Îşkenceya polîsan veguheziye kolanan: Divê her kes li ber vê rabe

  • rojane
  • 10:13 25 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Nûnerê TÎHV’a Stenbolê Umît Bîçer diyar kir ku zêdebûna tundiyê bi qewimandinên li Rojhilata Navîn ve girêdayî ye û dewlet tundiyê ji bo cezakirin, tirsandin û çewisandina însanan bikar tîne û girîng e ku her kes li dijî vê derkeve. 
 
Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di rapora xwe ya aydê sala 2021’an de ku parve kir destnîşan kir ku serlêdanên têkildarî îşkenceyê hatine kirin gihîştiye lutkeya 30 salên dawî. Li gorî raporê de hat diyarkirin ku di sala 2021’an de ji 984 kesên serî li TÎHV’ê daye 616 jê rastî îşkenceyê hatine. Di raporê de hat diyarkirin ku mirov herî zede di binçavan û çalakiyan de bi îşkenceyê re rûbirû mane û ji sedî 89,9 kes ji ber nêrîna siyasî û nasnameya xwe hatine îşknecekirin. Her wiha di raporê de hat gotin piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundiya li ser jinan jî zêde bûye. 
 
MEŞA GEMLIKÊ Û NOBEDA EDALETÊ 
 
Zêdebûna bûyerên tundiyê herî zêde di mudaxile û êrişên polîsan ên li ser çalaki û şahiyan de diqewime. Mînaka tundiya polîsan a dawî jî li Stenbolê li dijî malbatên girtiyan ku Nobeda Edaletê digirin pêk hat. Roja pêncşema bihûrî polîsan li Stenbolê êrişî malbatên girtiyan ku ji bo zarokên xwe daxwaza edaletê dikin qewimî. 
 
Her wiha di 12’ê hezîranê de li Kadikoyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Meşa Gemlikê hat lidarxistin. Polîsan êrişî meşe kir û 70 kes binçav kir. Polîsan di vê êrişê de li gelek kesan xist û wan birîndar kir. 
 
Nûnerê TÎHV’a Stenbolê Umît Bîçer ji ajansa me re axivî û bal kişand ser tundiya polîsan û bûyerên îşkenceyê. 
 
POLÎTÎKAYA TUNDIYÊ YA DEWLETÊ 
 
Bîçer diyar kir ku tundiya îro diqewime piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê bi ragihandina sepana Rewşa Awarte (OHAL) re xwe wek saziyê bicih kiriye zêde bûye û dewlet li şûna aştiyane tevbigere lê di xwepêşandanên civakî û azadî û ramanê de serî li rêbaza tundiyê û zextan dide. Bîçer destnîşan kir ku zêdebûna tundiya li welat pêk tê bi geşedanên li Rojhilata Navîn re diqewimin re girêdayî ye û got: “Her ku diçe krîza aborî kûr dibe û xelk feqîr dibe. Dewlet jî li şûna ku amûrên demokratik bikar bîne, li şûna vê bêhiqûqiya civakî pêk tîne, li şûna ku pirsgirêkên civakê çareser bike serî li rêbaza tundiyê dide. Van polîtîkayên tên sepandin, di nava aliyên civakî de dibe sedema nearamiyê. Dewlet tundiyê wek çareserî dixe dewrê. Kî li dijî dewletê derdikeve dide ber êrişên xwe. Yên ku ji dewletê û îktidarê re serî natewînin bi tundî û îşkenceyê re rûbirû dimînin.” 
 
TÊKOŞÎNA JINAN KIRINE ARMANC 
 
Bîçer anî ziman ku bi betalkirina Peymana Stenbolê re xwepêşandan û nerazîbûnên jinan îktidarê aciz dike û got: “Îktidar naxwaze ku kes wê rexne bike û protesto bike. Çalakiyan qedexe dike, dixwaze têkoşîna jinan ji holê rake û naveroka çalakiyên jinan pûç bike. Bi pêvajoya Peymana Stenbolê re têkoşîna jinan mezin bû û îktidar ji vê tirsiya û têkoşînan jinan kir armanca êrişên xwe.” 
 
TUNDÎ LI NAVERASTA KOLANAN PÊK TÊ 
 
Bîçer anî ziman ku wan di nirxandinên kirine de gihîştine tespîta ku “rûyê îşkenceyê” guheriyê û wiha axivî: “Awayên îşkenceyê guherîne. Dixwazin bi awayên cuda li ser girseyan cureyên îşkenceyê pêk bînin. Berê îşkence li nav çar dîwaran dihat kirin, lê îşkence niha daketiye naverasta kolanan. Di serdegirtina malan de, li çalakiyan û li her qadê îşkence zêde bûye. Îktidar êdî ji bo mirovan bitirsîne, ceza bike û wan biçewisîne îşkence û tundiyê xistiye dewrê û vê wek rêbazek bikar tîne. Îşkence bi destê însanan pêk tê. Ji ber vê yekê jî wê îşkence bi destê mirovan ji holê bê rakirin. Îktidar ji bo xwe li ser pêya bigire û xwe berdewam bike zextên giran li civakê dike. Ji bo tundî, îşkence û zext ji holê bên rakirin divê her kes li ber vê yekê rabe û denge xwe derxe. Pêwîstî bi tundiya li dijî tundiyê heye.” 
 
 
 
 
 

Sernavên din

28/06/2022
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
17:04 ÎHD û TÎHV: Li Tirkiyeyê îşkence bi polîtîkaya ‘necezakirinê’ tê mayîndekirin
16:18 Doza Pinar Gultekîn birin îstînafê
16:08 Beştaş bertek nîşanî qedexeya li Îmraliyê da: Hûn cezayê çi li hevdîtina ku nayê kirin dibirin?
16:07 Turkdogan di doza heqaretê de beraet kir
16:03 Li Îzmîrê zilamekî xwest jinekê qetil bike
15:10 Têkildarî qada xazê ya Kor Morê daxuyanî hat dayîn
15:04 Tuncel: Hûn şandeyeke wisa nînin ku nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin
15:01 Baroya Colemêrgê: Leşkerên ku li parêzeran dane bila ji wezîfeyê bên girtin
14:57 Bûldanê serdana DÎSK’ê kir: Divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin
14:56 HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir
14:29 Ji Baro, ÎHD û OHD’ê rapora Xaşkanê: Divê berpirsiyar werin darizandin
14:20 Di danişîna Doza Sîncar de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:10 Doza têkildarî SÎHA’yên Bayraktar de hatibû vekirin ket
13:42 Stranbêjê di dawetê de stranên kurdî gotin hate binçavkirin
12:56 Girtî Zulkuf Kaya: 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence kirin
12:39 Piştî Eylemê 7 sal: Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan girtî ye
12:22 Hejmara binçavkiriyên li Edeneyê derket 35’an
11:59 Malbata Şenyaşar: Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet
11:52 Polîsan avêt ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê
11:08 1994, 2016, 2021 û 2022’yan: Kurdan serî netewand
10:35 Ji bo konsera Zarok MA’yê eleqeyeke mezin: Bilêt xelas bûn
09:42 Ketin û derketina gundên li herêma operasyonê hatin qedexekirin
09:33 Bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
09:08 Di hucreya yek kesî de nivîsand: Manîfestoya banga berxwedanê
09:05 Îmzeya rojnamevanên girtî avêt bin nûçeyên xwe: Bertek kêm in
09:03 Dayika Medenî Yildirim: Ceza nadin kujerê wî didin me
09:02 Doza Ata û Mizrak li Dadgeha Bilind e: Dozger xwest polîsên faîl bên beraetkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
26/06/2022
23:40 Leşkeran li parêzerên ji bo bi gundiyan re hevdîtinê bikin çûn qereqolê dan
21:03 Leşkerên bi ser gund de girtin li 20 kesan dan û birin herêma operasyonê
20:30 Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê: Îzolasyona li Îmraliyê didome
19:52 Di hilbijartina TTB’ê de heman rêveberî hate hilbijartin
18:46 ATK’ê careke din ji bo Ozkan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne ‘ da
18:07 Bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê li herêma Berwarî dar tên birîn
17:49 Li Geverê operasyon: Helîkopter gundan bombebaran dikin
17:00 Stenbol di dorpêça polîsan de ye: Gelek kes hatin binçavkirin
16:57 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
16:41 Malbata Şenyaşar: Dê hemû kes cezayê bêhiqûqiyê bikişîne
16:37 Bi moşekan li baregeha artêşa tirk a Başîkayê hate xistin
15:53 Di operasyona HSD’ê de DAIŞ’iyê ku tiliya wî di komkujiyan de hebû hate girtin
15:44 Hem nehiştin dayika xwe bibîne û hem jî nehiştin biçe merasîma cenazeyê wê
15:37 Barkêşên ku wesayît û pasaportên wan hatine desteserkirin ev meheke tên sekinandin
14:55 Midûriyeta Girtîgehan a Tirkiyeyê têkildarî derpkirina girtiyan daxuyanî da
14:51 Li Bismilê du malbatên xwîndar li hev anîn
14:18 Li Hezexê mirina bi guman a ciwanekî
14:04 Derket holê ku leşkerê digotin ‘li nexweşxaneyê mir’ li Zapê hatiye kuştin
13:06 Qenciya qeyûm a ji bo mitînga Erdogan: Îhaleya 2 milyon û 500 hezar lîreyan a wesayîtan
12:54 Bûldan: Înkara kurdan AKP ji arenaya siyasî dûr xist
12:18 Serokê DÎKO'yê hişyar kir: Pere û zêrên xwe nedin zêringiran
11:56 Hedla Aksu bêyî ku kurê xwe bibîne wefat kir
11:27 Nûrî Mehmûd: Her cara ku Tirkiye gefan dixwe DAIŞ dikeve nava tevgerê
11:04 Kurtulan: Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî kurdan şer dikin
10:20 Erbaş ê HDP’î ji bo muxalefetê got: Ocalan ji bo pêşxistina têkoşîna demokrasiyê girîng e
09:57 Li Îmraliyê careke din hevdîtin heya 3 mehan hat qedexekirin!
09:08 4 caran girtin, 15 caran binçavkirin û bi rojan îşkencekirin lê dîsa jî dest ji axa xwe berneda
09:06 Bernameya MA Muzîkê aşkere bû
09:05 Hin derdorên AKP'î hêviya xwe ji desthilatê birîn û li partiyeke din digerin
09:03 Welatiyê astengdar ê nikaribû heqê kirê bide ji xanî hat derxistin!
09:01 Îstasyonên bazê bandorê li tenduristiya gel dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2022
25/06/2022
22:38 Li Girtîgeha Amedê çi diqewime?
21:18 TJA li dijî şer û kuştina jinan meşiya
20:26 Êrişên Tirkiyeyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:45 Li Kampa Holê jinek hat kuştin
18:07 Mirovên Şemiyê hatin berdan
16:44 ÎHD'ê pirsa faîlên Ûygûr ku bi îşkenceyê hat kuştin kir
16:36 Mala Cemê û Navenda Çandê ya Kurecîkê vebû
16:26 DBP li Êlihê rêxistina xwe ava dike
16:10 Muhammed Cîhad Cemre hat binçavkirin
16:00 Kongreya TTB’ê berdewam dike: Em ê mafê xwe bistînin
15:42 ÎHD: Îşkence polîtîkayek dewletê ye
15:32 Ji bo girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk banga hestyariyê hat kirin
15:31 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdanê hat kirin
14:53 Xizmên windayan banga tevlîbûna danişîna Mehmet Sîncar kir
14:29 Di doza Pinar Gultekîn de biryara bihincet aşkera bû
14:28 LaWje dê li Amed û Wanê konseran li dar bixe
14:16 Li Hezexê polîsekî xwe kuşt
14:09 Meşa 'Kurdistanê biparêze' ya li Dusseldorfê dest pê kir
14:01 Li Herêma Kurdistanê gengeşiya gazê
13:39 Şagirtên zarok ên Ma Muzîkê performansa xwe ya salê nîşan dan
13:38 Xizmên Windayan aqûbeta kedkarên tenduristiyê Ayhan û Pamûk pirsîn
12:53 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir: Hevserokên ÎHD'ê kelemçekirî hatin binçavkirin
12:08 Serpêhatî li Îzmîrê diqewime: Bila kurd dayika xwe nebînin!