* Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç ku tevî 15 hevpîşeyên xwe hat girtin, tevî hemû çewisandin, girtin û îşkenceyan jî dest ji rojnamevaniyê berneda.
* Cejna Sarûhan ragihand ku li Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê atolyeyên erbane, baxleme û zarokan dane destpêkirin û got: "Li ku derê dibe bila bibe em ê hunera xwe bidomînin."
* Bêrêbaziyên Şaredarê Artuklu yê AKP’ê Abdulkadîr Tutaşi derketin holê. 13 endamên Meclisê yên AKP’yî xwestin Tutaşi îstifa bike, lê daxwaza wan nehat bicihanîn û van endamên Meclisê daxwaznameyên îstifayê dan.
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 472'yan de berdewam dike.
* Danişîna koma çaremîn a dozên betalkirina ji vekişandina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê bê dîtin. Beriya danişînê wê li pêşiya Şûreya Dewletê daxuyanî bê dayîn. (09.00)
* Paralementerê TÎP'ê Ahmet Şik, Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû û parêzer Resûl Temûr, derbarê rewşa 16 rojnamegerên girtî de wê li Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)
* DFG û MKGP, ji bo 16 rojnamegerên hatin girtin wê li Meydana Şîşxaneyê daxuyanî bidin. (11.30) ZINDÎ
* Danişîna doza ku li bavê Denîz Poyraz Abdûlîlah Poyraz hatibû vekirin wê li 15'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmirê bê dîtin. (11.30)
* Şaxa OHD'ê ya Mêrsînê, wê derbarê tiştên li Girîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Tarsûsê pêk hatine li avahiya xwe daxuyanî bide. (12.30)
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay wê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapameniyê li dar bixe. (12.30)
* Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amed, Îzmîr û Stenbolê berdewam bikin. (13.00-16.00)
* Li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Tevlihev de fezlekeya rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîhe Aydenîz bê nirxandin. (15.00-21.00)
* 7 partî û rêxistinên ku li ser banga HDP'ê hatibûn gelhev derbarê daxwaza zemê ya muçeyan de li Îskeleya Kadikoyê daxuyanî bidin. (19.30)