NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê, li herêma Zapê helîkoptereke bi cureya Skorsky hate xistin û leşkerên tê de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), li qada Şikefta Birîndaran a li herêmê Zapê ya Herêma Federal a Kurdistanê helîkoptereke bi cureya Skorsky a artêşa tirk hate xistin. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku helîkopter di 24’ê tîrmehê de hatiye xistin û leşkerên tê de jî jiyana xwe ji dest dane.