‘Helwesta partiyên muxalîf a li dijî zilma li girtîgehan mîna ya desthilatdariyê ye’

  • rojane
  • 09:03 29 Tîrmeh 2022
  • |
img

AMED - Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven diyar kir ku îşkence û zilma li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibe û got: “Helwesta partiyên muxalîf a li dijî zilma li girtîgehan mîna ya desthilatdariyê ye.” 

Zext û binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. Li rexekê li girtîgehan sepanên tecrîdê hene, li rexekî girtiyên nexweş û yên cezayên wan xelas bûyî nayên berdan, li rexa din jî hejmara mirinên bi guman a li girtîgehan zêde dibe. Li gel rewşa xerab a li girtîgehan jî Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag herî dawî îdia kir ku li girtîgehan îşkence nîne. Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî îşkence û zilma li girtîgehan bi ajansa me re axivî. 
 
Yakûp Guven anî ziman ku di sala 2021’an de li girtîgehan zêdetirî 50 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Hejmara îsal jî gihiştiye 40 kesan. Saziyên dewletê berpirsyarên girtîgehan in û heke kesek jiyana xwe ji dest bide divê lêpirsînê bidin destpêkirin. Bi vî awayî tê zelalkirin bê ka ew girtî bi xwe miriye yan berpirsyariya karmendan tê de heye yan na. Ji ber ku ew karmend berpirsyarên girtîgehan in. Ji ber sepanên li girtîgehê me di salên dawî de gelek serlêdan kirin. Lê lêpirsînên bibandor nehatin destpêkirin. Dozên hatine vekirin jî bi biryarên neşopandinê bi dawî bûn. Mixabin heke li girtîgehan tiştek biqewime jî mekanîzmayên hiqûqî nînin ku doz werin vekirin û berpirsyar bên darizandin.” 
 
 ‘TEVÎ KU ÎŞKENCE AŞKERA BÛ JÎ LÊPIRSÎN VENEKIRIN’
 
Bi domdarî Guven bi lêv kir ku li gorî serlêdanên bo wan hatine kirin, sepanên derhiqûqî yên li girtîgehan zêde bûne û ev tişt anî ziman: “Li ser serdanên malbatan em jî çûn girtîgehan. Şopên îşkenceyê yên li ser laşên girtiyan tê tespîtkirin lê derheqê serlêdan û giliyan de doz nayên vekirin. Nexweşxanê jî rapora derbkirinê nade girtiyan. Lewma lêpirsînên derheqê îşkenceyê de bêencam dimînin. Girtî ji ber îşkenceyan dixwazin ji sazî û komeleyan re nameyan bişînin lê dest danin ser van nameyan. Di çapemeniyê de jî aşkera bû ku îşkence hatiye kirin. Me jî gilî kir lê tu lêpirsîn nehatin vekirin.” 
 
‘POLÎTIKAYÊN NECEZAKIRINÊ RÊ LI BER ÎŞKENCEYÊ VEDIKIN’ 
 
Di berdewamê de Guven balkişand ser polîtîkayên necezakirinê û got ku ev polîtîka rê li ber îşkenceyan vedike. Guven, axaftina xwe wiha dom kir: “Gardiyan an jî leşker dema sûcekî dikin dizanin ku ceza lê nayê birîn. Ji damezirandina Tirkiyeyê heta niha ev polîtîka didome. Wezîrê Edaletê dibêje; ‘li girtîgehan îşkence tune ye.’ Ji her qewimînên li girtîgehan ew berpirsyar e. Ev sed sal in rayedarên vî welatî sûcên xwe qebûl nakin. Ew jî mîna wan sûcên xwe vedişêre. Gotinên wî bandorê li me û girtiyan nake lê li gardiyan û hêzên ewlekariyê dike. Dema ew van gotinan dike, gardiyan bêhtir îşkenceyê dikin.” 
 
‘MEDYAYA MUXALÎF LI DIJÎ ZILMÊ KOR E’
 
Guven, bal kişand ser bêdengiya çapemeniya muxalîf a li hemberî zexta li girtîgehan û wiha pê de çû: “Dema mijar dibe girtîgeh, xwe kerr û kor dikin. Ji bilî çapemeniya kurd, tu çapemeniyeke muxalîf li Tirkiyeyê nîne. Ji xwe nêzikatiya partiyên muxalîf û yên desthilatdariya heman nêzikatî ne. Sedema bêdengiya partî û medyaya muxalîf, nêzikatiya wan a li hemberî pirsgirêka kurd e. Heta nêrîna wan a ji bo pirsgirêka kurd neguhere jî dê tu carî dengê xwe ji îşkence û sepanên derhiqûqî re nekin. Lê mixabin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu plansaziyeke wan xuya nake. Lewma hêviyên me ji medyaya muxalîf jî nîne.” 
 
‘HEWLDANÊN PARTIYÊN MUXALÎF NÎNE’ 
 
Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven axaftina xwe wiha qedand: “Tu hewldaneke partiyên muxalîf a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, pêşîlêgirtina îşkenceya li girtîgehan û binpêkirinên mafan nîne. Divê di van mijaran de gavên jidil biavêjin. Niha li girtîgehan girtiyên nexweş hene lê nayên berdan. Ev yek îşkence ye. Divê girtiyên nexweş di zûtirin demê de bên berdan. Desthilatdarî wezîrê edaletê ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinan tiştekî nakin. Gilî û lêpirsîn jî bêencam dimînin. Ev jî pirsgirêka heyî kûrtir dike. Daxwaza me ya ji desthilatdarî û wezîrê edaletê ew e ku girtiyên nexweş berdin, dawî li sepanên derhiqûqî û îşkenceyê bînin û îşkencekaran bidarizînin.”
 

