Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike

  • rojane
  • 09:04 20 Tîrmeh 2022
  • |
RIHA - Rojnameger Şerwan Mehmûd bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Gel xwedî li şoreşê derdikeve. Hay jê heye ku wê li hemberî êrişên muhtemel xwed helwesteke çawa be. Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike."
 
Bi daxuyaniyên Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan re ên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji hewayê û bejahiyê ve herêm tim bi êrişan re rû bi rû dimîne. Her wiha piştî civîna NATOyê ya ku di 29'ê hezîranê de li Madrîd a Spanyayê hat lidarxistin, Erdogan duh serdana Îranê kir. Hat diyarkirin ku di vê hevdîtinê de ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî tev lê bûye bazariya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin.
 
Şerwan Mehmûd ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamegeriyê dike, geşedanên li herêmê nirxandin.
 
 
SALA 10'AN A ROJAVA
 
Mehmûd diyar kir ku di dehemîn salvegera Şoreşa Rojava de careke din herêm bi êrişên Tirkiye û komên wê yên paramîlîter re rû bi rû ye. Mehmûd destnîşan kir ku ev êrişa muhtemel wê ne êrişa yekem a Tirkiyeyê be ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got: "Tirkiye ji sala 2016'an û vir ve bi armanca dagirkeriyê dest bi êrişên li ser herêmê kiriye. Wekî ku tê zanîn Tirkiye êriş birin ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê  û ev der hatin dagirkirin.”
 
Bi domdarî Mehmûd diyar kir ku armanca sereke ya êrişan parçekirina gelên herêmê û têkbirina projeya ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye holê. Mehmûd got, Tirkiye plan dike ku Minbic û Til Rifatê bi dest bixe û hewl dide kûrahiyeke bi qasî 30 kîlometreyî çêbike. 
 
DAXUYANIYA DYA'YÊ BI BÎR XIST
 
Di berdewamê de Mehmûd da zanîn ku hêzên li herêmê li dijî êrişên muhtemel xwedî helwesteke zelal in û daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî ku di 15'ê tîrmehê de dabû bi bîr xist. Mehmûd wiha domand: "Ji Ebdî hat pirsîn, ger êrişek çêbibe dê bandoreke çawa li pêşeroja herêmê bike, garantorên wekî Rûsya û DYA bi wan re çi diaxivin û dê helwesta HSD’ê li hember van êrişan çawa be. Ebdî jî got, Tirkiye rêveberiya herêmê qebûl nake, heke êriş pêk were Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrîşan re amade ye û vê carê wê bersiveke tund bidin Tirkiyeyê. Abdî destnîşan kir ku armanca herî girîng a êrişên Tirkiyeyê parçekirina gelên li herêmê, berfirehkirina qada xwe ya dagiriyê û tunehesibandina pirsgirêka kurd e."
 
HERÊMA DI BIN KONTROLA TIRKIYEYÊ DE
 
Mehmûd anî ziman ku Tirkiye dixwaze li herêmê "dewleteke çete" ava bike û got, rêveberên DAIŞ'ê li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de hatin kuştin, ev ne tiştekî tesadufî ye. Mehmûd bibîr xist ku rayedarên payebilind ên DAIŞ'ê yên wekî El Bexdadî û Mahîr El Egal li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de hatine kuştin û wiha pê de çû: "Me li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî dît ku 4 rêveberên payebilind ên DAIŞ'ê hatin kuştin, li herêmên ku heta niha ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin. Ev mînak hemû nîşan didin ku têkiliya Erdogan a bi çeteyên DAIŞ'ê re têkiliyeke pir zelal e. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku di qada navneteweyî de wekî rêxistinên terorîst tên naskirin, hem li cîhanê hem jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeteriyeke mezin in."
 
LOZAN
 
Mehmûd îşaret bi wê yekê jî kir ku di vê pêvajoyê de yek ji sedemên sereke yên tundkirina êrişan salvegera 100'emîn a îmzekirina Peymana Lozanê ye ku ev peyman Kurdistanê kiriye 4 parçe. Mehmûd got: “Ji ber vê yekê Erdogan hewl dide ku lezê bide dagirkeriya xwe ya li Sûrîyeyê. Dixwazin sedsaleke din jî kurdan bê statu bihêlin.”
 
‘GEL XWEDÎ LI ŞOREŞÊ DERDIKEVE'
 
Mehmûd ku got "Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên niha wê neşibin yên berê" axaftina xwe wiha qedand: "Ders ji êrişên berê hat derxistin. Lewma dê bersiveke xurttir bê dayîn. Rêvebiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gel li gel hev in. Gel xwedî li şoreşê derdikeve. Hay jê heye ku wê li hemberî êrişên muhtemel xwed helwesteke çawa be. Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike." 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 
 
 

Sernavên din

21/07/2022
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:00 Malbatan li pêşiya ATK’ê ji bo xizmên xwe banga azadiya kirin
12:55 Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:21 Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn
12:21 Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî bi bîr tînin
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da
13:54 Festîvala Mûnzûrê dê wek ku hat eşkerekirin bê lidarxistin
13:40 HDP’ê ji bo ÎHÎK’ê serlêdan kir: Divê li Girtîgeha Aydinê lêkolîn were kirin
13:18 Welatiyan bertek nîşanî rêveberiya nexweşxaneyê da: Rêveberî îstîfa
12:59 Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut sibe li Silopiyayê dest pê dike
12:57 DBP: Şoreşa Rojava ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:03 ‘Çima vê êşê bi me û zarokên me didin kişandinê?’
11:31 Mazlûm Ebdî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
11:05 Cenazeyê Mahmudî li Wanê hat veşartin
10:57 Doza li parêzerên Ocalan hatibû vekirin paşve dan
10:52 Di Çemê Dîcleyê de seyê avî hate dîtin
10:51 ‘Mala zanînê’ ya qeyûm bûye mala tiryakkêşan!
10:50 Karayilan: Heke Soylu wê kasetê neweşîne sextekar û derewkar e
10:32 Li Licê şer: 2 çawişên pispor hatin kuştin
10:29 Ciwanan ji bo Pirsûsê bang kir
10:10 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê tên ragirtin di greva birçîbûnê de ne
10:09 Baroya Şirnexê dê li dijî qirkirina xwezayê bi 300 parêzeran biçe herêmê
09:05 'Desthilata AKP'ê nexweşxaneyên taybet li nexweşan ferz dike'
09:05 Rojnameger Seyda: Sedema qeyrana li Iraqê PDK ye
09:04 'Piştî Şengal û Somaliyê dê biçûya Kobanê'
09:03 Egîtîm Sen: Ne dersa bijartî, em perwerdehîya bi zimanê zikmakî dixwazin
09:03 Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
18/07/2022
20:17 Şiraz Işik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:08 Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
18:00 Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin!
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin