Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî

  • rojane
  • 15:56 15 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Parêzer Mahsûnî Karaman diyar kir ku piştî wî tespît kiriye ku 13 saniyeyê dîmenê kameraya polîs a di cînayeta Tahîr Elçî de winda ye, tavilê piştî dozgerê ku lêpirsînê birêve dibir Ûmût Încîr di odeyê de derî li ser wî kilîd kiriye û xwestiye wek gumanbarê dosyeyê îfadeya wî bigire. 
 
Danişîna 5’emîn a doza Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li navçeya Sûra Amedê di 28’ê Mijdara 2015’an de hat qetilkirin didome. Polîsên bi navê Sînan Tabûr, Mesût Sevgî û Fuat Tan ji sûcê “bûne sedemê mirina zanebûn a qisûrdar” ji 3 salan heta 9 salan bo wan cezayê hefsê tê xwestin û darizandin.. Her wiha endamê PKK’ê Ûgûr Yakişir jî ji sûcê “bûye sedemê mirina bi qestî” 3 caran cezayê heta hetayê yê girankirî tê darizandin. Huseyîn Ogunc ku li Girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê girtî ye û ku di danişînê de wî wek şahid derxistine pêş bi rêya SEGBÎS’ê hat guhdarîkirin. 
 
Ogunc diyar kir ku ew ji bersûcan Ûgûr Yakişir nas nake û bersiva serokê dadgehê jê pirsa “Ûgûr Yakişir derbarê Tahîr Elçî de tu beyanan da” da û got: “Derbarê Tahîr Elçî de tu beyanan neda.” 
 
Ji polîsên bersûc Mesût Sevgî, Sînan Tabûr û Fuat Tan ku bi rêya SEGBÎS’ê jî beşdarî danişînê hatibûn kirin tiştek bêjin heye an nîne hat pirsîn. Polîsan got tu tiştek bêjin nîne. 
 
‘DI DOZÊ DE TU PÊŞKETIN NEBÛ’ 
 
Piştre parêzer axivîn û behsa bûyerê û dozê kirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî û destnîşan kir ku tevî ewqas sal jî heta niha di dozê de bi qasî serê derziyê tu pêşketin çênebûye. Nahît Eren da zanîn ku gotinên Serokwezîrê serdema cînayetê Ahmet Davutoglu yên wek “Cînayeta Tahîr Elçî cînayetek siyasî ye” û “dadgeh gazî min bike, ez ê îfade bidim” bi bîr xist û tevî ku Davutoglu van gotinan kiriye jî lê heta niha dadgehê vê piştguh kiriye û got: “Dibe ku di demên pêş de Davutoglu bibe bersûc jî. Biryarên ku tarî bê ronîkirin bidin.” 
 
'DERIYÊ ODEYÊ KILÎD KIR Û XWEST MIN BIKIN GUMANBAR’ 
 
Parêzerên bi navê Orhan Kemal Cengîz, Erdal Dogan jî axivîn. Parêzer Mahsûnî Karaman jî axivî û cara ewil e ku bûyerek di pêvajoya lêpirsînê de hatiye sere wî vegot. Karaman destnîşan kir ku piştî wî tespît kiriye ku 13 saniyeyê dîmenê kameraya polîs a di cînayeta Tahîr Elçî de winda ye, tavilê piştî dozgerê ku lêpirsînê birêve dibir Ûmût Încîr di odeyê de derî li ser wî kilîd kiriye û xwestiye wek gumanbarê dosyeyê îfadeya wî bigire. Karaman wiha qala bûyera hatiye serê wî kir: “Piştî ku min kêmasiyên di dîmenan de tespît kirin, dozgerê ku lêpirsîn birêve dibir ez li odeya xwe hiştim û derî li ser min kilîd kir. Xwest îfadeya min pêşî wek gumanbar û paşê jî wek şahid bigire. Ji ber ku min kêmasiya 13 saniye dît, vê tiştê li min kir. Wê demê serokê baroyê û parêzeran zorê da derî û min derxistin derve. Rojnameya Zamanê ji min re hejand û ji min re got, heke ez wek gumanbar îfade bidim, ‘ez ê te bigirim’. Dema me vê yeke ji serdozger re got, serdozger got, 'Min fermana kilîdkirina deriyê odeyê daye’. Ew Serdozger Ramazan Solmaz bû, niha jî ew doza kurdên li Konyayê hatin qetilkirin lêkolîn dike. Ew serdozger e, ev serdozger e.” 
 
'PARÊZVANÊ SERDOZGER GULE BERDA HEWAYÊ’ 
 
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî anî ziman ku wan xwestiye li gel dozger biçin kuçeyê kuştina Elçî lêkolîn bikin. Aktar diyar kir ku ji bo ew biçin cihê bûyerê derketine ser rê û dengê çekan hatiye wan û ji ber denge çekan vegeriyane. Aktar anî ziman ku dengê çekan piştî ku parêzvanê serdozger gule berdaye hewayê hatiye û got: “Xwestin bêjin va şer derketiye. Ji bo ku delîlan ji holê rakin, qedexeya derketina derve bê ragihandin. Jixwe wisa jî kirin.” 
 
Piştî axaftin û daxwazên parêzeran dadgehê navber danişînê. 
 
 
 

Sernavên din

17/06/2022
09:02 Karkerên demsalî ji neçarî terka konên xwe yên di nava heriyê de mane dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
16/06/2022
21:28 Xizmên girtiyan hatin berdan
19:49 Rojanamevan Hekîmoglû hat berdan
19:00 Li Mêrdînê girtina rojnamevanan hat şermezarkirin
18:24 Ji bersûcê doza Hurmuz û Şîmon Dîrîl parastina pesinandina dewletê
18:02 Fezlekeya Aydenîzê ji serokkomartiyê re hat şandin
16:53 ‘Em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin’
16:49 Doza êrişa li dijî avahiya HDP’a Yuregîrê hat lidarxistin
16:45 Fezlekeya derheqê Aydenîz de şandin Wezareta Edaletê
16:39 Kesên ji ber tîşortê biDemîrtaş hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:38 Ji bo girtiyên siyasî bikarin ji mafê hevdîtina bidîmen sûd bigirin kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
16:21 Nobeta Edaletê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir
16:13 Li Qilebanê zarokekî 3 salî jiyana xwe ji dest da
16:07 Hinceta girtina rojnamegeran: Naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê ye
16:06 Beştaş bi fulara kesk, sor û zer beşdarî Lijneya Giştî bû
15:58 Bi hinceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ cezayê hefsê dan birayê Medenî Yildirim
15:46 Girtina rojnamevanan hat protestokirin: Wê têkoşîna me berdewam bike
15:19 Dema binçavkirinê ya rojnameger Încî Hekîmoglu hate dirêjkirin
15:18 Muzîkjenên di daweta ku zava lê hatibû girtin de hatin berdan
14:43 Doza gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê taloq bû
14:39 Rojnamevanên li Mêrsînê bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên dan: Rojnamegerî ne sûc e
14:28 Girtina rojnamegeran li Îzmîrê hate protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
14:25 Baroya Amedê: Girtin mudaxaleya li çapemeniya azad e
13:56 Li bejahiya Licê operasyona leşkerî dest pê kir
13:51 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
13:48 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin berdin
13:43 MXDŞ: Êrişa li dijî Sinûnê bi hevkariya PDK’ê hate kirin
13:23 Ceza li rojnameger Aslan hat birîn
13:17 Meclisa Jinan a HDP'ê bersiv: Meşrûyete Soylû tuneye
13:10 Di pevçûnên li Zap û Avaşînê de leşkerek hate kuştin
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin