Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin

  • rojane
  • 09:01 23 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç ku tevî 15 hevpîşeyên xwe hat girtin, tevî hemû çewisandin, girtin û îşkenceyan jî dest ji rojnamevaniyê berneda. 
 
Di 8'ê Hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji van kesan 16 rojnamevan di 16'ê Hezîranê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. 
 
Ji rojnamevanên hatin girtin yek jê jî edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç e. Orûç tevî hemû çewisandin, girtin û îşkenceyan jî dest ji rojnamevaniyê berneda.
 
Orûç ewilî gava di 2010-2011'an de xwendekarê Zanîngeha Pamûkkale ya Denîzliyê bû hat binçavkirin. Orûç ji ber tevli çalakiyan bûbû hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin û piştî 17 mehan hatibû berdan. Orûç piştî hat berdan bi demekê bi îdiaya "çend ne endamê rêxistinê be jî lê li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Lê Dadgeha Bilind cezayê li Orûç hatibû birîn xera kir û dadgeha herêmî jî biryara beraetê dayê.
 
LI DÎHA'YÊ DEST BI ROJNAMEVANIYÊ KIR
 
Orûç di sala 2013'an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamevaniyê kir. Orûç gava nûçegihaniya polîtîkayê dikir di 28'ê îlona 2015'an de tevî 15 hevpîşeyên xwe bi hinceta "gumanbarê maqûl" hat binçavkirin û piştî îfadeyê hat berdan. Paşê piştî demekê Orûç cardin hat binçavkirin. Lê dîsa jî dest ji rojnamevaniyê berneda. Lê gava DÎHA bi biryarnameya di hikmê qanûnê de hat girtin demekê betal ma û paşê di Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medyayê (dihaber) de xebitî. Orûç di 14'ê Tebaxa 2017'an de gava ber bi cihê kar ve diçû polîsan pêşiya wî birî û ew binçav kirin û paşê ew berdan. 
 
LI SÎNOR BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HAT HIŞTIN
 
Orûç ku ji ber doza derbarê wî de ji bêgavî çû Herêma Kurdistana Federe, nêzî 3 salan li wir ma û bênavber karê xwe kir. Orûç di 10'ê Kanûna 2019'an de ji bo biçe Ewropayê xwes di ser Îranê re derbasî Ermenîstanê bibe. Lê belê Ermenîstanê destûra wî neda û ew radestî Îranê kir. Orûç di ser têlên sînor re ber bi wî aliyê sînor ve hat avêtin û bi mirinê re rû bi rû hat hiştin. Orûç bi derfetên xwe ji wir heya navçeya Bazidê ya Agiriyê hat û li Bazidê hat binçavkirin û paşê hat girtin. Orûç 11 mehan di Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê de ma. Doza Orûç hê jî didome. 
 
PAŞ DE GAV NEAVÊT
 
Orûç piştî hat berdan got "niha jî dem dema em bibin dengê yên li hundir" û cardin vegeriya ser karê xwe. Di sala 2020'an de bi hinceta parvekirinên li ser medyaya sanal bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 2 sal û mehek ceza li Orûç hat birîn. Lê dîsa jî Orûç li hember van zextan paş de gav neavêt û îze danî binî gelek nûçeyan.
 
Rojnamevan Meltem Oktay behsa hevpîşeyê xwe Orûç kir. 
 
'HER TIM DI HEDEFÊ DE BÛ'
 
Oktay ku got "Azîz li hemberî binçavkirin û girtinan hîn bêtir dinivîsand" bi lêv kir ku Orûç di demeke kurt de tecrûbeyên rojnamevaniyê girtine û wiha pê de çû: "Azîz li qadê bi pirsên xwe nîşan dide ku bê çi qasî serwext e di mijarê de. Di demeke kurt de li Amed û navçeyên wê û bajarênd erdorê îmze danî binî gelek nûçeyên girtîn. Lewma tim di hedefa dewletê de bû. Xwestin wî bitepisînin." 
 
Oktay ragihand ku rojnamevan Orûç jî nesîbê xwe ji zextên li ser çapemeniya azad ên di navbera 2015-2016'an de girtiye û wiha got: "Di vê demê de bi KHK'yan deriyê DÎHA'yê û gelek saziyên çapemeniyê hatin mohrkirin. Çapemenî hat astengkirin. Lê çapemeniya azad dîsa jî nivîsand. Azîz jî li hemberî van binçavkirin û girtinan nivîsand û dê her tim binivîse." 
 
‘DÊ BÊDE’
 
Oktay, bi lêv kir ku ev zextên li ser çapemeniya azad ne nû ne û got: "Heya niha gelek tişt hatine serê çapemeniya azad. Rojname hatin bombekirin. Rojnamevan bi cinayetên kiryar nediyar hatin qetilkirin. Malper hatin astengkirin. Rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Lê çapemeniya azad tu carî bêdeng nema û dê nemîne jî. Dê her tim binivîse. Dizanin bê çi qas mafdar in. Di çapemeniya azad de yek biçe dê hin kesên din bidomînin. Yanî çi qas girtin çêdibin bila bibin, zext çi qas zêde dibin bila bibin çapemeniya azad dê her hebe." 
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

25/06/2022
12:08 Serpêhatî li Îzmîrê diqewime: Bila kurd dayika xwe nebînin!
11:46 ÎHD û TÎHV: Tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê
10:48 Malbata Şenyaşar: Dawî li vê zilmê bînin
10:43 304 afgan hatin dersînorkirin
10:14 Çavdêrê siyasî Elî: Desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxuran
10:13 Îşkenceya polîsan veguheziye kolanan: Divê her kes li ber vê rabe
09:06 Şenoglû: Meseleya kurdî bi dest hêzên pergalê re nayê berdan
09:05 Piştgirên Nobeda Edaletê: Dawî li polîtîkayên çewisîner bînin
09:02 Banga ji bo danişîna doza Mehmet Sîncar: Em ê dest ji vê dozê bernedin
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:28 Cerdevanan şerê erd kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
24/06/2022
23:58 Eleqeyeke mezin ji bo şeva bîranîna Dengbêj Şakiro
20:13 Dadgeha Îstinafê: Qedexekirina şanoya Bêrû dijî hiqûqê ye
16:36 Li Amedê du birayên zêrîngir reviyan
15:31 TMMOB: Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin
14:39 Ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:25 Li Afyonê girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin greva birçîbûnê bi dawî kirin
14:14 Zanîngeha Alparslanê pankarta ‘Şêrîn û xweş e zimanê kurdî ‘ ranegirt û hewl da asteng bike
13:34 Girtiyên ku li wan dabûn sewq kirin
13:30 Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
13:29 Biryara 2003'yan bi bîr xist: Divê Tirkiye ji axa Kurdistanê bê derxistin
13:24 Di nav HDP’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê qala hinek navan tê kirin
13:05 DEDAŞ'ê dest danî ser trafoyan cotkaran
12:54 Malbat û vasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:39 Şewata li Marmarîsê didome
11:50 Ferît Şenyaşar: Kesên bûne şirîkên zilmê dê çawa biçin betlaneyê?
11:31 'Dixwazin girtiyên ku xwe radest nakin bimirin'
11:19 Li Mûşê jinek hate qetilkirin
11:09 Hevserokê DFG’ê Altan: Ya ku tê darizandin xebatên me yên rojnamevaniyê ne
11:02 Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin
10:44 Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin
10:43 Rojnameger Alagaş: Wê hêza zilmê têra şikandina pênûsa jinê neke
10:16 Rêzên li nexweşxaneyan veguherîn 'rêzên sanal'!
10:03 Li Girtîgeha Jinan a Şakranê tecrîda di nava tecrîdê de
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da