NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku li Eyn Îsayê di êrişa SÎHA'yê ya Tirkiyeyê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dane.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî hedefgirtina erebeyekê li Eyn Îsayê ji aliyê balafireke bêmirov a biçek a (SÎHA) a Tirkiyeyê ve, daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
“Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li Eyn Îsayê de 4 endamên hêzên me şehîd bûn.
Ji ber bêdengiya navneteweyî li hember êrışên dubare yên dagirkeriya Tirk li ser herêmên me, êrîşên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Vê sibehê balafirên bêmirov hêzên me yên li Eyn Îsayê dema ku erka xwe pêk dianîn, kirin hedef. Di encamê de endamên me Beşar Mihemed Elî Bozan û Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed El-Hisên û Selma Elî Mistefa şehîd bûn.
Ev êrîş erka me ya parastina gelê me asteng nake, em ê ji bo wê tiştên giranbiha feda bikin.”