her çar aliyên wê şer û pevçûn hene. Di bîlboardên AKP’ê de reklama ÎHA û SÎHA’yan hatibûn kirin û vê yekê jî rê li ber nerazîbûna gel vekir. 
 
ÇAND Û HUNER 
 
AKP, di bîllboardan de îdiaya “Me bûdçeya ji bo çand û hunerê 22 qatan zêdetir kir” tê kirin. Lê belê tenê di dema Rewşa Awarte (OHAL) ku di 2016’an de hate ragihandin, bi sedan komeleyên çand û hunerên hatin girtin. Di serdema desthilatdariya AKP’ê de ku bi razemaniya ji bo çand û hunerê pesnê xwe dide, çalakiyên çand û hunerê yên bi kurdî hatin qedexekirin, bernameyên hunermendên kurd hatin betalkirin û ji ber ku şanoyên li cîhanê bi nav û deng li kurdî hatine wergerandin, hatin qedexekirin. Tenê di 8 salên dawî yên desthilatdariya AKP’ê de 2 jê zarok 50 kes ji ber axaftina bi kurdî rastî êrişan hatin û ji van 5 jê hatin qetilkirin. 
 
43 HEZAR Û 166 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Di encama polîkayên desthilatdariya AKP’ê yên 20 salan de, mirinên zarokan, cînayetên kar û komkujiyên jinan jî di nav de, bi giştî 34 hezar û 852 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di dema vê pêvajoyê de leşker, polîs û cerdevan jî di nav de 577 kesan jî xwe kuştin. Di encama pevçûnên vê pêvajoyê de 7 hezar leşker, polîs, cerdevan û endamên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dan. Di nava 20 salên desthilatdariya AKP’ê de bi giştî 43 hezar û 166 kesan jiyana xwe ji dest dan. Jin, zarok û kal jî di nav de, di encama êrişên hewayî yên bi SÎHA’yan ên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê de bi giştî 112 sivîl hatin qetilkirin. 
 

Sernavên din

09/06/2022
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN