Taxa Fetîhtepeyê 30 roj in bê av û ceryan e

  • rojane
  • 09:01 6 Tîrmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Şêniyên Taxa Fetîhtepe ku meheke av û ceryana wan hatiye qutkirin li hemberî rantê li ber xwe didin. Şêniyên taxê destnîşan kirin ku dê ji bo qadên xwe yên jiyanê paş de gav neavêjin. 
 
Bi hinceta "veguherandina bajêr" şêniyên Taxa Fetîhtepe ya Okmeydanî ya Stenbolê bi zorê ji taxê tên derxistin. Dihat payin ku plana veguherandina bajêr a li Taxa Fetîhtepe ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê di dawiya sala 2020'an de dest pê bike, lê ji ber ku Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherandina Avhewayê û şêniyên taxê li hev nekiribûn veguherandina bajêr dest pê nekiribû. Niha jî ji ber ku şêniyên taxê ji xaniyên xwe dernayên av û ceryana wan hatiye birîn. 
 
Ji şêniyên taxê Emîne Ûlûişik a 80 salî diyar kir ku nêzî mehekê ye av û ceryana wan tune ye û got: "Em vê zilmê qebûl nakin." Ûlûişik bilêv kir ku fiyetekî di biniya heqê xaniyê wan da berpêşî wan hatiye kirin û got: "Cihekî ez pê de biçim tune ye. Em li vî xaniyî hatin dinê, min zarokên xwe li vî xaniyî anîn dinê, mezin kirin û zewicandin. Kesên ev xanî çêkirina piranî ji wan niha di bin axê de ne. Kurê min li vî xaniyî mir, hevjînê min li vî xaniyî mir. Ev xanî, ev tax ji bo min tenê ne çend kevir in, ev der cihê êş û azarên min, kêf û şahiya min e jî." 
 
AVÊ LI SER TÛP GER DIKE 
 
Ûlûişikê wiha axivî: "Ji me re dibêjin derkevin. Lê niha li Stenbolê xaniyê herî xirab kirêya wan pênc hezar e. Dewlet dibêje ew ê heqê kirêya kesên xaniyên wan bi tapo hezar û 950 lîreyî bide û yên din jî hezar û 300 lîre bide. Lê gantiya vê tune ye. Ez nikarim piştî vî temenî kirê bidim, meaşê min ma yê têra min bike an kirê. Ji ber ku me îmze nedaye nêzî mehekê ye ava me û ceryana me tune ye. Zarokê min nexweş e. Kurê min ê mezin nexweş e. Ez avê li ser tûp germ dikim." 
 
‘EZ DI BIN XANÎ BIMÎNIM JÎ EZ ÎMZEYÊ NADIM'
 
Yaşar Kavlak ê 53 salî jî anî ziman ku 20 sal in li vê taxê ne û wiha got: "Şaredariya Beyoglû ya AKP'î ji bo îmzeyê gelek caran gazî min kir. Min got ez îmzeyê nadim. Ji ber ku min îmze neda ceryana min, ava min û gaza min hat birîn. AKP, dibêje ez misilman im. Ger misilman bûna dê avê qut nekirana. Tu eleqeya wê bi misilmaniyê re tune ye. Ez avê bi destan tînim malê ji bo dêya min destnimêj bigire. Ez avê ji jêrê tînim û dêya min pê destnimêjê digire. Ma ev misilmantî ye? Ev çend roj e li taxê hin kes digerin. Dibêjin ên îmze nedane dê trîlyon û nîvekê wergirin. Ne yek û nîv, 3 trîlyonan jî bidin û ez di bin vî xaniyî de jî bimînim ez îmzeyê nadim." 
 
RANT
 
Zafer Ûlûişik ê 46 salî ku li vê taxê çêbûye anî ziman ku mehek e zilm li wan tê kirin û wiha axivî: "Bi darê zorê me ji malên me derdixin. Ûlûişik destnîşan kir ku qutkirina av, ceryan û gazê di şer de jî nayê kirin û got: "Lê ev tişt anîn serê me. Tew dibêjin em misilman in. Tu eleqeya wan bi misilmaniyê tune ye. Niha em lazmatiyên xwe ji cem cîranên xwe tînin. Em jib o heqê xwe li ber xwe didin. Daîreya min 110 metrekare ye û min got hûn 70 metrekareyî jî bidin min ez razî me. Lê bi ser de radibin 270 hezar lîr edeyn jî dixin stuyê min. Xwestin ez pêşin bidim, lê min qebûl nekir. Ez ê 20 salan wekî koleyan ji wan re bixebitim da ku akribim deynê xwe bidim. Dê bi darê zorê heczê deynin ser mala min. Li vir veguherandina rantê heye, ne ya bajêr. Li vir projeyeke ji ku ji Galataportê dest pê dike heye. Dixwazin rijek berî rojekê me ji vir derxin û vê projeya ku heya Sutluceyê diçe temam bikin. Jixwe pri aşkere ye ku dê rezîdansan û AVM'yan pêşkeşî kê bikin." 
 
FATÛREYA CERYAN Û AVA HATIYE QUTKIRIN
 
Hande Gîzem Terkî ya 26 salî jî diyar kir ku 9 sal in li Fetîhtepeyê ye û heqê ceryan û ava ku mehek berê hatiye birîn ji wan tê xwestin. Terkî got: "Ma çima ez ê heqê xizmeta nehatiye kirin bidim? Ji ber ku me destûr neda vê yekê tevî polîsan avêtin ser malên me. Berê Robîn hood ji zengînan distend dida feqîran, lê li welatê me ji efqîran distînin didin zengînan." 
 
Terkî destnîşan kir ku dê qutkirina av û ceryanê nikaribe wan bitepisîne û wiha got: "Em ê li ber xwe bidin. Mirovan ev ked bi rihetê bi dest nexistiye. Gava meaşê xwe zêde dikin pênc deqeyan difikirin lê gava yên mirovên wekî me zêde dikin pênc hezar carî difikirin." 
 
MA/ Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

09/07/2022
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin
09:01 Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye!
09:01 Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin
09:00 Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
08:55 Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
08/07/2022
19:36 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin
11:58 Ji Buldan û Sancar peyama cejnê
11:58 Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir
11:36 Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
11:32 Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an
11:15 Dorpêçkirina avahiya şirketên produksiyonan mehek li pey xwe hişt
10:30 Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye
10:21 Dermanên girtî bi hinceta “krîz heye” nedanê
10:15 Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe
10:03 Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne
09:03 Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin
09:02 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in
09:02 Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe
09:01 Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê
09:00 Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
07/07/2022
19:10 Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin
17:04 Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye
17:01 Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, Bûldan û Sancar pîroz kir
16:44 Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin
16:25 Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin
16:12 AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît
16:05 Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome
15:30 Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan
15:26 Jin û zaroka ku hatibûn revandin hatin dîtin
15:11 Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson îstîfa kir
15:04 Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
15:01 Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin
15:01 Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe
14:23 AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da
13:57 Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne
13:48 Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin
13:30 Malbatên girtiyên nexweş: Siyasetmedar li betlaneyê û em jî li kolanan e
13:29 Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 486'emîn de berdewam dike
12:46 Li Girtîgeha Xarpêtê şewb: Girtiyan dernaxînin revîrê
12:40 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine
12:28 Xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û banga îstîfayê li wezîr Koca kirin
12:21 Rastî destdirêjiya polîs hat û li qereqolê jî tundiya psîkolojîk lê kirin
12:01 Li Zapê leşkerek hate kuştin
12:00 Hevşaredarê Bedlîsê yê berê Olan hat berdan
11:43 Rojnamegerên rastî êrişa polîsan hatin: Divê hemû kes piştevaniya hev bike
11:23 Park û baxçeyên Cizîrê veguherîne cihê çopê
10:46 Rojnameger Demîr giliyê parêzera êrişkar kir
10:41 Li çoltera Şaxê şer derket
10:37 Qeyûmê Amedê ku li ber çûndinê bûye jî pere daye dostên xwe!
10:27 Ferît Şenyaşar: Heta bêedaletî xelas nebe dê Tirkiye jî aram nebe
10:13 Dayik û keça xwe, ji aliyê zilamê ku dikir hev berdin ve hat revandin
10:13 Pirtûka Nivîskar Adil Qazî ya bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ piştî 14 salan derket
09:54 Têkoşîna dayikek mînak û têr û tije: Sarê Demîr
09:53 Ocalan: AKP di polîtîkayên NATO'yê de amûrek e
09:26 Ji 37 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin
09:18 'Îsal dê zexîre bêtir bê îthalkirin'
09:01 'Dixwazin qebûl bikin dixwazin qebûl nekin Ocalan rêberê kurdan e'
09:01 Dayika girtiya nexweş: Keça min nikare di girtîgehê de bimîne
09:00 Êzidiyan ji Viyan Dexîl pirsî: Ew kesên ku tu rizgar kiribûn kî bûn?
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:58 PDK li Metînayê ji bo TSK’ê baregehê ava dike
06/07/2022
19:29 Parêzer di dema şopandina nûçeyê de êriş bir ser nûçegihanê me Demîr
19:14 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dest nedin pênûsa me!