Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê

  • rojane
  • 13:03 12 Tîrmeh 2022
  • |
img

AMED - Rojnamevanê girtî Omer Çelîk di nameya xwe ya ku hatibû desteserkirin de destnîşan kir ku ew bi darazek ku veguheriye klasîkbûn û pratîka Seyyar Giyotine û destek ku qet xerîbê wê nînin ketiye dewrê. 

 
Rojnamevan Omer Çelîk li Amedê bi 15 hevpîşeyên xwe yên kurd re hatibû girtin. Omer Çelîk di 28’ê hezîranê de nameyek ji hevpîşeyê xwe Mehmet Guleş re nivîsandibû. Lê belê Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê vê nameyê “bifikar” dîtibû û nameyê desteser kiribû. Çelîk di nameya xwe de bal kişand ser zextên îktidarê yên li ser rojnamevanan û divê bi awayek hevpar li dijî zextan her kes li ber xwe bide. 
 
‘HEVALTÎ SILAVEK GERM E’
 
Nameya rojnamevan Omer Çelîk ku bi hêceta “bifikar” hatibû desteserkirin wiha ye: 
 
Ji bilî silavekê û bi peyvên dixwazin çend tiştan bêjim ji her kesî re silav. Bi qasî ku ez fêm dikim di dem û cihên cuda de, beriya her tiştî hevaltî silavek germ e. Careke din, her çiqas li derve ne xwedî aliyek pir cuda be jî, silav li wan kesên ku ji hundir, li pişt dîwar û deriyên hesinî xewna qenc, rast û xweş xewn dikin û ber bi wê ve diçin.
 
DARAZÊ VEGUHERANDINE SEYYAR GIYOTÎNE 
 
Weke hûn jî dizanin, qanûn û pênaseya di bin kontrola iktidara AKP'ê de ku welat 20 sal in bi rê ve dibe, bi van polîtîkayên welat kiriye agir û kaş kiriye ber kendal. Girtina rojnamevanan a dawî şibiyaye pratîka darazê-klasîk a Seyyar Giyotine. Em bûn qurbanê êrişên dawî yên vê îktidarê. Weke rojnamegerên kurd, endamên çapemeniya azad ên ku bi berpirsyariya xwe ya li hemberî gel û civakê neheqiyek jî qebûl nakin û di bin her şert û mercî de rastiyan şopandine û ragihandine, êrişên ku me heta niha kirine hedef. Ev jî wek êrişên her carê ye. Di dîrokê de gelek zextên wiha hatine serê rojnamevanên kurd. Lê di warê mekanîzmaya edaletê ya ewlekarî-edlî de ku em pê re rû bi rû mane, dişibe operasyona di bin navê 'KCK'ê de ji aliyê Cemaeta Gulen ve ku hatibû kirin. Taybetmendiyên wê hene ku divê ji bo me hemûyan were baş were fêmkirin. 
 
DESTEK KU EM NEXERÎBÊ WÊ NE KETIYE DEWRÊ 
 
Me ji malên me girtin û birin midûriyeta polîsan. Ji me re gotin lêpirsîn ‘veşarî’ ye û ne me ne jî parêzerên me nizanibûn em bi kîjan hêcetê hatine binçavkirin. Paşê em hînbûn ku dîsa wek her carê medya havuzê bi nûçeyên derew xelkê xapandiye. Dixwazin di çavê civakê de me sûcdar bikin. Lê em vê baş dizanin ku dixwazin bi binçavkirin û girtina me îdraksaziyê çêbikin û em ne xerîbê vê hişmendiya ku li dijî me çêdikine û em dizanin dîsa destên qirêj ketine dewrê. 
 
WELATIYÊ LI KOLANÊ JÎ DAXILÎ OPERASYONA KOMPLOYÊ KIRIN 
 
Heke ku gazî me kiribûna qey gelo em ê neçûna îfadeyê? Lê tişta ew dixwazin ava bikin, rojnamevaniya me sûcdar bikin. Em 22 kes hatin binçavkirin. Di nav me de xwişkek me ku aşpêjiya şirketa produksiyonê dikir û welatiyek ku li kolanê ramanên xwe anîbû ziman jî binçav kirin. A sosret ev e. Me vî ciwanî nas nedikir. Piştî dema binçavkirina me du roj dirêj kirin û me birin dozgeriyê, me li korîdora edliyeyê vî ciwanî nas kir. Vî ciwanî ramanên xwe aniye ziman û polîtîkayên îktidarê rexne kiriye, lê tehamul nekirine û wî binçav kirine û xwestine wî jî daxilî vê operasyona komployê bikin. 
 
HELWESTA DOZGER
 
Tu hêviyek me ji dozgeriya ku me bi hêcetên pûç û sexte sûcdar dikir û agahiya nedida me û parêzerên me, nebû. Dozgera Komarêya Bismilê bûye. Lê wê bi awayek demkî şandiye Edliyeya Amedê û wezîfedar kirine. Dosyeya lêpirsîna me radestê wê kirine û tişta girîng û ecêb jî ev e. Ne pir zor bû ku meriv jê fêm bike bi awayek taybet hatiye wezîfedarkirin. Axir dema me dibirin odeya dozgeriyê, wê tabloya em pê re rûbirû man û objeyên li ser maseya wê jî dida nîşandan ku wê me teva bide girtin. Blûzê wê spî, saqoyê wê yê sor û kolyeya wê ya heyv û stêrk û awirên wê bi neyartî her tiştî eşkere radixist ber çavan. Ne pêkanbû ku meriv di wan awirên wê yê dijmanane de edaletê bibîne. 
 
EM BI MUAMELEYA XERAB RE RÛBIRÛ MAN 
 
Me fêm kir ku em çi bersiva pirsên me pê sûcdar dikin bidin jî lê wê beyhude be. Jêpirsîna me nêzî 24 saetan dom kir. Di jêpirsînê de ji du hevpîşeyên me ku dema ji Cizîrê vedigeriyan Amedê muameleya ku reviyane li wan hat kirin. Ev rewşa sûcdarkirinê bi sere xwe rewşek trajîkomîk e. Me 22 kesan bi daxwaza girtinê sewqî cem dadger kir. 
 
ROJNAMEVANAN ŞANDIN NAV ÇAR DÎWARAN 
 
Atmosfer û rewşa li eywana dadger ango dadgehê pir ji ya dozger ne cuda bû. Li gel ku wê rojê ne nobedar bûye jî wî kirine dadgerê nobedar! Ev jî ne tesadufî ye. Bi biryara dadger 16 rojnamevan hatin girtin û wan şandin nav çar dîwaran. Em li midûriyeta polîsan û edliyeyê bi muameleya xerab re rûbirû man. 
 
EM Ê XWEDÎ LI RÛMETA PÎŞEYA XWE DERKEVIN
 
Her yek ji me spasiyê xwe ji parêzerên Baroya Amedê, ÎHD, OHD, TÎHV’ê, gelê xwe û hemû hevkarên me ku piştevaniya me kirin re dikin. Em dixwazin ku ev yek baş were zanîn ku em ê li dijî îktidarê hev bigirin û xwedî li rûmeta kar û barên xwe û pîşeya xwe derkevin. Em çiqas li dijî vê zilm û neheqiya li rojnamevanan û xelkê tê kirin dengê xwe derxin em ê ewqas dengê rastiyê ji civaka welat re ragihînin. Serkeftina deng derxistinek hevpar mimkin e û ev yek pir ne dûr e jî. Bi van hestan ez carek din dibêjin bi xatirê we.”
 
Rojnamevan Omer Çelîk hefteya bihûrî ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê li gel hevalên xwe sewqî Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind hatibû kirin. 
 

Sernavên din

18/07/2022
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome