STENBOL - Malbatên kesên di Komkujiya Amed, Pirsûs û 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn wê ji ber salvegera Komkujiya Pirsûsê di 16 û 17’ê tîrmehê de bên gelhev.
Bi ser Komkujiya Pirsûsê 7 sal derbas bûn. Di çarçoveya “Bîr û başkirinê” de li Weqfa Lêkolînên Çand Huner Estetîk Perwerde û Zanîstê (BEKSAV) çalakî dê bên li dar xistin. Di çalakiyên di rojan berdewam bikin de dê malbatên kesên di Komkujiya Amed, Pirsûs û 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn bên gelhev.
Dê di çarçoveya çalakiyan de pêşengeha wêneyan û atolyeyên bîr û başkirinê bên lidarxistin.
Di çarçoveya çalakiyê de pêşengeh û nîşandanên bi navê “Pêşengeha çûkên ji agir re avê dikişînin” , “Nartanem nûrtanem enstalasyon” , “Pêşengeha wêneyan a rêwiyên xewn û xeyalan” , “Rêwiyên xewn û xeyalan” , “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesê edalet” , “Pêşengeha wêneyan” , “Têkoşîna birêxistinî” , “Betaniyeyên hişê Amed, Pirsûs û 10 Cotmehê” dê bên lidarxistin.
Bernameya çalakiyan wiha ye:
16’Ê TÎRMEH ŞEMÎ
* Vekirina pêşengehê û nîşandana wêneyan (13.00)
* Atolyeya Bîr û Başkirinê (16.00)
* Li ser bîranînê derdên xwe ji hev re gotin (17.00)
17 TÎRMEH YEKŞEM
* Atolyeya Bîr û Başkirinê (15.00)
* Li ser bîranînê derdên xwe ji hev re gotin (17.00)