‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’

  • rojane
  • 15:48 15 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Kedkarên çapeniyê yên binçavkirina rojnamevanan a li Amedê şermezar kirin, diyar kirin ku zext wê nikarin çapemeniya azad bêdeng bike û bi lêv kirin ku rojnamevan wê nivîsîna heqîqetê bidomînin.
 
Li Stenbolê kedkarên çapemeniyê yên azad, ji bo piştevaniya 20 jê rojnamevan 22 kesên li Amedê di 8’ê Hezîranê de hatin binçavkirin û şermezarkirina zextan li pêşiya Operaya Sureyya ya li navçeya Kadikoyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dilşat Canbaz, Mûsa Pîroglû, endam û rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Şoreşger û gelek rojnamevan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila rojnamevanên di bin çavan de bên berdan, çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” hate vekirin û dirûşmeyên “Girtin û zext nikarin me têk bibin” , “Rojnamevanî ne sûc e, rûmet e” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de rojnamevanan dowizên “Dengê rastiyê nikare were bisînordarkirin” , “Girtin û binçavkirin nikarin me têk bibin” hatin hilgirtin. 
 
‘ÇAPEMENIYA AZAD WÊ KARÊ XWE BIDOMÎNE’
 
Di daxuyaniyê de ewilî parlamentera HDP’ê Dilşat Canbaz destnîşan kir ku rojnamegerî ne sûc e û wiha got: “Di her daxuyaniyên çapmeniyê de ewilî ji hevalên cem me re barîkat tên avakirin û tundî li wan tê kirin ji ber ku naxwazin rastî bên nivîsîn. Derbarê hevalên me yên di 8’ê hezîranê de hatin binçavkirin de tu sûc nedîtin, hewl dan sûcan hilberînin. Dest danîn ser kompîtûran, rojnamevanî ne sûc e, çapemeniya azad nikare were bêdengkirin. Ew dê şopa xwe ya li pey heqîqetê bidomînin, em jî piştevaniyê didin hevalan.”
 
‘EM Ê NIVÎSÎNA RASTIYAN BIDOMÎNIN’
 
Dû re li ser navê MKGP’yê rojnamevan Nişmiye Guler axivî û wiha got: “Li buroyên me 8 rojan lêgerîn kirin. Li ser dosyayê biryara nepen dan û parêzer agahdar nekirin. Me nikarî agahiyan bigirin lê medyaya alîgir pîşeya me û hevalên me hedef nîşan da. Em ê nivîsîna rastiyan bidomînin. Daxuyaniya em di nava dorpêçê de dikin şerma vî welatî ye. Hûn ê nikarin dengê kedkarên çapemeniyê qût bikin. Dibe ku îro hin hevalên me bên girtin jî lê em ê kameraya wan li erdê nehêlin.”
 
Pişt re li ser navê rojnamevanan edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip diyar kir ku hêvî dikin careke din mecbûr nemînin piştevaniya rojnamevanên bên binçavkirin bikin û wiha got: “Heke hûn bixwazin civakekê bêxin bin zextê karê we yê ewil hedef girtina çapemeniya azad e. Ev taybetmendiya hemû pergalên zextker ya tê zanîn e. Îro jî desthilatê ji bo bêhna çapemeniya azad bibire û mafê nûçe girtinê ya gel asteng bikin li dijî rojnamevanan şer îlan kiriye. Hema bêje her roj derbarê me rojnamevanan de lêpirsîn tên vekirin, bi ser malên me de digirin, tên binçavkirin û gel li me tê xwarin. Rojnamevanî sûc nîne. Em li cem hevalên xwe ne û em ê rojnamevantiya xwe bidomînin. Kesên serwer kengî bixetimin êrişî kurdan û çapemeniya kurdan dikin. Bi salan e bi awayekî sîstematîk kedkarên çapemeniya azad tên girtin, binçavkirin, dozên girtinê lê tên vekirin û tên sansurkirin. Li dijî kevneşopiya erişên dewletê, kevneşopiya berxwedana çapemeniya kurd nivîsîna rastiyan didomîne.”
 
‘TEVÎ HEMÛ ÊRIŞAN JÎ DIBIN DENGÊ JINAN’
 
Gayip, da zanîn ku polîtîkayên dijminane yên li ser jinan li her qadê didomin û wiha berdewam kir: “Di operasyona Amedê ya dawî de bi ser buroya Jinnewsê de jî girtin û dest danîn ser ekîpmanên rojnamevanên jin. Gelek caran kedkarên jinnewsê hatine binçavkirin, girtin û rojnamevantiya wan hatiye astengkirin. Lê jinên rojnamevan tevî hemû êrişan jî dibin deng û bêhna jinan.”
 
‘NE ZEXT NE TUNDÎ NE QANÛN NIKARIN NÛÇEYÊN ME ASTENG BIKIN’
 
Gayip, anî ziman ku polîs di gelek çalakiyan de tundiyê li rojnamevanan dikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Gelek caran malperên me yên nûçeyan tên girtin, nûçeyên me tên astengkirin. Dewleta ku qîma xwe bi vê naîne niha jî hewl dide ‘bi Qanûna Dezenformasyonê’ çapemeniya azad, çapemeniya muxalîf bêdeng bike. Ne zext, ne tundî ne qanûn ne jî giştînameyên we nikarin nûçeyên me asteng bikin. Em li aliyekî her roj li pey nûçeyekê digerin ji aliyê din hewl didin tev li danişînên dozên hevalên xwe bibin û piştevaniya wan bikin. Em weke Kedkarên Çapemeniya Azad nabin rojnamevanên desthilatê. Em ê her tim rastiyan binivîsîn û dengê civakê ragihînin. Tirsa wan ji ber vê yekê ye, em ê tirsa wan veguherînin rastiyê.”
 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

19/06/2022
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
09:07 Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!
09:05 Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin
09:03 Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand
09:02 Karkerên demsalî ji neçarî terka konên xwe yên di nava heriyê de mane dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
16/06/2022
21:28 Xizmên girtiyan hatin berdan
19:49 Rojanamevan Hekîmoglû hat berdan
19:00 Li Mêrdînê girtina rojnamevanan hat şermezarkirin
18:24 Ji bersûcê doza Hurmuz û Şîmon Dîrîl parastina pesinandina dewletê
18:02 Fezlekeya Aydenîzê ji serokkomartiyê re hat şandin
16:53 ‘Em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin’
16:49 Doza êrişa li dijî avahiya HDP’a Yuregîrê hat lidarxistin
16:45 Fezlekeya derheqê Aydenîz de şandin Wezareta Edaletê
16:39 Kesên ji ber tîşortê biDemîrtaş hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:38 Ji bo girtiyên siyasî bikarin ji mafê hevdîtina bidîmen sûd bigirin kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
16:21 Nobeta Edaletê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir
16:13 Li Qilebanê zarokekî 3 salî jiyana xwe ji dest da
16:07 Hinceta girtina rojnamegeran: Naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê ye
16:06 Beştaş bi fulara kesk, sor û zer beşdarî Lijneya Giştî bû
15:58 Bi hinceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ cezayê hefsê dan birayê Medenî Yildirim
15:46 Girtina rojnamevanan hat protestokirin: Wê têkoşîna me berdewam bike
15:19 Dema binçavkirinê ya rojnameger Încî Hekîmoglu hate dirêjkirin
15:18 Muzîkjenên di daweta ku zava lê hatibû girtin de hatin berdan
14:43 Doza gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê taloq bû