Sernavên din

30/07/2022
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:24 Şerm hesteke şoreşgerî ye, 'Dîwana Şermê' jî ji dilê şoreşgerekî dinuqite
09:38 Li ber mala Yildirim ê ku xwest Sayanê AKP'î îstifa bike pevçûna çekdarî
09:03 Mizgîn Can a ku malbata Uneşî xwest wê bikuje: Bi mirinê gefê li min dixwin
09:03 Ocalan: Dê feraseta ku tecrîdê rewa dike têk biçe
09:02 Amedî: Em nikarin bêhnê bistînin, pêdivî bi rêya sêyem heye
09:02 Ji Anka-Derê li dijî asîmilasyonê banga ji bo tevlibûna kursan
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
29/07/2022
23:32 Hinek Henek li dika servekirî derket pêşberî şanohezan
22:11 Tê gotin her du kesên ku ji bo wan hatibû gotin '2 PKK'yî hatin kuştin' sivîl in
20:13 TMMOB: Avahiyên li Sûrê pêşkêşî sermayeyê hatin kirin
16:08 HDP dê li Stenbolê bibêje ‘Çareserî em in’
15:58 Şahid Tanriverdî: Min siyasetmedaran nedîtiye, derbarê Kobanê de agahiyên min tune ne
14:57 Temel: Em ê li dijî polîtîkayên şer û tesfiyekirinê li ber xwe bidin
14:48 Parlamentera Elman serdana Aydenîz kir
14:41 Dê di bin navê ‘teserûfê’ de ceyrana cotkaran bibirin
13:56 Lêpirsîna derheqê serokê dadgehê yê Doza Kobanê yê berê temam bû
13:42 HDK bernameyên 'Nîqaşên Havînê' li dar dixe
13:32 4 sal in lêpirsînek bibandor nehatiye kirin
13:28 Ferît Şenyaşar: Dozger li gorî fermanên siyasî tevdigerin
13:14 AYM’ê cezayê ji ber ‘zimanê dayikê’ hatiye dayîn erê kir
13:10 Li pêşiya HDP’ê provokasyon
12:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:54 Şaredarê AKP’yî ku Meclisê civand axaftina têkildarî binçavkirinan asteng kir
11:51 Qetlîama Malbata Dedeogûllari: Delîl gelek in lê ‘edalet nîne’
11:32 Serokê Agrisporê: Savci Sayan pereyê klûbê bo xwe hilgirt
10:55 Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza 10’ê Cotmehê de: DAIŞ’î dikarin bên berdan
10:35 Pismamên serokê AKP’ê yên firar piştî 54 mehan li mala xwe hatin girtin
10:14 Li Stenbolê 7 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin | HATE NÛKIRIN
10:03 Ozbey: Bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin
10:02 Kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ didome: Heta azadiyê dê çalakî berdewam bikin
09:05 Ji ber banga ji bo Meşa Gemlîkê îfade da
09:04 Atasoy: Aydenîz vîna me ye
09:03 Hestiyên hatin dîtin ji bo xizmên windakiriyan bûn hêvî
09:03 ‘Helwesta partiyên muxalîf a li dijî zilma li girtîgehan mîna ya desthilatdariyê ye’
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
28/07/2022
20:30 Li dijî karkerê demsalî êrişa bi nijadperestî
19:35 Çalakiya xeleka ji mirovan a HDP'ê: Komkujiya Zaxo sûcê li hemberî mirovahiyê ye
17:03 Tevî îtîrazan jî dadgehê biryar da ku Tugluk hefteya pêş parastina xwe bike
16:56 Girtiyên li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne: Mafê tehliyeya me tê astengkirin
16:35 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Şaredariyê girtina hevalên me daxwaz kiriye
15:51 Şandeya OHD’ê serdana ajansa me kir
15:43 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî
15:37 Baregeha Tirkiyeyê ya li Bamernê hate bombebarankirin
15:35 ‘Heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî’
14:51 ÎHSDA ji bo piştevaniyê çû serdana GOÇÎZDER’ê
14:39 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Guh bidin daxwazên dayikan
14:25 Li Panosê Navenda Piştevaniya Jinan a Teşî hat vekirin
14:14 Kişanak ji bo şahidan got: Ev kes xebatkarên kadro yên dozgeran in
13:36 Başaran: Wê rêbazên darbekar ên îktidarê bi ser nekevin
13:19 Malbata Şenyaşar: Doza me heqîqetek e
13:17 Li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Li Antalya 6 kes hatin binçavkirin
12:29 Fermandarê ku serokê AKP'yî pêşwazî kir ji wezîfeyê hat girtin
12:28 Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan
12:27 Malbatên girtiyan: Qanûna îdamê li girtiyan tê ferzkirin
12:05 Kovara DFG'ê nedan rojnamevanê girtî
11:46 Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê binçavkirinan protesto kirin: Civîn taloq bû
11:36 Li Minbicê gorek komî hat dîtin
10:55 HDP: Divê rageşiya di navbera malbatan de veneguherin rageşiya eşîran
10:53 Di êrişa SÎHA'yê de 4 endamên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan
10:45 Piştî dorpêça li Zêvkanê operasyon hat destpêkirin
10:14 Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin
09:37 Beriya civîna deynkirinê ya Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin
09:33 Sayan ê AKP’î bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya
09:27 Li Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:27 Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin
09:05 Ciwan: Em ê gol avêtina faşîzmê bidomînin!
09:05 Salvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin
09:04 Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin
09:04 Li Girtîgeha Espiye lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
09:04 ‘Heke kesek li herêmê nema be wê demê hûn çima daran dibirin?’
09:04 Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe
09:03 Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye
09:03 Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
27/07/2022
21:02 Danasîna ferhenga kurdî hate kirin: Wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî
18:27 Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir
17:36 4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin
15:34 Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin
14:50 Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
14:49 HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan
14:27 Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye
14:21 ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir
13:42 Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye
12:49 Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êriş hat kirin
12:44 Li Zapê leşkerek hat kuştin
12:06 Malbatên girtiyan: Em bi doza zarokên xwe re ne û hebûna xwe înkar nakin
11:57 Li Manîsayê 4 kes hatin binçavkirin
11:52 Rewşa zarokê ji ber teqemeniya leşkeriyê birîndar bûyî giran e
11:51 Ferdên Malbata Dedeogullari dê 2 rojan bên bibîranîn
11:15 Kalin ê AKP’î gefa operasyonê xwar
11:13 Pêşniyazpirsa ji bo girtina zava paşde hat şandin
10:50 Endamê DÎAYDER’ê Înal: Em zîhniyeta yekperest qebûl nakin lewma dibin hedef
10:47 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe
10:20 Li gundê suryanan talankirina daran didome
10:09 Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne