WAN - Duh di saetên êvarê de li navçeya Artemêtan a Wanê bombeyên deng û fîşekên hewayî avêtin wesayîtên zirxî yên polîsan.
Komeke ciwanan duh di saetên êvarê de li Taxa Koyîçî ya navçeya Artemêtan a Wanê bombeyên deng û fîşekên hewayî avêtin wesayîtên zirxî yên polîsan ku hewl dan bikevin taxê. Piştî bûyerê gelek wesayîtên zirxî û TOMA ber bi taxê ve hatin sewqkirin. Rageşiya di navbera ciwan û polîsan de heta demekî dirêj berdewam kir. Di dema bûyerê de polîsan gelek bombeyên xazê avêtin taxê.