RIHA - Girtiyê bi navê Mehmet Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê dihat ragirtin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê bi navê Mehmet Yilmaz (25) li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê dihat ragirtin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Bûyer duh çêbû û hat îdiakirin ku Yilmaz li serşokê întîhar kiriye. Piştî ku girtiyan rewş ferq kirin, agahî dan gardiyanan. Piştre jî komên tendûristiyê hatin cihê bûyerê û tespîtkirin ku Yilmaz jiyana xwe ji dest daye.
Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyê Yilmaz rakirina morga Saziya Tipa Edlî (ATK) a Rihayê.