Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe

  • rojane
  • 10:07 18 Hezîran 2022
  • |
STENBOL - Ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û girtiyên din, 775 parêzeran serlêdana hevdîtinê kiribû. Parêzer Eda Onal serlêdana parêzeran nirxand û wiha got: “Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, di Îmraliyê re derbas dibe.”
 
Ji bo ku qedexeya hevdîtina bi parêzeran a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar bê rakirin, bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) bi giştî 775 parêzeran serlêdan kirin. Nûnerên saziyan û serokên baroyan jî di nav de bi giştî 775 parêzerên ji 29 baroyan di navbera 10-17’ê hezîranê de ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzeran di 10’ê hezîranê de serlêdan kiribûn lê hêjta bersivek nehatiye dayîn. 
 
Endama OHD’ê parêzer Eda Onal têkildarî mijarê axivî û got ku divê mafên azadî û ewlehiyê yên Ocalan û hevalên wî neyên binpêkirin. 
 
 
AGAHÎNEGIRTIN FIKARAN ÇÊDIKE 
 
Eda Onal da zanîn ku Ocalan ev 23 sal in di tecrîdeke giran de tê ragirtin û wiha got: “Ji 7’ê tebaxa sala 2019’an heta niha tu agahî ji Ocalan û girtiyên din nayên girtin. Hemû rêyên pêwendîdanînê hatine astengkirin. Ev 15 meh in bi tevahî hatine îzolekirin û di hêla fîzîkî de têkiliya wan ji derve hatiye qutkirin. Ev yek jî rê li ber fikaran vedike. Ev rewşa agahînegirtinê hem li dijî mewzûata navxweyî û hem jî ya navneteweyî ye. Em jî li dijî vê rewşê ketin nava liv û tevgerê. Heke bersivekî nedin serlêdana me, em ê di hiqûqa navxweyî de serî li rêyên cuda bidin û serî li mekanîzmayên navneteweyî bidin.” 
 
‘BILA HEVDÎTIN BÊN KIRIN’ 
 
Onal, anî ziman ku Wezareta Edaletê dijhiqûqî nêzî Îmraliyê dibe û wiha domand: “Me gelek caran li dijî vê rewşê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), Parlamentoya Ewropayê (PE) û saziyên cuda dan. Û ev serlêdanên me hîn didomin. Em dîsa bang dikin ku bila qedexeya hevdîtina bi parêzeran û malbatê re rakin. Divê di zûtirin demê de birêz Ocalan û girtiyên din bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.” 
 
‘OCALAN KIRDEYA AŞTIYÊ YE’ 
 
Bi domdarî Onal destnîşan kir ku kirdeya pirsgirêka kurd Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo aştiya civakî ya li Tirkiyeyê, azadiya Ocalan şertekî bingehîn e. Lewma banga me ji bo cihên pêwendîdar ew e ku ji bo hevdîtinên bi Ocalan re di zûtirin demê de bikevin nava liv û tevgerê. Ji ber ku sepanên li dijî birêz Ocalan, derqanûnî ne. Rejîma înfazê ya li Tirkiyeyê û ya li Îmraliyê cuda ne. Em ji bo pergala tecrîdkirinê ya li îmraliyê dibêjin rejîma ‘îstîsna.’ Em dixwazin ku rejîma înfazê ya li girtîgehên din, li Îmraliyê ji bo birêz Ocalan û girtiyên din jî bikeve meriyetê. Lê heta niha Tirkiye tu carî li gorî vê tevnegeriya. Ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an heta niha birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine. Heta salên 2019’ê digotin xerabûna keştiyê, rewşa hewa û cezayên disiplînê weke hincet nîşan didan. Ku ev jî li dijî mewzûata hundirîn û navneteweyî ye. Tenê di sala 2019’an de bi saya berxwedana greva birçîbûnê bi parêzeran re hevdîtin hate kirin. Lê ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha tu hevdîtin çênebûne.” 
 
‘PIRSGIRÊKA KURD KÛRTIR DIBE’ 
 
Di berdewamê de Onal destnîşan kir ku gelek mafên Ocalan tên binpêkirin û wiha pê de çû: “Di rewşa heyî de jî tecrîda girankirî heye. Mafên wî yên weke qedexeya îşkenceyê, mafê darizandina adilane, rêzgirtina li hemberî jiyana malbatî û taybet û mafê agahîgirtinê hatiye binpêkirin. Em baş dizanin ku tecrîda di sala 1999’an de li Îmraliyê hatiye desptêkirin niha li seranserî civakê belav bûye. Divê bê zanîn ku tecrîd û nêzikatiya dewletê ya li dijî pirsgirêka kurd girêdayî hev in. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêbaza demokratîk, ji Girtîgeha Îmraliyê derbas dibe.” 
 
BANDORA PERGALA TECRÎDÊ YA LI SER CIVAKÊ 
 
Onal, got ku bi girankirina tecrîda li Îmraliyê re maf û azadiyên li Tirkiyeyê jî ji holê radibin û ev tişt anî ziman: “Êdî stran û xwepêşandanên kurdî jî tên qedexekirin. Meşa Gemlîkê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê qedexe kirin. Ev qedexe li dijî hiqûq û mewzûata hundirûn û navdewletî ye. Civîn û xwepêşandan mafê her kesekî ye lê polîs êriş dikin. Ev yek nîşanî me dide ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li seranserî civakê dike. Serlêdanên me yên ji bo Ocalan û girtiyên din nayên bersivandin. Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û CPT’yê rewşa agahînegirtina giran tespîta ‘incommunicado’ kiribûn. Heke ev rêbaz bi înîsiyatîfa rêveberiya girtîgehê re bê hiştin, dê rê li ber her binpêkirinekê veke.” 
 
LI DIJÎ QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ YE 
 
Parêzer Eda Onal axaftina xwe wiha qedand: “Tecrîda li Îmraliyê êdî li girtîgehên din jî belav bûye. Cezayê muebbeta giran li gorî xalên 25 û 197 ên qanûna bi hejmar 5275 hatiye destnîşankirin. Li gorî vê qanûnê, cezayê hefsê di heta mirinê bidome û bi tu awayî navber nayê dayîn. Lê belê DMME’yê di biryara xwe ya hejmar 2 a ji bo Ocalan ku di 18’ê adara 2014’an de dabû got ku ev qanûn li dijî qedexeya îşkenceyê ye û divê li gorî hiqûqê bê sererastkirin. Piştî ku Tirkiye li gorî biryarê tevnegeriyayî, serî li komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hatiye dayîn û konseyê tespît kir ku Tirkiye li gorî biryarê tevnegeriyaye. Ji bo avêtina gavên pêwîst, hea îlona 2022’yan dem da Tirkiyeyê. Ji bo ku bi vê biryarê bikin, divê şert û mercên tecrîdê bên rakirin û sepanên li dijî birêz Ocalan bi dawî bibin. 
 
Dema hevdîtin bi birêz Ocalan re dihatin kirin, hêviyek bo gelên Tirkiyeyê çêbû. Lê dema deriyên Îmraliyê tên girtin jî pirsgirêk û karesat hene. Birêz Ocalan di nava van 23 salên tecrîdê de her tim qala aştî, guftûgo û çareseriyê kir. Ez li dijî siyaeta tecrîdê, mafê aştî û hêviyê bi bîr dixim û bang li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û saziyên navdewletî dikim ku ji bo hevdîtinên bi birêz Ocalan û hevalên wî re astengiyan rakin. Banga min ji bo her kesî ew e ku xwedî li mafên azadî û ewlehiyê yên birêz Ocalan derkevin.”  
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

22/06/2022
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin