COLEMÊRG - Li Colemêrgê di şerê navbera malbatan de 4 kes hatibûn kuştin û hejmara girtiyan derket 6 kesan.
Di 20’ê tîrmehê de li gundê Qirom ê li ser sînorê di navbera Colemêrg û navçeya Elbak a Wanê de, di navbera malbatên Yildiz û Mancu de şer derket. Di encama şer de 4 kes hatin kuştin. Di çarçoveya lêpirsîna derheqê bûyerê de hejmara kesên hatine girtin derket 6 kesan. Ji binçavkiriyan D.Y. bi şertê kontrola edlî hate berdan.