ENQERE - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê da zanîn ku di saetên serê sibehê de li dijî konsolosxaneya wan a Mûsilê êriş hatiye kirin lê tiştek bi kesekî nehatiye.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di saetên serê sibehê ya 27’ê tîrmehê de li dijî konsolosxaneya wan a li Mûsilê êriş hatiye kirin. Wezaretê, da zanîn ku di êrişê de tiştek bi kesekî nehatiye. Wezaretê xwest ku berpirsyarên êrişê bên girtin.