AMED - Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Amedê gardiyanan bi ser qawîşan de girtin û bi hinceta ku madeyên qedexe hene, girtî derb kirin.
Parêzerên OHD’î dan zanîn ku gardiyanan bi ser qawîşên girtiyan de girtine û bi hinceta ku madeyên qedexe li wir hene jî girtî derb kirine. Parêzeran got ku piştî serdegirtinê, qawîşên girtiyan hatine guherandin.
Hat îdiakirin ku ji girtiya Mazlum Dagdevîren ku qawîşa wî hatiye guherandin, xwe bi alavên tûj birîndar kiriye. Ji ber derbkirinê, li ser laşê Dagdevîren şopên pêhnan hebûn û laşê wî reş û şîn bûye lê belê ne birine nexweşxaneyê.
Parêzeran da zanîn ku di heman demê de ji heman qawîşê 5 girtiyên din hatine derbkirin û rewşa wan baş e.
Piştî hevdîtina parêzeran jî malbat ji pêşiya girtîgehê belav bûn.