STENBOL - 11 kesên di Turnûvaya Kemal Korkut de bi derpkirina polîsan hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh bi şev li Kluba Sporê ya Kuçukkoy a navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, di çarçoveya Turnûvaya Kemal Korkut de maçeke futbolê li dar xist. Ciwanên ku derketiin sehayê têkildarî 34 welatiyên li Roboskê û 9 kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin pankart vekirin. Polîsan pankarta ku hatiye vekirin wek hincet nîşan da û 11 ciwan bi lêdanê binçav kirin.
11 kesên ku hatibûn binçavkirin ji bo karûbarên îfadeyan birin midûriyeta polîsan. Piştî xelasbûna îfadeyan jî hemû ciwan îro di danê sibehê de hatin berdan.