ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, got: “Birêz Ocalan, amadekariyan dike ku ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeyê demokratîk, di nava çendek rojên pêş de bangawaziyeke dîrokî bike.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di civîna hefteyê ya koma partiya xwe de li Mecisê geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan ji ewil bal kişand ser 2’yemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê, kesên jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û got ku berpirsyarê mirin û wêraniyê îktîara AKP-MHP’ê ye.
BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞÊN SER ÇAPEMENIYA AZAD DA
Bakirhan, bal kişand ser êrişên ser Çapemeniya Azad û got: “Hûn tevek Rojnameya Yenî Yaşamê, JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) dizanin; roj naçe ku zext li ser neyê kirin, roj naçe ku xebatkarên wan neyên binçavkirin. Hema hema her roj tên girtin. Em ê Çapemeniya Azad bi tenê nehêlin. Em van zextan lanet dikin. Dê piştevaniya me ya bi wan re bidome. Rexne, mafeke û welatê ku mafê rexnekirinê lê tune be li welatî demokrasî nabe.”
TAYÎNKIRINA QEYÛM A LI ŞAREDARIYA SÊRTÊ
Bakirhan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê da û wiha got: “Vîna gelê Sêrtê di nîvşevekê de tune hate hesibandin. Tu dizî ji dizîna hêvî, ked û vîna gelekî mezintir nîne. Ev, bêwijdaniyeke mezin e. Hevşaredarên me ji bo hemû gelên li bajar bi awayeke wekhev xizmet kirin û proje pêş xistin. Di esasê xwe de ev xizmetên adilane hatin cezakirin. Banga min ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ew e ku piştgiriyê bidin vê feraseta adilane, wekhevîparêz a Sêrtê. Bajarekî bifikirin ku ev 100 sal in bi qanûnên rewşa awarte ve tê birêvebirin. Em bang li îktîdarê dikin ku feraseta xwe ya ‘Kurd hene lê îradeya wan a siyasî tune ye’ biterikînin. Kurd hene û îradeya wan heye. Hûnê rêzê ji bo îradeya Kurdan bigirin.”
'OCALAN DÊ BANGEKÎ DÎROKÎ BIKE’
Bi domdarî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan dê di demekî kin de bangawaziyeke dîrokî bike. Ez, mijareke ku raya giştî ya Tirkiyeyê û hûn jî zêde mereq dikin, cara ewil parve bikim. Birêz Ocalan, amadekariyan dike ku ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeyê demokratîk, di nava çendek rojên pêş de bangawaziyeke dîrokî bike. Belê, birêz Ocalan amadekariya bangekî dîrokî dike û dê di demekî nêz de vê bangê bike.”
Berfirehiya nûçeyê tê...