Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir

  • rojane
  • 12:24 26 Tîrmeh 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Serokê Şaredariya Artukluyê yê Mêrdînê Abdulkadîr Tutaşi ku bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê îstîfa kir, bi nelirêtiyên xwe ve şaredarî jî veguherand navenda nelirêtiyan. 
 
Di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê adara 2019’an de Abdulkadîr Tutaşi yê AKP’î weke Serokê Şaredariya Artukluyê hate hilbijartin. Tutaşi, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku îstîfa kiriye. Di hesaba xwe de Tutaşi “efûya” xwe xwest û sedema îstîfakirina xwe jî weke “pirsgirêkên tenduristiyê” nîşan da. Piştî îstîfaya Tutaşi, Şaredariya Artukluyê bû rojev. Balkêş e ku Tutaşi piştî lêkolîna mufetîşan a li şaredariyê îstîfa kir. 
 
Ji roja Tutaşi hatiye hilbijartin heta niha navê Şaredariya Artukluyê gelek caran bi nelirêtiyan kete rojevê. Di Rapora Venihêrîna Darayî ya 2021’an de nelirêtiyên li Şaredariya Artukluyê êdî derketin lûıtkeyê. Piştî weşandina raporê, endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î xwestin Tutaşi îstîfa bike û 13 endamên AKP’î jî bi Serokatiya Bajêr û Navenda Giştî ya AKP’ê re hevdîtin kirin û raporên derheqê nelirêtiyan de pêşkeşî Serokomariyê kirin. Lê belê tevî vê jî pêşketinek çênebû. Li ser vê yekê jî 13 endamên Meclisa Şaredariyê ji Serokatiya AKP’ê ya Bajar îstîfa kirin. 
 
Piştî qewimîna van bûyeran, di encama hevdîtinên bi Navenda Giştî ya AKP’ê re Dadgeha Dageriyê mufetîşek şande şaredariyê. 
 
SOYLU KETE DEWRÊ
 
Dema Abdulkadîr Tutaşi di hilbijartinên 31’ê adarê de bûy namzet, nîqaşên derheqê wî de dest pê kiribûn. Tutaş ê ku bi rabûrdiya xwe ya Partiya Rêya Rast (DYP) tê naskirin, ji hêla gelek AKP’iyên li Artukluyê ve nehat qebûlkirin. Li ser vê yekê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu kete dewrê û bi kesên îxtîmal bû li dijî namzetiya Tutaşi bibin namzet re hevdîtin kir. 
 
QALA MILYONÊN HATINE WINDAKIRIN NEKIR 
 
Tutaşi piştre jî hate hilbijartin. Di civîna ewil a Meclisa Şaredariyê de endamên HDP’î pirsa deynên di dema qeyûm de jê pirsiyan û Tutaşi jî bi bersiva “Ez mecbûr nînim deynên qeyûm li vir bibêjim” li dij derketibû ku deynê heyî bibêje. Qebûl nekiribû ku 36 milyon lîreyên di dema qeyûm de hatine windakirin bên lêkolînkirin. Tutaşi tenê bi gotina “Em nikarin daxuyaniyan bidin” re bisînor mabû. 
 
ÇERXA BERTÎLÊ AVA KIR 
 
Di meha 8’an a peywira xwe de Tutaşi rayeya îmara Artukluyê bi gefa qeyûm ji destê endamên Meclisê girt. Lê belê piştî ku nelihevkirin derketin, ev rayeye ji Tutaşi hate girtin û dîsa dan Meclisê. 
 
Tutaşi, di demên piştre de “Çerxa bertîlê” ava kir û li gel zarokên xwe êdî kar û barên îmarê bi rêya bertîlan bi rêve bir. Ji ewil li şaredariyê bo zarokên xwe ode veqetand û piştî bertekan jî zarokên xwe ji avahiya şaredariyê derxist û bo wan li rex şaredariyê xaniyek girt. Çerxa bertîlê ya li wê derê dihat kirin êdî derket lûtkeyê lê dîsa jî berdewam kirin. 
 
ÇAVKANÎ BI MÎT’Ê HATIN BIKARANÎN
 
Bi Rapora Fealetiyan a Şaredariya Artukluyê ya di salên 2019-2021’an re nelirêtiyên Tutaşi heta astekî derketin holê. Derket holê ku Tutaşi çavkaniyên şaredariyê ji bo emniyet, cendirme, MÎT û saziyên din ên dewletê bi kar tîne. Di belgeyan de xuya bû ku Tutaşi rêyên nehatine çêkirin weke ku hatibin çêkirin nîşan daye û di salên piştre jî li şûna pêşîlêgirtina van nelirêtiyan, nelirêtî her ku çû zêdetir bûn. 
 
ÎHALE PÊŞKEŞ KIRIN
 
Di Rapora Venihêrîna Darayî ya 2019-2020’an de derket holê ku Tutaşi 569 îhale “Bi rêya raste rast temînkirinê” da ne û çavkanî pêşkeşî fîrmayên nêzî xwe kirine. Di demên piştre de aşkera bû ku Tutaşi îhaleya bi bihayê 21 milyon lîreyan daye fîrmaya Serokê Şaredariya Mîdyadê Veysî Şahîn û îhaleya bi 18 milyon lîreyan jî daye fîrmaya kurxalê Şahîn. Her wiha yên ku dixwestin pereyê karên nehatine kirin dîsa werin dayîn jî bi “xayînê welat” sûcdar kir. 
 
ÎHALEYÊN KEYFΠ
 
Artuklu navçeya Mêrdînê ya dîrokî ye û qada SÎT’ê ye lê belê destûrnameyên înşaetan li gorî daxwaza xwe belav kirin. Ev destûrnameyên bêusulî hatine belavkirin, gelek caran bûn rojev. Destûrnameyên ji bo deverên ne dîrokî hatine belavkirin, di demên piştre ji bo deverên dîrokî û herêmên karesaetê jî hatin belavkirin. 
 
Di Rapora Venihêrîna Darayî ya 2021’an de hat destnîşankirin ku ji bo diyariyan bi milyonan lîre hatine xerckirin, îhaleyên bêusulî yên bi milyonan hatine dayîn, heta qîr jî weke ku ji loqantayê hatibe kirin hatiye nîşandan. Tutaşi, bi îhaleyên keyfî bûbû rojev û derket holê ku ev îhale jî dane fîrmayên ku pereyên zêde dayîn. 
 
ERDOGAN JÊ XWEST KU ÎSTÎFA BIKE
 
Piştî ku nelirêtiyên heyî berdewam kirin, 13 endamên Meclisê yên AKP’î gotin “An dê Tutaşi îstîfa bike yan jî em” û bi Serokê Rêveberiyên Herêmî yê AKP’ê Mehmet Ozhasekî re hevdîtin kirin. Piştî van hevdîtinan, mufetîşên Dadgeha Dageriyê lêkolîn da destpêkirin û hat destnîşankirin ku Serokomar Erdogan ji Tutaşi xwestiye ku îstîfa bike. 
 
Me xwest têkildarî îstîfayê bi Tutaşi re hevdîtinê bikin lê belê ji ber ku telefon arasteyî telesekreterê dihat kirin, me nekarî pê re hevdîtinê bikin.
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

27/07/2022
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin