* Parlamenterê YNK'ê Zikrî Zêbarî ku bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li ser gundê Perex ê Zaxoyê da Tirkiyeyê wekî "dagirker" pênase kir û got: "Divê neyê hiştin ku dijminên kurdan her roj sivîlan bikujin."
* Parlamenterê PDK'ê Çiya Şerîf diyar kir ku hatiye peyitandin ku êrişa li ser gundê Perexê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin û got: "Divê êdî pêşî li êriş û dagirkeriyên Tirkiyeyê bê girtin."
* Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel diyar kir ku heyeta dadgehê di doza Denîz Poyraz de dixwaze dosyeyê tenê bi cezakirina bersûcekî bigire û got: "Doz hîn bi dawî nebûye û em ê daxwazên ku hatine redkirin dubare dubare bixin rojevê."
*Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê bertek nîşanî qedexekirina konseran da û wiha got: “Dêrsim di bin tecrîdê de ye. Em ê li hemberî van qedexeyan her tim têbikoşin.”
* Serokê Komeleya Çand û Parastina Jiyana Xwezayî ya Nurhakê û Gundên Derdorê Alî Bîdîk diyar kir ku ji bo çêkirina HES'a sêyemîn a li ser Çemê Goksû yê Nurhakê serlêdan hatine kirine û got: "Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin."
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 501’emîn de berdewam bike.
* Platforma Şaxan a KESK'a Amedê têkildarî salvegera 6'emîn a Rewşa Awarte (OHAL) dê li avahiya Şaxa Egîtîm Sena Amedê ya Jimara 2'yan çalakiya Nobeda Edaletê li dar bixe. (17.00-18.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê têkildarî Qetlîama Zaxoyê li Parka Koşuyoluyê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (18.00)