Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye

  • rojane
  • 11:07 13 Hezîran 2022
  • |
img
RIHA - Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Îbrahîm Oyke diyar kir ku ev 4 sal in biryara “nepeniyê” li ser dosyaya qetilkirina 3 endamên malbata Şenyaşar heye û wiha got: “Dema em li vê dosyayê dinihêrin, dibînin ku li Tirkiyeyê pergala hiqûqê naxebite. Ji bo ku Emîne Şenyaşar bikare şîna xwe bigire, divê di zûtirin demê de edalet pêk were.” 
 
Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di hilbijartinên giştî yên 24’ê hezîrana sala 2018’an de cara duyemîn bû namzet. 10 roj beriya hilbijartinê, li navçeya Pirsûsê çû serdana esnafan û bi komeke mezin re kete dikana malbata Şenyaşar û xwest xebatên hilbijartinê bike. Endamên malbata Şenyaşar jî jê re got ku mişteriyên wan ji vê qelebalixê aciz dibin û jê xwestin ku ji dikanê derkevin. Li ser vê hişyariyê jî di navbera wan de nîqaş derket. Bi derketina nîqaşê re xizm û parastvanên Yildiz bi çekan êrişî endamên malbata Şenyaşar kir. 
 
Xizm û parastvanên Yildiz bi çek, kêr û çûyan êrişî Celal, Ferît, Mehmet, Adil û Fadil Şenyaşar kirin û bi giranî birîndar kirin. Êrişa xizm û parastvanên Yildiz, li nexweşxaneya ku birîndar lê hatibûn rakirin jî berdewam kir. Li cihê kar di encama guleyeke ku nayê zanîn ji hêla kê ve hatiye berdan, kekê Yildiz ê bi navê Mehmet Şah Yildiz birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di vê navberê de xizm û parastvanên Yildiz êrişî endamên malbata Şenyaşar kirin ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin. Bira Celal û Adil Şenyaşar li pêş çavên bi sedan xebatkarên cemaweriyê hatin qetilkirin. Haci Esvet Şenyaşar û Emîne Şenyaşar piştî ku bihîstin zarokên wan hatine birîndarkirin, berê xwe dan nexweşxaneyê. Bav Haci Esvet Şenyaşar di ketina beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ji hêla xizmên Yildiz ve li pêş çavên Emîne Şenyaşar hate lînckirin û qetilkirin. 
 
LI PÊŞ ÇAVÊN RAYEDARÊN DEWLETÊ 
 
Xebatkarên tenduristiyê yên nexweşxaneyê, birayên bi navên Ferît û Mehmet Şenyaşar ku bi birîndarî anîbûn nexweşxaneyê ji wir revandin û ji kuştinê xelas kirin. Ambulansa ku birîndar pê dihat veguhestin, hêj li baxçeyê nexweşxaneyê bû ku tekerên wê hatin teqandin û camên wan hatin şikandin. Di dema lînç û kuştinên li nexweşxaneyê de Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û wezîrê demê yê Wezareta Çandinî û Sewalkariyê Eşref Fakibaba jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. Tevî ku rayedarên dewletê li wir bûn û ewlekariyeke mezin li baxçe hebû jî, kamerayên nexweşxaneyê hatin dizîn û xwîna Esvet Şenyaşar a li “qada zer” mabû bi dîwaran ve jî hate boyaxkirin û tunekirin. 
 
Fadil Şenyaşar ku bav û 2 birayên wî hatibûn qetilkirin û li nexweşxaneyeke Amedê dihat dermankirin, li ser fermana dozgeriyê sê roj piştî bûyerê ji nexweşxaneyê hate derxistin, hate binçavkirin û anîn Edliyeya Rihayê. Şenyaşar ku ser û qirika wî hatibû pêçandin û derket pêşberî dozger, li wir hîn bû ku bav û birayên wî hatine qetilkirin. Piştre jî hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê. Di demên piştre de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin û ev 4 sal in li wir di hucreya yekkesî de tê ragirtin. 
 
4 SAL PIŞTRE BÎRANÎNA EWIL
 
Lêpirsîna derheqê êrişa ku li kargehê dest pê kir û li nexweşxaneyê berdewam kiribû de, weke êrişa li kargehê û ya li nexweşxaneyê bû 2 dosyayên cuda. Bi mebesta ku kujerên Haci Esvet Şenyaşar û 2 kurên wî bên girtin û darizandin û berdana Fadil Şenyaşar, dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakî bi 2 kesan dest pê kir lê di nava demekî kin de mezin bû. Dayika Emîne Şenyaşar êdî ji bo kesên li edaletê digerin bû sembolek û bi hinceta axaftinên wê yên di dema nobetê de, bi îdiaya “heqaretê” 16 lêpirsîn hatin destpêkirin û ji van lêpirsînan 5 jê veguherîn dozan. Li gel zehmetiyên şert û mercên demsalî jî malbata Şenyaşar çalakiya xwe bênavber domandin. Malbat, gelek caran bêyî ku “hincetek” were nîşandan hatin binçavkirin û polîsan dest danîn ser pankartên wan. Tevî hemû astengiyan jî malbatê çalakiya xwe 462 rojan berdewam kir. 14’ê hezîranê, salvegera komkujiyê ye û cara ewil e ku dê malbat vê komkujiyê bi girseyî pêşwazî bike. Dê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, di sersibeha roja komkujiyê de biçin serdana goristanê. 
 
EDALETA KU EV 4 SAL IN NAYÊ
 
Di serî de Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, AKP’iyan malbata Şenyaşar bi gotina “terorîst” hedef nîşan da û malbat neçar ma ku piştî komkujiyê koçî navenda Rihayê bibe. Ji ber vê sedemê jî di salvegera ewil a komkujiyê de bîranînek nehat kirin û malbat neçar ma ku bi awayekî veşarî biçe serdana goristanê. Bi agahdarbûna raya giştî û bi bihîstina dengê malbatê li her deverê re malbatê karî dîsa vegere Pirsûsê. Di salên 2020 û 2021’an de jî ji ber pandemiya Covîd-19’ê bîranîn nehatin kirin. Endamên malbatê yên ji komkujiyê xelas bûyîn, hêj jî nekarîne şîna xizmên xwe yên hatine qetilkirin bigirin. Ji bo ku girêdana şînê û danîna taziyeya hevjîn û zarokên xwe, Emîne Şenyaşar ev 4 sal in li benda edaletê ye. 
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke ku parêzerê dosyaya doza malbatê ye anî ziman ku ji bo malbat bikare şîna bigire, hewceye di zûtirin demê de edalet pêk were û bang li hemû kesî kir ku beşdarî merasîma bîranînê ya sibe bibin. 
 
'WEKE KU KOMKUJÎ BES NEKIRIBE...’
 
Oyke bi bîr xist ku rayedarên dewletê komkujiya ku di 14’ê hezîrana sala 2018’an de hatibû kirin weke “êrişeke terorîstî” pênase kiribûn û wiha got: “Hewl dan malbata Şenyaşar weke ‘terorîst’ û malbata parlamenterê xwe jî weke ‘bêguneh’ nîşan bidin. Lê bi saya têkoşîna malbata Şenyaşar derket holê ku rastî pir cuda ne. Weke ku komkujiya li malbatê hatiye kirin bes nekiribe, îcar neçar man ku mafên xwe yên li dijî serdestan biparêzin û bêgunehiya xwe îspat bikin. Ev yek jî bi saya têkoşîna xwe kirin.” 
 
POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ
 
Bi domdarî Oyke diyar kir ku malbata Şenyaşar ji bo kesên têkoşîna edaletê didin bûye sembolek û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de Stenbol, Îzmîr, Amed û Wan, li gelek deveran ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan û girtiyên nexweş nobetên edaletê hatin destpêkirin. Têkoşîna malbatê kir ku civak biwêrektir tevbigere. Rewşa ku malbata Şenyaşar tê de ye, raste rast rewşa hiqûqa li Tirkiyeyê bi xwe ye. Gelek dosya li Tirkiyeyê bi vî rengî tên destgirtin. Dema mirov li dosyaya malbatê dinihêre, dibîne bê ka pergala hiqûqê çawa naxebite. Em her tim qala polîtîkaya necezakirinê dikin. Em vê polîtîkayê herî baş di vê dosyayê de dibînin. Ev 4 sal in biryara ‘nepeniyê’ li ser dosyayê heye, îfadeyên kesekî nehatine girtin, delîl nehatine komkirin û hiqûqa serdestan heye. Ev yek jî dikare bi polîtîkaya necezakirinê bê destnîşankirin.” 
 
'JI BO PARASTINA REWA CEZA DAN’
 
Di berdewamê de Oyke daxuyand ku tevî gelek astengiyan jî têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji ber daxwaza edaletê derheqê Emîne û Ferît Şenyaşar de gelek lêpirsîn hatin destpêkirin. Doz hatin vekirin. Hewl dan malbatê hem di hêla hiqûqî û hem jî di hêla madî ve têxin rewşeke zehmet. Hewl dan wan ji vê têkoşînê bêzar bikin. Du daxwazên hiqûqî yên malbatê hene lê van daxwazan pêk nayînin. Bi awayekî derhiqûqî dosyaya êrişê weke dosyayên ‘kargeh û nexweşxaneyê’ cuda kirin. Xwestin bi dosyaya kargehê re malbatê mehkûm bikin. Ji bo têkbirina êrişeke li dijî kargehê, malbatê parastineke bipîvan bersiv da. Lê belê dadgehê weke parastina rewa ne nirxand û 37 sal cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar birî.” 
 
MAFÊ ŞÎNGIRTINÊ
 
Oyke, da zanîn ku di dema şerekî de hewceye birîndarên her du aliyan nebin heman nexweşxaneyê û wiha pê de çû: “Lê di êrişa li dijî malbata Şenyaşar de birin heman nexweşxaneyê. Di şerekî biçûk de jî birîndarên aliyan dibin nexweşxaneyên cuda da ku her du alî li wir êrişî hev nekin.  Lê belê di êrişa li dijî malbata Şenyaşar de endamên malbata Yildiz birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku li ser axa wan hatiye çêkirin û xizmên wan lê dixebitin û piştre jî endamên malbata Şenyaşar birin wir. Gelek xizmên malbata Yildiz li wir kom bûbûn. Birîndarên malbata Şenyaşar radestî endamên malbata Yildiz hatin kirin. Xebatkarên tenduristiyê Mehmet, Ferît û Fadil Şenyaşar bi înîsiyatîfa xwe ji wir xelas kirin. Dema ev tişt pêk dihatin jî rayedarên dewletê li wir bûn. Dema ku ew li wir jî di nava saetekî de cîhazên qeydê hatin dizîn û delîl hatin tunekirin. Jêkirina wan cîhazan ne karê her kesekî ye. Delîlên heyî, ji ber deng nekirinê hatin tunekirin.” 
 
BANGA BEŞDARIYA MERASÎMA BÎRANÎNÊ
 
Îbrahîm Halîl Oyke got ku malbata Şenyaşar bi çalakiya xwe dengê xwe bi her kesî da bihîstin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku malbat weke ‘terorîst’ hatibû nîşandan, malbatê nekarî di sala ewil de bîranînê bike. Du salan jî ji ber pandemiyê nekarîn bikin. Piştî veşartina cenazeyan, malbatê nekarî şîna xwe bigire û taziyeyê deyne. Ji bo ku Emîne Şenyaşar şîna xwe bigire û taziyeyê deyne, divê di zûtirin demê de edalet pêk were. Divê daxwazên wê pêk bînin. Ji bo ku bibin dengê malbata Şenyaşar, bila hemû kes sibe saet di 10.00’an were serdana goristanê. Malbata Şenyaşar edaletê dixwazin û ji bo vê jî divê hemû kes bi wan re be. Pirsirêkeke giştî yê hiqûqî heye û pergala hiqûqê dejenere bûye. Ji bo ku di şexsê malbata Şenyaşar de em li dijî vê pergala hiqûqê dengê xwe derxînin, divê hemû kes cihê xwe li cem malbatê bigire.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

14/06/2022
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî
11:27 Li Amedê agir derket: Kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn
10:15 'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye!
09:08 Di şer de 4 leşker hatin kuştin