Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye

  • rojane
  • 09:09 12 Tîrmeh 2022
  • |
ŞIRNEX - Esmer Çikmaz a di dema qedexeyên derketina derve de du zarokên xwe winda kirin, bertek nîşanî biryara AYM’ê ya “binpêkirina mafê jiyanê nîne” ya ji bo jêrzemînên Cizîrê da û wiha got: “Ewilî gundên me şewitandin dû re jî zarokên me şewitandin û qetil kirin. Hişmendiya dewletê her tim eynî ye.”
 
Di dema qedexeyên derketina derve yên di 14’ê Kanûna 2016’an de li navçeya Cizîra Şirnexê hate îlan kirin û 79 rojan berdewam kir de 177 jê di jêrzemînan de 288 kesan jiyana xwe ji dest da. Serlêdana malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan a têkildarî binpêkirina mafê jiyanê ya li Dadgeha Destûra Bîngehîn (AYM) cara duyemîn hate redkirin. AYM’a ku di 7’ê tîrmehê de birayara xwe aşkere kir, îdia kir ku di bûyera qewimî de binpêkirina mafê jiyanê nîne. 
 
‘ZAROKÊN ME LI PÊŞ ÇAVÊN ME HATIN ŞEWITANDIN’
 
Esmer Çikmaz (50) a di dema îlankirina qedexeyên derketina derve de zarokên xwe yên bi navê Yasemîn û Vahap Çikmaz winda kirin, bertek nîşanî biryara AYM’ê da. Çikmaz, bi bîr xist ku keça wê 15 salî bû, xwendekara pola 2’yemîn a lîseyê bû û wiha got: “Dewletê zarokên li pêş çavên me di jêrzemînan de qetil kirin. Ne tenê keça min gelek kes bi wê re qetilkirin. Bêhna ku dema laşên wan hatin şewitandin hêj jî di difina min de ye. Ew dîmen hêj di hişê min de bi awayekî zindî disekine. Ez bi xwe bûm şahide şewitandina zarokên me ya di jêrzemînan de. Dema qetil dikirin nedihiştin ku em biçin wê derê. 6 sal derbas bûn lê weke ku beriya çend saetan qewimî di hişê min de ye.”
 
Çikmaz, bi lêv kir ku zarokên di jêrzemînan de hatin şewitandin zarokên wan bi xwe bûn û wiha berdewam kir: “Xwedê jî dizane kî mafdar e. Kesên li wir hatin qetilkirin hemû jî zarokên vî gelî bûn. Li pêş çavên me şewitandin. Ji bo ku zarokên me bikarin derkevin em ketin nava hin hewldanan. Rayedarên dewletê jî gotin ‘heke ji jêrzemînan derkevin em ê wan bînin’. Li ser banga hate kirin kesek ji bo ku wê çi bibe derket ber derî. Çawa ku derket ber derî ew kuştin. Ji ber wê yekê tu kesê nikarî ji bodrûman derkeve.”
 
‘KURT DI ARMANCA DEWLETÊ DE YE’
 
Çikmaz, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê zerreya edaletê nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye dibêje Îsraîl zilmê li Filistînê dike. Lê zêdetirî li me dike. Bila kes nebêje li Tirkiyeyê heq, hiqûq, edaletê heyî. Tiştên bi me dane jiyan, ne karê mirovahiyê ye. Ez hatim heta vî emrê xwe min hiqûq nedît. Ewilî gundên me şewitandin û em bi darê zorê ji gundên me derxistin. Bi dehan mirov di wê pêvajoyê de hatin kuştin. Em pişt re hatin Cizîrê jiyaneke nû ava kirin. Vê carê jî zarokên me bi şewitandinê qetilkirin. Hişmendiya dewletê her tim eynî ye. Ji salên 90’î vir ve tu tişt nehate guhertin. Dewlet lîstikê bi me kurdan dike. Her 5-6 salan carekê darbeyên mezin li kurdan dide. Dema biçekê kurd bi ser xwe ve tên li wan dide. Ne tenê kurdên li Tirkiyeyê li ku derê bibe bila bibe heke kesek kurd bibe ji aliyê dewletê ve hedef tê girtin.”
 
TÊKOŞÎNA EDALETÊ WÊ BIDOME
 
Çikmaz, destnîşan kir ku heta dawiyê wê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin û xwest ji kesên zarokên wan qetilkirine hesap were pirsîn. Çikmaz, anî ziman ku ji bo edaletê çi pêwîst be wê heta dawiyê têbikoşe û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Çikmaz herî dawî xwest ku her kes li doza Cizîrê xwedî derkeve.
 

Sernavên din

18/07/2022
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome