NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Metîna ya dikeve navçeya Amêdiyê bombebaran kirin.
Li gorî nûçeya RojNewsê; balafirên şer ên Tirkiyeyê di saet 08:30’an de Çiyayê Metîna ku dikeve beramberî gundê Sêgirê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Dihokê ve bombebaran kirine. Hat ragihandin ku bombebaranê demek dirêj berdewam kiriye.