Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin

  • rojane
  • 11:03 18 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Yek ji 16 rojnamegerên hatine girtin Hevserokê DFG’ê Serdar Altan nameyek şand. Altan bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û wiha got: “Divê em dengê bilind bûyî hîn xurttir bikin û bi azweriyeke mezintir bixebitin. Ji ber ku piştevanî mezintir dike.” 
 
Di 8’ê hezîranê çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina 8 rojan derxistin edliyeyê û 16 rojnameger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Yek ji rojnamegerên hatiye girtin jî Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan bû. Altan, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand. Di nameya xwe de Altan girtina rojnamegeran weke mîzansenekî pênase kir û wiha got: “Pevbestînerê vê mîzansenê xwediyên desthilatdariyê, senarîstê wê hêzên ewlekariyê yên di bin fermana Wezareta Karên Hundir de û derhênerê wê jî raste rast dozger bû.” 
 
Di berdewamiya nameya xwe de Altan ev tişt anîn ziman: 
 
“Em bi awayekî derqanûnî demekî dirêj binçavkirî man. Piştî lêpirsîna dozger û dadger ku raste rast mîzansenek bû jî hatin girtin û şandin girtîgehê. Hêjayî bibîrxistinê ye; roja ku em hatin binçavkirin, salvegera qetilkirina rojnamegerê kurd Hafiz Akdemîr bû ku di sala 1992’yan de ji hêla hêzên tarî ve hate qetilkirin. Zîhniyeta ku duh hevalê me li naverasta kolanê qetil kir, îro hewl dide bi girtinê me bêdeng bike. 
 
EM ROJNAMEGERIN 
 
Di esasê xwe de tevahiya raya giştî û desthilatdariya ku em xistin nava çar dîwaran jî paş pê dizane ku em rojnamegerin û ji ber ku me mafê agahîgirtinê yê gel diparast û heqîqet dinivîsand lewma hatin girtin. Heke em mijarê bi vî rengî bigirin dest, wê demê dê baştir bibînin bê ka welêt di rewşeke çawa de ye. Mafê fikr û azadiyê di tu serdeman bi qasî niha nehatiye binpêkirin. Niha zêdetirî 60 rojnameger girtî ne û di dema rastiyeke wiha de 16 rojnamegerên din jî li wê hejmarê zêde kirin. Ev yek rewş nîşan dide bê ka ew pirsgirêka em qala wê dikin çiqas mezin e. 
 
PEVBESTÎNERÊ MÎZANSENÊ DESTHILATDARÎ YE 
 
Dema me dest bi nameya xwe kir me got ku girtina me mîzanseneke. Pevbestînerê vê mîzansenê xwediyên desthilatdariyê, senarîstê wê hêzên ewlekariyê yên di bin fermana Wezareta Karên Hundir û derhênerê wê jî raste rast dozger bû. Mixabin dadgerê lêpirsînê nekarî ji fîgûrantiyê derkeve. Pir aşkera ye ku dixwazin me bêdeng bikin û ji qadê qut bikin. Lewma yên ku di vê dosyayê tên darizandin ne em lê rojnamegerî ye. 
 
EM Ê DEV JI NIVÎSANDINÊ BERNEDIN 
 
Tevî van qewimînan jî hem em û hem jî hemû hempîşeyên me yên birûmet ên ku meşa xwe ya ber bi heqîqetê ve didomînin dê dev ji nivîsandin, xêzkirin, vegotin û nîşandana rastiyê bernedin. Yên ku dibêjin bi girtinê dê me bêdeng bikin, xwe dixapînin. 
 
Bi vê wesîleyê em dîsa spasiya hemû hempîşeyên xwe, rêxistinên çapemeniyên yên neteweyî û navneteweyî, saziyên civaka sivîl û gelê xwe yên ku di nava van 10 rojan de em tenê nehiştin û banga ‘em ê bêdeng nemînin’ dikin. Her wiha em gelek spasiya parêzerên xwe dikin ku hem di dema binçavkirinê de û hem jî di dema lêpirsînê de yek kêliyê jî em bi tenê nehiştin. 
 
Ji bo ku em vî dengê bilind bûyî hîn xurttir bikikn, divê em bi azweriyeke mezintir bixebitin. Ji ber ku piştevanî mezin dike. Ez dîsa hemû kesî silav dikim.” 
 
ÇI BÛBÛ? 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes di 8’ê hezîranê de hatibûn binçavkirin û piştre sewqî Dadgeha Cezayên Silhê ya Nobedar a Amedê hatibûn kirin. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş,  Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, rojnameger Omer Çelîk, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Rojnameger Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kongrola edlî hatin berdan. 
 
Yên ku dixwazin ji rojnameger Altan re nameyan bişînin dikarin bo vê navnîşanê bişînin: Diyarbakır D Tipi Kapalı Cezaevi / 1'nci bölüm 4'üncü kısım 123 Oda Yenişehir/Diyarbakır.
 
 

Sernavên din

22/06/2022
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin