KONYA - Ji bo bernameya salvegera bîranîna ferdên Malbata Dedeogullari ya ku dê 2 rojan bidome, banga tevlibûnê hat kirin.
Ji bo 7 qurbaniyên ferdên Malbata Dedeogullari yên ku di 30’ê Tîrmeha 2021'ê de li navçeya Meram a Konyayê hatine qetilkirin dê 2 rojan bernameya bîranînê bê lidarxistin.
Di bernameya bibîranînê ya ku dê li Konyayê bê lidarxistin de di 29’ê Tîrmehê navbera saet 10.00-13.00’an mewlût bê dayîn. Roja 30’yê tîrmehê ya ku qetlîam hatibû kirin de jî dê qurbanî di saet 11.30-13.30’an de li Goristana Saraçoglû ya Konyayê bên bibîranîn. Piştre bîranîn dê di navbera saet 13.00-16.00’an de li malê berdewam bike.
Parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût bernameya bîranînê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal parve kir û banga teblibûnê kir.