MÊRDÎN - Di îtîraza ji bo biryara şopandinê ya der barê tîmên taybet ên Abdulkerîm Seyhan kuştibûn de, ji ber ku biryareke berê hatiye kopîkirin, biryara "redkirina musadereya eşyayê qaçax" hat dayîn.
Abdulkerîm Seyhan (27) di encama gulebarana ji baregeha leşkerî ya li ser girseya ku ji sersaxiya Bîlal Gezer û Sînan Toprak ên di berxwedana Kobanê ya 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li Kerboranê hatibûn qetilkirin jiyana xwe ji dest dan vedigeriya, di 9'ê Cotmeha 2014'an de hat qetilkirin. Di êrişê de Cîhat Ceylan, Abdulhekîm Mete, Ramazan Akîn û Hevşaredarê Kerboranê Sînan Akan jî ji ber guleyên ku li gelek cihên laşê wan ketin, birîndar bûn. Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê der barê 23 kesên ku piraniya wan leşkerên tevgera taybet bûn, bi sûcê "kuştina bi qesdî" û "birîndarkirina bi qesdî" lêpirsîn da destpêkirin. Di doza ku ev 9 sal in biryara nepenîtiyê ji ser wê nehatiye rakirin, Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê di Îlona 2023’yan de biryara “neşopandinê" da.
Di hinceta biryara dozgeriyê de; hat îdiakirin ku guleyên ku ji laşê Abdûlkerîm Seyhan û birîndaran hatin derxistin "deforme bûne û nehatiye tespîtkirin ku ji kşjan çekê derketine."
Parêzer Ahmet Arıkan ê ku biryara neşopandinê ya Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Midyadê kir, diyar kir ku di dosyeyê de "Lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin" û xwest biryara neşopandinê bê rakirin. Lê belê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Midyadê bi hinceta ku biryara serdozgeriyê li gorî "qanûn û rêbazê ye" biryara redkirina îtîrazê da. Lê belê zabitnameya Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Midyadê ya ji bo îtirazê, balkêş e.
Di biryarê de tê dîtin ku dadger biryareke tu eleqeya wê bi dosyeyê re tune ye daye. Ev jî nîşan dide ku ji dosyeyeke din hatiye kopîkirin. Dadger di biryara xwe de gotiye: "Redkirina musadereya eşyayê qaçax"
Di biryarê de ku bi rastî rexneyên ku her tim li dozger û dadgeran tên kirin îspat dike ku biryarên li dadgehên Tirkiyeyê biryarên "copy-paste" ne, hat dîtin ku dadgeriyê biryareke ku tu eleqeya wê bi dosyayê re nîne daye. Heyeta Dadweriyê ku di biryara redkirina îtîrazê de 5 biryar da, di biryara xwe de îfadeya "Redkirina daxwaza nûnerê saziya gilîkar a ji bo desteserkirina kelûmelên qaçax ên gumrikê yên desteserkirî" bi kar anî.
Parêzer Arikan destnîşan kir ku têkildarî biraya dozger gelek sedem pêşkêş kirine lê belê dadgeriyê biryara redkirinê daye û got ku gava mirov li biryarê mêze dike biryareke ne daxwazên wan ne jî dosyeyê eleqedar dike hatiye dayîn. Dibêje 'redkirina musadereya eşyayê qaçax.' Ev dosye, dosyeya Kobanê ye. Di çalakiyên Kobanê de gelek ciwanên kurd hatin qetilkirin û gelek kes birîndar bûn, lê biryareke wiha daye. Ev jî nîşan dide ku vê biryarê ji cihekî din kopî kirine."
MA / Ahmet Kanbal